Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Çevket Çakir û Serokê Giştî yê Tevgera Alimên Îslamî û Kurdistanî ya Hemdem û Nûjen Hafiz Ahmet Tûrhalli tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana li girtîgehan û êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.
Mele Şevket Çakir li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê banga yekîtiyê li gelê Kurd kir ku li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe bide. Çakir got, “Dijminên Kurdan nabe dostê parçeyekî Kurdistanê. Tirs û fikara me ew e ku li başûrê Kurdistanê bira bêne kuştin. Divê em pêşî li vê yekê bigirin. Eger em nikarin pêşî li vê bigirin gelê me wê bi temamî winda bike. Yên ku îro weke dostê wan tê dîtin sibe wê bibin dijmin. Eger Tevgera Azadiyê ya Kurd lawaz bibe wê dor bê Başûr. Divê gelê me li ber van êrişan rabe, divê destûr ji mirina bira re neyê dayin.”
RÊBER APO JI BO VÎ GELÎ BERDÊLAN DIDE
Mele Çakir bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 39 meh in agahî jê nayê wergirtin û got, “Rêber Apo ji bo azadiya vî gelî berdêlên giran da. Ji bo vî gelî her tişt kir. Ji bo azadiya vî gelî hîn jî berdêlan dide. Sê sal derbas bûn, kes agahiyê jê nikare werbigire. Na malbata wî ne jî parêzerên wî… Di dîroka mirovahiyê de hovîtî û zilmeke bi vî rengî nîne.”
XWEDÎDERKETINA LI ZINDANIYAN Û DAXWAZÊN WAN
Çakir bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdê di çalakiyê de ne û destnîşan kir ku civak divê li hemberî zilma li zindanan helwestê nîşan bide. Mele Çevket Çakir got, “Gelê Kurd wê xwedî li Rêberê xwe û daxwazên zarokên xwe yên girtî derkeve. Gelê me di têkoşîna azadiyê de bi biryar e.”
DEWLET TOLÊ JI RÊBER APO HILTÎNE
Serokê Giştî yê Tevgera Alimên Îslamî û Kurdistanî ya Hemdem û Nûjen Hafiz Ahmet Tûrhalli jî anî ziman ku gelê Kurd ji ber ku daxwaza mafên xwe yên desteserkirî dixwaze tê cezakirin. Tûrhalli diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber ku mafên gelê Kurd diparêze dibe hedef û destnîşan kir, ji ber pirsgirêkên exlaqî, Îslamî û mirovî yên gelê Kurd nîşan dide, ji ber ku pêşengiyê ji têkoşînê re dike, hewl didin tolê jê hilînin.
DADGEH JI BO REWAKIRINA ZILMÊ NE
Tûrhalli bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan e tê tecrîdkirin, mafên wî yên hiqûqî têne desteserkirin û anî ziman ku ev yek ji aliyê mirovî û exlaqî ve divê bê lêpirsîn. Tûrhalli got, “Bi salan e em nikarin agahiyê jê werbigirin. Ji bo vê rewa bikin, bêyî ku li ber xwe bikevin dibêjin wan cezayê dîsîplînê dane. Mirovek bi tena serê xwe di hucreyekê de ne û radibin dibêjin ‘me cezayê dîsîplînê dan’. Bêyî ku bihêlin mafekî xwe yê hiqûqî bi kar bîne. Hemû pirsgirêkên me li wir dixitimin. Dadgehên wan ji bo wê yekê ava bûne ku em daxwaza mafên xwe nekin, daxwazên me bitepisînin. Di dema Şêx Seîd de ciwanekî Kurd ji ber ku bi Tirkî nizanîbû hate darvekirin. Dadgehan ji bo mezinkirina vê zilmê bi kar tînin. Leşkerên wan jî ji bo kuştina Kurdan li pey berfirehkirina dagirkeriyê ne. Weke gelekî qedîm divê em berxwedan û têkoşîna xwe hîn mezin bikin. Misilman, Xiristiyan, Elewî, Êzidî; gelê me divê bi temamî li ber xwe bide, têbikoşe. Em bi hev re têbikoşin û vê zilmê ji ser gelê xwe rakin.”