Leyla Mûrad got, “Dayika sê zaroka me, lê belê ji wezîfeya min a dayiktiyê mezintir wezîfeya min a parastina xaka xwe hebû” û destnîşan kir ku eger tevlî parastina xaka xwe nebûya nikarîbû paşerojekê ji zarokên xwe re ava kiribûya.
Leyla Mûrad (40) a ji navçeya Bilbilê ya Efrînê li Helebê ji dayik bû û mezin bû. Leyla Mûrad ku dayika 3 zarokan e, kurê wê Cûdî Amanos li Berxwedana Serdemê di 16’ê Sibata 2018’an de şehîd bû. Birayekî Leyla Mûrad şehîd ket, sê birayên wê jî tevlî nava refên PKK’ê bû.
Leyla Mûrad ji ANF’ê re axivî û got, “Me texmîn dikir ku wê şer bigihêje taxa me. Bi sorkirin û tevdana rejîma Sûriyeyê û çeteyên wê dihate xwestin ku dawî li biratiya gelan bê anîn. Di sala 2012’an de şer gihîşt ber deriyê Şêxmeqsûdê. Hevjînê min, min û sê zarokên min me dest ji xaka xwe bernedan. Di nava êrîş, tundî, zext, birçîbûn û tîbûnê de, bi kurtasî di nava şert û mercên zehmet de em salên dûr û dirêj têkoşiyan. Tecrûbeya me ya destpêkê bû, ezmûneke giran bû. Malzemeyên lojîstîk û tibî tine bûn. Em hatibûn dorpêçkirin, şêniyên taxê bi tenê hatibûn hiştin. Kurd, Ereb piştevaniya me xurt bû. Ji 7 heta 70 salî em ji bo zarokên xwe yên li eniyê seferber bûbûn. Tax ji aliyê şêniyên wê ve dihate parastin. Zarok, jin, extiyar ji bo pêwîstiyên xwarinê tedarik bikin di nava liv û tevgerê de bûn.”
ŞÊNIYÊN TAXÊ ŞER KIRIN
Leyla Mûrad ragihand ku hevser, kurê wê Cûdî û bi xwe li refên herî pêş ê eniyê bû û got, “Li taxa me hêza xweparastinê hatibû avakirin. Ji bilî me kes tine bû. Hemû cîranên me, zarokên me, hevalên me bûn. Em li taxeke biçûk asê mabûn û me bi hev re li ber xwe dan. Li bendê bûn ku em ê koç bikin, lê belê şaşitî kirin. Bi têkoşînê pêşî li êrîşan hate birîn. Li dijî çeteyên ku xwe bi rengê 38 komên biçûk xwe bi rêxistin kirin, em bi Şerê Gel ê Şoreşgerî li ber sekinînin.”
HÊZÊN XWEPARASTINÊ
Leyla Mûrad anî ziman ku ew tevlî nava tabûrê bû ku bi navê Şehîd Gulê Selmo di 13’ê Adara 2012’an de ava bû û got, “Jinek hatibû şehîdxistin. Ji ber vê yekê gel rabûbû ser piyan, hêrsa gel nedisekinî. Şehadeta Gulê Selmo gelekî bandor li jinan kiribû. Diviyabû me parastina xwe xurt kiribûna. Ez tevlî nava hêza xweparastinê ya jinan bûm ku li Helebê yekemcar hate ragihandin û piştre jî li refên herî pêş li dijî dijmin tevlî berxwedanê bûm. Parastina xak û jinan min ji xwe re kiribû wezîfe. Diviyabû wêrekî û hêza jinên Kurd nas kiribûna. Di kîjan mijarê de pêwîstî bi xizmetê hebû, me gav paşve neavêtin. Min dest bi tedarikkirina pêwîstiyên lojîstîkî kir, piştre jî li refên pêş bûm şervanek. Dayika sê zarokan bûm, lê belê ji wezîfeya dayiktiyê mezintir wezîfeya min a parastina xaka xwe hebû. Eger min xaka xwe neparastibûya, nikarîbû ji zarokên xwe re paşerojekê ava bikim.”
ROJEK PIŞTÎ BIRÎNDARBÛNÊ BERÊ XWE DA ENIYÊ
Leyla Mûrad diyar kir ku wê li gundê Pîno (niha Bexçeyê Rêbertî û şehîdgeh lê ye) li dijî çeteyan şer kir û got, “Zarokê min ê herî biçûk 5 salî bû. Tevî vê yekê tevlî şer bûm. Bi mehan nehatim malê. Beriya birîndar bibim mehekê qet nehatibûm malê. Hevser û kurê min li eniyê bûn. Min zaroka xwe ya biçûk radestî cîranan kiribû. Piştî mehekê ji bo isrehetê sê rojan ez ê bihatibûma malê. Wê demê ji lingê xwe birîndar bûm. Piştî ku birîna min hate dirûtin, çûm malê û min kurê xwe Reşîd dît. Rojekê li gel mam û piştre vegeriyam Pîno. Dibe ku mîna berê nikarîbûma şer bikim, lê belê min nikarîbû hevrêyên xwe bi tenê bihiştibûma.”
RASTIYA GEL Ê ŞERKER
Leyla Mûrad destnîşan kir ku ew bi berxwedanê gihîştin vê astê û got, “Berxwedana me ji ber biryardariya me ya ji bo pêkanîna armancên şehîdan bû. Me gelek mirovên bedew ji dest dan. Me zanîbû ku eger li ber xwe nedin wê xiyanet rû bide û me heta dawiyê li ber xwe dan. Me rêxistiniya xwe xurt kir, saziyên xwe ragihand. Li dijî êrîş û ambargoyê em hîn jî li ber xwe didin. Şêxmeqsûd û Eşrefiyê navê xwe weke keleha berxwedanê li dîrokê nivîsandin, em ê di berxwedanê de israr bikin.”