Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Tetwanê li Xelatê çerxa nelirêtiyê: 11 kes ketin ber lêpirsînê!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Rojîn Kabaîş: Ji bo dest ji dozê berdim gefê li min dixwin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bîranîn: Seyîd Riza rûmeta me ye!
Rojane

Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bîranîn: Seyîd Riza rûmeta me ye!

Seyîd Rıza û hevrêyên wî li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di çalakiyan de soza ku dê têkoşîna wan bi aştî û civaka demokratîk bê tacîdarkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Seyîd Riza û hevrêyên wî di 88’emîn salvegera darvekirina wan de li gelek bajaran bi çalakiyên curbicur hatin bibîranîn.

ŞIRNEX

Li navenda Şirnexê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve ji bo salvegera 88’emîn a darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnex Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û gelek welatî tev li daxuyaniya li ber avahiya DEM Partiyê hate dayîn bûn.

Daxûyanî tenê bi Tirkî hate dayîn. Piştre Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez axivî û diyar kir ku ew di kesayeta Seyîd Riza û hevrêyên wî de hemû cangoriyên Terteleya Dêrsîmê bi bîr tînin û wiha got: “Ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heta îro li ser yek netewê hatiye avakirin. Li dijî vê yekê serhildanên gelê Kurd hatin destpêkirin û bi hezaran welatiyên me hatin qetilkirin. Gelê Dêrsimê di serdema Osmaniyan de 600 salan bi awayek xweser jiyan dikir. Bi avakirina komarê re li ser xweseriya Dersîmê êriş pêk hatin.”

Mehmet Zekî Îrmez di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Xwestekên gelê Kurd, xwestekên gelê Dêrsimê hene. Divê dewlet di vê pêvajoyê de bi van rastiyan re rû bir û bîmîne û rastiya van pêkanîna derxe holê. Divê dewlet cihê gorên kesên hatine qetilkirin eşkere bike, heya ku ev yek pêk neyê mirov nikare qala pêvajoyek serkeftî bike.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Seyîd Riza rûmeta me ye” bi dawî bû.

WAN

Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, bi boneya salvegera 88’emîn a darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em qirkirina Dêrsimê ji bîr nakin, em Seyîd Riza û hevrêyên wî bi rêzdarî bi bîr tînin” hat vekirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, Parlamenterê DEM Partiyê Mahmûd Dîndar, hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Wanê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Metna daxuyaniyê tenê bi Tirkî hate xwendin. Metna daxuyaniyê ji hêla rêveberê DEM Partiyê Îlhan Gunay ve hat xwendin. Îlhan Gunay diyar kir ku Terteleya Dêrsimê ku di dîroka komarê de rûreşiya herî mezin e û pergala netew-dewletê ya li dijî bawerî û nasnameyan nayê qebûlkirin. Îlhan Gunay da zanîn ku hişmendiya yekparêz dixwaze bi qetlîaman, polîtîkayên bişaftinê hwd. xwe li ser pêyan bigire û wiha got: “Avakirina komareke demokratîk bi guherandina kodên kevneşopî û înkarê yên netew-dewletê pêkan e. Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya rêzdar Ocalan, di heman demê de banga eşkerekirina heqîqetan, pêkanîna edaletê û parvekirina êşan e. Rûbirûbûna bi Komkujiya Dêrsimê re ji bo pêkvejiyanê pêdiviyeke mezin e û bidawîkirina polîtîkayên bêgoriyê û eşkerekirina cihên gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî ji bo aştiyeke mayînde gelek girîng e. Em careke din Seyîd Riza û hevrêyên wî yên ku têkoşîneke bêhempa dane bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin.”

Daxûyanî bi çepikan bi dawî bû.

AGIRÎ

Di merasîma bîranînê ya ji bo Seyîd Riza û hevalên wî de ku li avahiya DEM Partiyê ya Agiriyê hate lidarxistin, endamên DBP, rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partî, MEBYA-DER, DÎK û gelek kesên din beşdar bûn. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo Seyîd Riza û hevalên wî dest pê kir. Endamê DÎK’ê Îlhan Tan di merasîma bîranînê de axaftinek kurt kir û got: “Bi sedsalan e ku zordar, barbar û bedewiyan Kerbelayê anîn serê gelê Kurd. Îro roja şehîdbûna Seyîd Riza ye. Lê gora Seyîd Riza hîn jî tê veşartin. Em dixwazin ev yek ji raya giştî re were eşkerekirin û bîranînên li gorî Seyîd Riza werin lidarxistin.”

Piştî axaftinê sînevîzyonek hat nîşandan ku behsa têkoşîna Seyîd Riza û hevalên wî û komkujiya wî dikir.

ERZIROM

Seyîd Riza li navçeya Qereyazî ya Erziromê jî ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve hat bibîranîn. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn ku di bin berfê de hat lidarxistin. Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Ramazan Karakaş di çalakiyê de axivî û diyar kir ku dê têkoşîna Seyîd Riza û hevalên wî bi aştî û civakeke demokratîk tacîdar bikin.

Her wiha li Mûş û Bedlîsê jî bi heman armancê çalakî hatin lidarxistin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêzên hikumeta veguhêz êriş birin ser Siwêdayê
Nûçeya Pişt re Bakirhan: Em ê vê pêvajoyê bi rengekî rast bi rê ve bibin, serketin wê mezin be
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD’ê rê neda dagirkeran

QSD'ê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Katz gef xwar: Xamaney nema dikare hebûna xwe bidomîne

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz careke din gef li lîderê olî yê Îranê xwar…

Ji aliyê Stêrk TV

Li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bendên nû hatin danîn

Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, 3 bendên nû li noqteyên têketinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

HRW: Li Burkina Fasoyê ji 2023’yan û vir ve zêdetirî 1.800 sivîl hatine qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo qeyda nasnameyê 9 navend hatin diyarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?