Şaxa Komaleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) a Îzmîrê, Komaleya Çand û Hevgirtinê ya Îzmîr-Dersimê, Federasyona Komaleyên Dersimê (DEDEF) û Federasyona Elewî Bektaşiyan (ABF) 87’emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî bi bîr anîn.
Gelek kes beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya li pêşiya Îskeleya Karşiyaka ya Îzmîrê hat lidarxistin, bûn. Hevserokê Komaleya Çand û Hevgirtinê ya Îzmîr-Dersimê Hasan Alî Kiliç daxuyaniya bi Kirmanckî û Hevseroka DAD’ê ya Îzmîrê Nebat Çelîk jî bi Tirkî xwend.
Di dema daxuyaniyê de komeke nijadperest ku ji qadê derbas dibû hewla êrîşeke provokatîf kir. Piştî vê rageşiya demkurt daxuyanî dewam kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî gelê Dersimê komkujiyek hat kirin û wiha hat gotin: “Di salên pêşîn ên avakirina Komarê de her çiqas soza xweseriyê, soza dabînkirina şert û mercên wekhev ên jiyanê û sozên hêvîbeş hatibin dayîn jî ev pêvajo demeke kurt dewam kiriye. Îttîhatkar serdest bi sepandina polîtîkayên înkar-îmha-komkujiyê, pêvoja qirkirina Kurdan ji Koçgiriyê dest pê kir û bi Agirî, Zîlan û Tendûrekê dewam kir. Dersim li dijî îdeolojiya fermî ya Tirk-Îslamê bû, heqîqeteke civakî bû û hem gelê Kurd hem jî baweriya Raa Heq/Elewî tê de dijî, komkujî pêk anîn.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Seyîd Riza û hevrêyên wî wekî berpirsiyarê berxwedana Dersimê hatin nîşandan û bi biryarên dadegehê yên derewîn hatin qetilkirin. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di van rojan de ku li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd nîqaş tên kirin. Tevî ku em wek Dersimî li benda rûbirûbûn û lêborînekê bûn; bi dûrketina ji hiqûq û demokrasiyê re gotinên nijadperest û faşîzane yên komkujiyan dîsa bi bîr dixin. Em careke din ji vir tînin ziman ku em ê tu carî vê yekê qebûl nekin. Seyîd Riza û hevrêyên wî Pîrên Dersimiyan in, rêberê wan in û her yek ji wan stêrkên pole ne, rênîşandêr in.”
GAVÊN KU DIVÊ BÊN AVÊTIN HATIN RÊZKIRIN
Daxuyanî wiha berdewam kir: “Em dixwazin pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin û em welatekî hevpar, jiyaneke demokratîk, azadîxwaz û wekhev diparêzin.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev daxwaz hatin rêzkirin:
“* Divê cihê binaxkirina Seyîd Riza û hevrêyên wî bê eşkerekirin û divê neqilkirina cenazeyan a ji bo Dersimê neyê astengkirin.
* Divê arşîv bên vekirin û navê Dersimê lê vegerînin.
* Divê nav û aqubeta zarokên me yên hatine sirgunkirin û dest danîne ser wan bê aşkerekirin.
* Divê dawî li asîmîlasyon, jinavbirin û her cure tundiyê bê anîn.
* Divê ji gelê Dersimê lêborîn bê xwestin, mafên me yên civakî bên naskirin û di Destûra Bingehîn bên parastin.
* Divê ji bo destûreke bingehîn a demokratîk û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd gavên lezgîn bên avêtin.”
Piştre Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşiyan Mûstafa Aslan axivî û diyar kir ku wek neviyên Pîr Seyîd Riza serî natewînin û wê dev ji daxwaza aştî û wekheviyê bernedin.
Piştî axaftinan Pîrê Ocaxa Kureyşanê Îsmaîl Alkan gulbeng da, çira hatin vêxistin û loqme hatin belavkirin.