Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) têkildarî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.
Di destpêka daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi hilweşîna rejîma Beşar Esad re li Sûriyeyê rewşeke nû destpê kiriye û hate ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi hevkariyên xwe yên DAÎŞ’ê re, bi komên weke HTŞ û SMO’yê bi lez û bez kete nava liv û tevgerê û berê xwe da Sûriyeyê.
SMJÊ diyar kir ku dewleta Tirk vê kaos û tevlîheviya li Sûriyeyê ji bo xwe weke firsendekê dibîne û dest bi plana xwe ya qirkirina Kurdan kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Armanca dewleta dagirker ew e ku li Rojavayê Kurdistanê, destkeîti û îradeya gelê kurd têk bibe û sîstema demokratîk a li Rojava pêk hatiye, hilweşîne. Tirsa Tirkiyeyê ew e ku gelê Bakurê Kurdistanê jî daxwaza azadiya xwe bike û rabe ser piyan.”
Daxuyaniya SMJÊ bi vî rengî dewam kir:
“Tişta ku çeteyên DAÎŞ’ê 3.Tebaxa 2014’an li Şengalê hemberî civaka Êzidi û jinên Êzidî kirin, niha dewleta Tirk ku dijminatiya gelê Kurd ji xwe re dike esas, bi komên çete yên bi heman mejî û heman hovîtiyê li Rojavayê Kurdistanê û tevahiya Sûriyeyê, di serî de li dijî jinan, li hemberî bawerî û kêmneteweyan dike. Weke jinên Êzidî, em bi fikar û guman in, eger dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd bi ser bikeve wê yekser berê xwe bide Şengalê û fermaneke din li hemberi civaka Êzidî pêk bine. Lewra em weke SMJÊ dibêjin, avakirina hikûmetike nû li Sûriyeyê bi destê van dijminê gelê Kurd û tevahiye mirovahiyê, bi van kiryaran û vê zîhniyetê ne pêkane. Ji ber ku armanca wan ji kiryarên wan diyar in. Ew dixwazin zihniyeta xwe ya DAÎŞ’ê li ser heremê bi giştî ferz û dagir bikin. Di planê qirkirnê de, pêşî gelê Kurd û piştre qirkirin û kolekirina jinan heye. Dîsa zihniyeta reş, tarî û paşverû, li ser hemû baweriyan tê ferzkirin. Weke Êzidî, Elewî, Xiristiyan, Durzî û hwd. Hemû baweriyên cuda, pêkhateyên li Sûriyeyê di bin metirsiyeke mezin de ne. Bi komkujî û êrîşên li hemberi Elewiyan rastiya wî mejî xwe da der. Em wek SMJÊ wê hovîtiyê bi tundî şermezar dikin. Her wiha em ji QSD’ê hêvî dikin ku çawa YPJ û YPG 3’ê Tebaxa 2014’an li civaka Êzidî xwedi derket û bû stara Jinên Êzidi, îro jî li gelê Elewî û bi taybetî li jinên Elewî xwedî derkeve û bibe stara wan.”
Daxuyaniya SMJÊ’yê bi vî rengî bi dawî bû:
“Li hemberî van xeterî û metirsiyan em bang li hemû partî, berpirs, rêxistin û hêzên Kurdan dikin û dibêjin, ‘Eger hûn vê firsenda dîrokî ji destê xwe berdin û nebin yek, ev guneh û sûc e. Eger hûn nebin yek, hûnê bibin hevkarên sûcê dijmin, li hember gelê Kurd. Roj hatiye ku Kurd li dora Rêveberiya Xweser û hêza leşkerî QSD’ê kom bibin û bibin yek. Ev derfeteke zêrîn e, nabe ku ji dest bê berdan. Roj roja parastina rûmet, şeref, nasname û hebûna me gelê Kurd e. Dîsa em bang li hemû hêzên demokrat, şoreşger û azadîxwaz, aştîxwaz û mafparêz dikin û dibêjin, ‘Rojava rûmeta mirovahiyê parast û îro ji diparêzê, li ber xwe didê. Divê her kes bi lezgînî, li hember mejiyê jinkuj û mirovkuj rabe ser piyan û li kêleka berxwedana qirnê sedsalê cihê xwe bigire û erka xwe ya dîrokî pêk bîne.”