Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Tetwanê li Xelatê çerxa nelirêtiyê: 11 kes ketin ber lêpirsînê!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Rojîn Kabaîş: Ji bo dest ji dozê berdim gefê li min dixwin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TAJÊ bang li parlamenta Swîsreyê kir: Bikin ku dewleta Tirk û DAÎŞ bêne darizandin
Jin

TAJÊ bang li parlamenta Swîsreyê kir: Bikin ku dewleta Tirk û DAÎŞ bêne darizandin

TAJÊ ji parlamenta Swîsreyê re nameyek şand, ku beriya çend rojan qirkirina Êzidiyan nas kir û bal kişand ser metirsiya DAÎŞ'ê ya bi hevkariya dewleta Tirk li ser herêmê tê kirin. TAJÊ xwest, dewleta Tirk û DAÎŞ'ê bêne darizandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) nameyek ji Parlamenta Swîsreyê re şand ku di 17’ê Kanûnê de Qirkirina Êzidiyan nas kir.

Nameya TAJÊ wiha ye;

“Di dîroka mirovahiyê de li ser civakên Ermenî, Êzidî, Mesîhî Kurd û hwd. bi dehan caran komkujî bi armanca tunekirina wan çêbûne. Civaka Êzidî yek ji wan e ku di dîrokê de rastî 74 fermanan hatiye. Li ser xaka Mezopotamyayê baweriya Êzidayetiyê, yek ji baweriyên herî kevnar e ku bi hezaran salan li ser vê xakê bi baweriyên din re jiyaye û zirarê nedaye tu bawerî, ol û civakên din. Ev çanda kevnar 74 caran bûye armanca deshilatdaran û rastî êrişên qirkirinê hatiye. Fermana ku cîhanê jê re şahidî kir, fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bû ku bi destên çeteyên DAIŞ’ê hat serê civaka Êzidî li Şengalê. Hêzeke tarî ya weke DAIŞ’ê li pêş çavên cîhanê bi awayekî herî hov êrişî civaka Êzidî kir û fermanê li serê wan rakir. Hovîtiya ku DAIŞ’ê li dijî civaka Êzidî kir mînakên wê di dîroka mirovahiyê de kêm tên dîtin.

‘Gaveke erênî ye’

Di ser vê fermanê deh sal derbas bûn, di van deh salan de 14 welatan fermana 3’êTebaxa 2014’an an bi fermî we jenosîd nas kirin. Bêguman ev gaveke girîng û dîrokî ye. Herî dawî di 17’ê Kanûna 2024’an de parlamantoya Swîsreyê jenosîd bi fermî nas kir. Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) gava ku we avêt girîng û erênî dibînin. Li ser kiryarên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê li dijî civaka Êzidî li Şengalê, we gelek lêkolîn kirin ku di encama van lêkolînan de bi fermî we fermana 74’an weke jenosîd nas kir. Em di wê bawariyê de ne ku ji bo darizandina DAIŞ’ê û hevkarên wan PDK’ê û dewleta Tirk ku sûcdarên sereke yên fermanê bûn, hûn ê bi erkên xwe yên mirovî rabin. Dewleta Tirk bi piştgiriya xwe ya ji DAIŞ’ê re, Partî Demokratî Kurdistan (PDK) jî bi firotina Şengalê û xiyaneta xwe bûn sûcdarên jenosîdê. Deh sal di ser jenosîdê re derbas bûn lê hê jî DAIŞ û sûcdarên ku vê jenosîdê kirin, di dadgeheke navneteweyî de nehatine darizandin. Ev yek dibe sedem ku DAIŞ careke din xwe zindî bike, zindîbûna DAIŞ’ê xeterên fermanên nû bi xwe re tîne.  

‘Ji bo ferman bi dawî bibin pêwîst e sûcdar werin darizandin’

Di roja îro de bi sedan şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê û Sûriyeyê hene. Dewleta Tirk bi piştgiriya xwe ya cebilxane, lojîstîk û perwerdekirinê, DAIŞ’ê xurt dike û zindî dihêle. Mînakên vê yekê em li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, li Efrîn, Serêkaniyê, Girê spî û herî dawî li Şehba û Minbicê dibînin. Ev cih ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, li wan deran kiryarên bi zihniyeta DAIŞ’ê berdewam dikin. Rojane mirov tên revandin, kuştin û koçberkirin. Jin rastî destdirêjî, tecawiz û qetilkinê tên. Herî dawî çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Şehbayê serê jin û zarokan jêkirin û bi hovane qetil kirin. Li van cihên dagirkirî jenosîd berdewam dike, Êzidî, Kurd, Mesîhî, Misilman û civakên wê derê rastî qirkirinê tên. Ji bo rê li pêşiya vê qirkirina ku rojane tê meşandin bê girtin divê rê li pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê were girtin û têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê were xurtkirin. Dagirkeriya dewleta Tirk ku bi xwe re DAIŞ’ê zindî dike xeteriyek cidî li ser Iraqê bi taybetî li ser civaka Êzidî li Şengal dide avakirin.

Li ser vî esasî em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji we daxwaz dikin ku çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan PDK û dewleta Tirk di dadgeheke navneteweyî de bên darizandin. Ji bo pêşîgirtina li komkujî û fermanên nû divê rê li pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk were girtin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê nobeda li dijî dagirkeriyê
Nûçeya Pişt re Baz Ereb: Em li Bendava Tişrînê derbên giran li çeteyan dixin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Tişrînê şer giran e: Hewldana pêşveçûnê ya tankan hate şikandin

Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran dibin. Li xeta Tişrînê di navbera hêzên…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Tevgerê: Em hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin

Rêveberiya Tevgerê ragihand ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihîne qonaxa duyemîn, hemû…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Me rotaya siberojê diyar kir

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku wê di dema nû de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

HRW: Li Burkina Fasoyê ji 2023’yan û vir ve zêdetirî 1.800 sivîl hatine qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo qeyda nasnameyê 9 navend hatin diyarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?