Jina Kurd di navenda têkoşîneke demdirêj a li dijî neheqî, zilm û mêtingeriyê de bûye sembola şoreş û berxwedanê. Di civakên ku astengiyên civakî li ser jinan hatin ferzkirin û rolên wê yên siyasî û leşkerî hatin biçûkxistin, jinên Kurd biryar dan ku li hemberî van şêwazên serdest bisekinin û îspat bikin ku azadî tenê bi tevlêbûna aktîf di hemû qadên jiyanê de pêkan e. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di vê hevkêşeyê de destpêka veguhertinê bû, ji ber ku jinên Kurd derketin pêş û diyar kirin ku têkoşîna azadiyê mafekî ku nayê parçekirin, bêyî ku pirsgirêk û astengî hebe.
Ji destpêka şerê Sûriyê ve di sala 2011’an de, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke hêza sereke ya berxwedana li dijî rêxistinên terorîst ên weke DAIŞ’ê derketiye pêş. Rola jinan di van yekîneyan de ne tenê roleke kevneşopî bû, belkî ew bûn pêşenga sereke ya parastina mafên mirovan bi taybetî mafên jinan û di heman demê de parastina ax û mirovahiyê. Şer ne tenê şerekî parastinê bû, li dijî bêdadiya jinan bû.
Serketina jinên Kurd di nava Yekîneyên Parastina Jin de ne tenê di şerê leşkerî yê li dijî DAIŞ’ê de ye, di heman demê de azadiya jinê ya civakî û siyasî ji astengiyên çandî yên ji aliyê civakên kevneşopî ve hatiye ferzkirin, ye. Ev yekîne bûne sembola tevgera jinê ya ku ji bo afirandina hevsengiyê di navbera jin û mêr de di qadên cuda yên civakî û siyasî de dixebite.
Têkoşîna Yekîneyên Parastina Jin ne tenê şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê bû, di heman demê de rûbirûbûna hêzên dijmin ên ku armanca wan pûçkirina xewna azadî û wekheviyê ye. Di nava van hêzan de ya herî diyar dewleta Tirk a dagirker bû, ku Yekîneyên Parastina Jin ne tenê li ser ewlekariya neteweyî, her wiha ji bo rejîma otorîter ku li ser gelek herêman ferz dike jî weke metirsî dibîne. Ji ber vê yekê hêzên Yekîneyên Parastina Jin bi operasyonên leşkerî û êrîşên hewayî li dijî çeper û rêveberiya leşkerî rastî êrîşên bênavber hatin.
Dewleta Tirk li dijî şervanên jin ên Kurd ên di nava Yekîneyên Parastina Jin de, çi bi êrîşên rasterast û çi jî bi piştgiriya lojîstîk a ji bo rêxistinên çekdar ên ku wan dikin hedef, gelek şêweyên zextê pêk anîne. Ev hemleyên leşkerî bi kampanyayên medyayî re bi armanca xirabkirina navûdengê van yekîneyan, bi armanca têkbirina moralê û xerakirina îmaja şervanên jin bûn. Lê tevî vê yekê jî li ber xwe da û bi biryar bû ku têkoşînê bidomîne.
Di vir de ya îronîk ew e ku dewleta dagirker a Tirk ku di nava sînorên xwe de li dijî mafên jinan polîtîkayeke çewisandinê dimeşîne, hewl dida modela Kurd a ku jin di nava civakê de rolek girîng bilîze, çi di şer de, çi di siyasetê de, têk bibe.
ŞERVANÊN JIN SEMBOLA GUHERTINÊ YE
Şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jin li hemberî kêşeyên leşkerî û siyasî îspat kirin ku ji şervanan zêdetir li qada şer in. Wan sînorkirinên civakî û çandî yên ku rola jinê di civakên kevneşopî de sînordar dikir, şikandin. Li qadan berxwedan û berxwedaneke bêsînor nîşan dan, têkoşîna li dijî neheqiyê kirin erka jiyana xwe.
Jinên di nava Yekîneyên Parastina Jin de ne tenê şervan in, sembolên azadiyê ne, sembolên wekheviyê û sembolên guhertina civakî ne. Têkoşîna wan ne tenê bi şerê li dijî DAIŞ’ê re sînordar bû, di heman demê de parastina mafên jinan û wekheviyê di gelek aliyên jiyana civakî û siyasî de bû. Ev rêya cîhadî ne tenê azadiya takekesî ya jinê, belkî azadkirina civakê bi tevahî ji her cure zext û paşverûtiya civakî temsîl dikir.
MÎRATEYA ŞEHÎDÊN JIN Û BANDORA WAN DI AVAKIRINA PAŞEROJÊ DE
Şehîdên jin ên Kurd ku di têkoşîna li dijî dagirkeriya terorîst de xwe feda kirin, di dîroka Kurd û cîhanê de mîraseke kûr hiştin. Şehîdên wekî Silava Avesta Xabûr, Arîn Mîrkan, Barîn Kobanî, Sosin Bîrhat, Ronahî û Yekta.
Ji qehremanî û fedekariyê re rêzgirtin in. Têkoşîna wan ne tenê hewldana jiyînê ya li hemberî zilmê, hewldana ji nû ve teşekirina wêneya jinê di civaka Kurd û civakên azadîxwaz de bû. Fedakariya wan îlham da nifşên paşerojê yên jinan ku li ser şopa wan bimeşin û mafê xwe yê çarenûsiyê bipejirînin. Van şehîdên jin ên ku di şer de hatin qetilkirin, ne tenê terorîst şikandin, di heman demê de astengên ku jinan di nav rola kevneşopî de hiştibûn jî şikandin.
Tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hêzên din ên dijmin, Yekîneyên Parastina Jin bi lehengî li ber xwe didin. Ev berxwedan ne tenê li eniyên leşkerî, li eniyên siyasî û civakî jî belav dibe. Jinên Kurd li qada şer, medya û siyasetê di gelek astan de li ber xwe didin. Ew ji bo civakek çêtir, ku jin di biryardayînê de hevparên rastîn bin û mafên wan ên tevahî werin garantîkirin, tekoşîna xwe didomînin.
Ev berxwedan ne tenê bertekek li hember êrîşên derve ye, belkî beşeke ji projeyeke civakî û çandî ye ku armanca wê avakirina civakeke nû ya kurdî ye, ku li ser esasên wekheviya zayendî tê avakirin û rûmeta mirovî bêyî cudahiya cins û zayendê, bi pêş dixe. Ji ber ku dijwarî û êrîş berdewam dikin, jinên Kurd li hemberî neheqiyê meşaleya azadiyê hildigirin û li ser helwesta xwe berdewam in.
Şervan 8’ê Adarê tenê weke roja pîrozkirina têkoşînê nabînin, her roja ku derbas dibe têkoşînek berdewam e.
Di navenda şerê Bendava Tişrînê de ku şerên herî dijwar lê diqewimin, şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jin bi lehengî li ber xwe didin. Ne tenê ji bo parastina axa xwe, ji bo parastina hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe didin. Ev têkoşîna ku roj bi roj şehîd dikevin, ne tenê şerekî leşkerî ye, belkî sembola berxwedan û rûmetê ye ku di dîrokê de heq dike.
Nebûna şervanên jin ji pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, îfadeya wê yekê ye ku têkoşîna wan rojekê jî naraweste, têkoşînek berdewam e. Ew 8’ê Adarê tenê weke roja cejn û bîranînê nabînin, belkî her roja ku li eniyên şer derbas dibe têkoşînek berdewam e û cejnek rast e. Ev têkoşîn di çalakiyan de, di cesareta bêdawî û fedekariyeke bêsînor de cih digire.