Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek bajaran çalakiyên cur bi cûr hatin lidarxistin. Di çalakiyên hatine lidarxistin de li gel peyamên aştiyê, banga çareserkirina pirsgirêka Kurd û rakirina tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
AGIRÎ
Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Gelan li pêşiya avahiyê Partiya Wekevhî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Agiriyê hatin cem hev û heya li pêşiya şaxa PTT’ê ya li ser Cadeya Cûmhuriyetê meş li dar xistin. Tevî Parlamenterê DEM Partiyê ya Agiriyê Heval Bozdag gelek kes tevlî meşê bûn. Di meşê de pankarta “Aştî mafê mirovan e” hate vekirin û gelek caran dirûşmên “Bijî aştî” û “Ji şer re na, aştî, aniha” hatin berzkirin.
Ji rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan parêzer Vûral Kaya anî ziman ku Tirkiye bi polîtîkayên ewlehiyê nêzî pirsgirêka Kurd dibe û wiha got: “Ev 40 sal in di serî de mafê jiyanê yên mirovan, hemû maf wek sistematîk hatin binpêkirin. Dewlet her carê daxwaza naskirina mafên bingehîn bi polîtîkayên ewlehiyê yên hişk bersivê da. Ev jî rê li ber dabeşbûna Tirkiyeyê vekir.”
COLEMÊRG
Li navenda Colemêrgê rêxistinên civakî yên sivîl (STO) û partiyên siyasî li pêşiya avaniyê DEM Partiyê daxuyanî li dar xistin. Tevî Hevşaredar Viyan Tekçe ya li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin û gelek kes tevlî daxuyaniya hatiye dayîn bûn. Beriya daxuyaniyê stranên aştiyê hatin gotin, bi Kurdî û tirkî pankarta “Em li dijî şer aştiyê, li dijî tecrîdê azadiyê biqêrin” hate vekirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn xwest desthilat dest ji polîtîkayên înkarkirinê yên pirsgirêka Kurd berde û ev tişt gotin: “Divê ji bo pêvajoyekî bêyî pevçûn her du alî berpirsyarî bigirin. Divê tecrîd û îzolasyona ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de tên ragirtin bi dawî bibe, rê li ber hevdîtinên parêzer û malbatan werin vekirin. Divê hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehan de werin berdan.”
GEVER
Di Kuçeya Hûnerê ya li navçeya Gevera Colemêrgê de daxuyanî hate dayîn. Hevşaredarên Colemêrgê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Girse heya kuçeya ku daxuyanî lê hatiye xwendin meş li dar xist û dirûşma “Bijî aştî” berz kir.
Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd ê bi polîtîkayên ewlehiyê neyê çareserkirin û wiha axivî: “Di israra polîtîkayên ewlehiyê de gelek caran hate dîtin ku aştiya civakî û îradeya bi hev re jiyanê zirar dibîne. Em ji bo aştiyê bêyî gotina ‘lê belê’ em dibêjin bes e. Li gorî me divê aştî bibe rojeva sereke ya li welat, lewma hewce ji bo pêvajoyekî aştiyê were axaftin divê hemû berpirsyar têkevin têkiliyê û wek peywirekî li hember welat û civakê divê berpirsyariya xwe rabin.”
ENQERE
Bi bangawaziya Platforma Jinan a Enqereyê û Hêzên Ked û Demokrasiyê li Cadeya Yukselê heya Cadeya Sakaryayê meş hat lidarxistin û piştre daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tevlîbûne de, gelek caran dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hate berzkirin.
Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Komeleya Ziman û Çandê ya Ankayê Emîne Ogûz, tirkiya wê jî ji hêla Hevserokê Şaxa 1’emîn a Egîtîm Sen a Enqereyê Mehmet Aydogdû ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin dewletên tevgav dibin, bi polîtîkayên şer dixwazin ji krîzan ketine tê de derbas bikin û wiha hate gotin: “Mirovahî di Rojhilata Navîn de ji şer û hestirên çavan bêhtir tiştekî din nedît. Mêtingerî di tevahiya cîhanê û Rojhilata Navîn de cîhanê anî ber deriyê şerekî nû yê cîhanê. Şerta domandina emrê xwe ya MHP’ê û AKP’ê domandina şer, pevçûn û gengeşiyê ye. Li welatê me astengiya herî mezin a li pêşiya demokrasi, wekhevî û azadiyan, neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Îro têkoşîna li Rojhilata Navîn, Iraq, Şengal, Sûriyeyê û Rojavayê tê domandin hem têkoşîna mirovahiyê ye hem jî têkoşîna demokrasi, azadî û aştiyê ye.”
Bi ser navê Platforma Jinan Îlke Kumartaşlioglû daxûyanî da û da zanîn ku desthilat tim bi helwesta zêdetrin kar bike şeran gur dike û wiha got: “Tekane derdê dewletê şer e. Şerê ji Rojhilata Navîn heya Rûsya û Ûkrayna û Filîstînê bûye herî zêde jin û zarokan dikuje. Bi kuştinê namîne, xizan û birçî dihêle, gelan ber bi krîzên kurtir re rû bi rû dihêle. Derdê dewleta ku ji şer re bûdçeyê vediqetîne û şer diqîre tenê bêhtir kuştin, bêhtir şer û bêhtir rant e. Em ji şer re dibêjin na. Em a niha aştiyê dixwazin. Siyasetmerdarên li dijî şer aştiyê dixwazin dixin girtîgehan. Em xwedî li hemû jinên di girtîgehan de li dijî şer aştiyê diparêzin, derdikevin.”