În, 15 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 15’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Melîke Goksû cara sêyemîn hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NÛÇE TV dest bi weşanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ziman, bîr, çand û nirxên bingehîn ên jiyana hevpar a gelan in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E: Cejna Zimanê Kurdî têkoşîna ji bo nasnameyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    SZPÊ Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tanrikûlû: CHP têkildarî pirsgirêka Kurd îradeya çareseriyê nîşan dide
Rojane

Tanrikûlû: CHP têkildarî pirsgirêka Kurd îradeya çareseriyê nîşan dide

Parlamenterê Amedê yê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû got: ‘’CHP pirsgirêka Kurd ne weke amûreke hilbijartinê, weke yek ji mezintirîn astengiya li pêşiya Tirkiyeyê dibîne û bedêla wê her çi be jî îradeya çareseriyê nîşan dide.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Pêlên operasyonên di 19’ê Adarê de yên ku bi binçavkirin û girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglû û reveberên ÎBB’ê  dest pê kirin û nerazîbûnên li hemberî van operasyonan berdewam dikin.

Bi taybetî jî sûcdarkirina Îmamoglû û rêveberên ÎBB’ê ya girêdayî ‘’Lihevkirina Bajêr’’ a li gel DEM Partiyê  û hewldana ‘’terorîzekirina’’ hilbijêrên DEM Partiyê ya ji aliyê desthilatdariyê ve di nava civaka Tirkiyeyê de bû sedema nîşandana nerazîbûnan. Vê yekê kir ku di navbera CHP, Sosyalîst û DEM Partiyê de nîqaşên têkoşîna hevpar dest pê bikin.

Parlamenterê Amedê yê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû têkildarî pêvajoya piştî operasyonên 19’ê Adarê dest pê kiriye û nêrîna CHP’ê ya li ser Kurdan  ji ANF’ê re axivî.

‘CHP Û BI MILYONAN KES LI HEMBERÎ DERBEYA LI DIJÎ ÎMAMOGLÛ BÛN YEK’

Tanrikûlû di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku berovajî tespîta ku çalakiyên girseyî ji CHP’ê derbas bûne, girseyan CHP derbas nekirine û li hemberî derbeya li dijî Îmamoglû bûne yek. Tanrikûlû anî ziman ku desthilatdarî ne li benda vê yekê bû û got:

‘’Stenbol bes ne bajarê mezin e di heman demê de Tirkiyeya biçûk e. Li Stenbolê bêguman welatiyên ji hemû bajarên Tirkiyeyê hene. Çarenûsa Stenbola ku bi 16 milyon nifûsa, aboriya xwe ya mezin û  tengava xwe ku weke deriyê Tirkiyeê ê ber bi cîhanê ve vedibe, di heman demê de çarenûsa Tirkiyeyê ye.  Ji ber wê yekê jî pêlîstina çarenûsa Stenbolê, îradeya Stenbolê û şaredariya wê tê wateya girtina hemû Tirkiyeyê. Desthilatdariya heyî bi van hevsiyan re eleqedar nabe. Dijminahiya AKP’ê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin, ew e ku di paşerojê de çavkaniyên vêşaredariyê talan kirine û ev du serdem in ku nikare vê yekê bike. Sedema dijminahiya li hemberî Îmamoglû jî ew e ku Îmamoglû wê di hilbijartinên bê de Erdoganî bi rehetî têk bibe.

Di rastiyê de girse ji CHP’ê derbas nebûn. CHP û bi milyonan welatî li hemberî derbeya li dijî Îmamogşû bûn yek û dîwarê desthilatdariyê yê tirsandinê hilweşandin. Bi tu awayî ne li benda tişteke wiha bû û hesaba vê yekê nedikir. Di tişta ku dizanîn de şaş bûn. li hemberî  gelê ku dîwarê tirsê hilweşandin û  sekna CHP’ê tirsiya. Sedema hiqûqiyên a niha jî ev tirsa wan a mezin e.’’

‘XWEDÎDERKETINA OZEL A PIRSGIRÊKA KURD DEWAMA XETA SIYASETA CHP’Ê YA BI SALAN E’

Tanrikûlû di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku îradeya Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel a têkildarî pirsgirêka Kurd desthilatdarî tirsandiye û diyar kir ku CHP pirsgirêka Kurd weke amûreke hilbijartinê nabîne û ev yek anîn ziman: ‘’Îradeya Birêz Ozgur Ozel a têkildarî pirsgirêka Kurd qet naçe xweşiya desthilatdariyê. Çimkî AKP pirsgirêka Kurd bes weke qada pêngaveke xwe bi kar bîne û dixwaze neyê çareserkirin. Her wiha naxwaze vê pirsgirêkê bi demokratîkkirina Tirkiyeyê çareser bike. CHP ji sala 2010’an ve ye îradeya çareseriya demokratîk nîşan dide û pêşniyarên berfirek dike. Ji ber wê jî xwedîlêderketina Birêz Ozel a pirsgirêka Kurd û nîşandana biryardariya çareserkirina pirsgirêkê ne sekneke şexsî ye dewama siyaseta CHP’ê ya bi salan e.

‘CHP TÊKILDARÎ PIRSGIRÊKA KURD ÎRADEYA ÇARESERIYÊ NÎŞAN DIDE’

AKP, pêvajoya çareseriyê di navbera salên 2013-2015’an jî di nav de tu carî di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi qasî CHP’ê jidil nebû.  Dema ku di sala 2002’yan de desthilatdarî bi dest xist li Tirkiyeyê şer û pevçûn, teror û tundî nebûn. Lê belê AKP di her du salên destpêkê yên desthilatdariya xwe de tu pêngav neavêtin. Di sala 2005’an de Erdogan hate Amedê û got ku ‘Pirsgirêka Kurd,pirsgirêka min e’ û salekê piştre li hemberî bûyerên li Amedê gotina ‘Jin jî be, zarok jî be’ bilêv kir û hemû welatiyên Kurd kirin hedefa hêzên dewletê. Jixwe pêvajoya piştre ji aliyê her kesî ve tê zanîn.

Ger xudbînî û hesabên AKP’ê yên biçûk nebûna, hê di destpêka salên 2000’î de Tirkiye dikarîbû standartên ketina Yekîtiya Ewropayê bi dest xistibana û dikarîbû pirsgirêka Kurd jî herî kêm beriya 15 salan bihata çareserkirin. Lê belê pirsgirêka Kurd di hemû pêvajoyên hilbijartinan de ji bo AKP’ê weke amûrekê hate dîtin. Ji ber wê yekê ev pirsgirêk bi demê re berfirehtir bû û xwe gihand qada navneteweyî. Ger AKP bizanibe ku wê hilbijartinên li pêşiya me bi şer û pevçûnan bi dest bixe, wê pêvajoya a niha ya heyî yekser bi dawî bike. Lê belê êdî tu rêyên wê nemane. CHP pirsgirêka Kurd ne weke amûreke hilbijartinê, weke yek ji mezintirîn astengiya li pêşiya Tirkiyeyê dibîne û bedêla wê her çi be jî îradeya çareseriyê nîşan dide.’’

‘GEL AMADE YE HEVPARIYEKÊ PÊK BÎNE, DIVÊ YEKÎTIYA TÊKOŞÎNÊ PÊK WERE’

Tanrıkûlû anî ziman ku gel di mijara têkoşîna hevpar de amade ye û divê ev hevparbûn veguhere yekîtiyeke têkoşînê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:

‘’Her çend xet, îdeolojî, gotin û rê û rêbazên kesên ku demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dixwazin, cuda bin jî çarenûsa wan yek e. Nabe ku ji desthilatdariya şaredariyên Wan, Êlih û Culemêrgê desteser dike li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê rêveberiyeke demokratîk were hêvîkirin. Bi heman awayî ji desthilatdariya ku bi hinceta li gel hilbijêrên Kurd li hev kiriye, serokê şaredariyê darizîne, Îmamoglû û hevalên wî digire, Şaredariya Esentyûrtê desteser dike û êşkenceyê li ciwanên ku bertekên xwe nîşan didin dike li Amed, Êlih û Culemêrgê rêveberiyeke demokkratîk were hêvîkirin. Tu eleqeya vê desthilatdariyê û rêveberên wê bi demokrasiyê re tune ye. Têgeha demokrasiyê bes di çarçova berjewendiyên xwe de bilêv dikin.

Ev desthilatdarî bû sedem ku em li şert û mercên salên 1990’yî bigerin. Ji ber vê yekê li vî welatî têkoşîna hevpar a kesên dazwaza demokrasiyê dikin gelekî girîng e.  Ger ev hevparbûn pêk neyê wê her kes bes li qada têkoşîna xwe bide meşandin. Jixwe çi hatibe serê me ji ber wê yekê hatiye ku dema zext lê yekê tê kirin aliyê din temaşe dike. Divê êdî em xwe ji vê yekê rizgar bikin. Li gorî min gel û siyaset li hemberî vê yekê amade ne. Tirsa desthilatdariyê ya mezin ev e. Bi saya vê desthilatdariyê kesên ku tu caran neyên li ba hev, di çalakiyan de hatin li ba hev. Ger ev yek veguhere yekîtiya têkoşînê wê me di demeke kurt de ji vê tarîtiyê rizgar bike. Lê belê ger ev yek pêk neyê ku ez dikarin vê yekê li ser navê CHP’ê bibêjim, wê têkoşîna me heya guherîna vê desthilatdariyê berdewam bike.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re HPG: Artêşa Tirk a dagirker 748 caran êrîş kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kearney: Divê Tirkiye vê derfeta ku Kurdan pêşkêş kiriye bibîne

Siyasetmedar Declan Kearney di konferansa navneteweyî ya li Stenbolê de axivî. Kearney qala pêvajoya Îrlandayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan: Divê Fatma Tokmak bê berdan

Rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan xwestin ku girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak tavilê serbest bê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya Zanîngeha Rojava serdana Parêzgarê Hesekê kir

Şandeya Zanîngeha Rojava di hevdîtina Parêzgarê Hesekê de mekanîzmayên entegrakirina beşên xwendinê yên taybet û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 15’ê Gulanê pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berdana Melîke Goksû cara sêyemîn hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

NÛÇE TV dest bi weşanê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Ziman, bîr, çand û nirxên bingehîn ên jiyana hevpar a gelan in’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?