Polîtîkayên şerê taybet yên dewleta Tirk yên ku di demsala havînê de xwe li Kurdistanê nîşan didin, pir eşkere ne. Di mehên havînê de polîtîkayên qirkirina xwazaya Kurdistanê zêde dibin û êdî di hemû havînan de şewatên daristanan bi awayekî rûtin pêk tên. Herî dawiym jî şewatên daristanan yên li Amed û Mêrdînê jî weke encameke polîtîkayên şerê taybet derdikevin li pêşiya me.
Li Kurdistanê di şewatên daristanan yên deh salên dawiyê de bi deh hezaran hektar erd bi temamî şewitî û heman erd weke xwe man û polîtîkayên şînkirina wan erdan nehatin sepandin. Herêmên ku şewatên daristanan lê derdikevin weke ‘qada ewlehiyê ya taybet’ tên diyarkirin ku ev yek jî ji bo astengkirina midaxelekirin û jinûveşînkirinê hate bikaranîn.
TALANA KU BI REFORMA ŞERQÊ DEST PÊ KIRIYE
A rastî şewatên daristanên li Kurdistanê ne rewşeke nû yan jî li gel desthilatdariya AKP’ê dest pê kiriye. Yekem polîtîkayên li dijî xwezaya Kurdistanê piştî Qanûna Reforma Şerqê ya ku di 8’ê Îlona 1925’an de hatî qebûlkirin, dest pê kirine. Piştî Serhilna Şêx Seîd li gel qebûlkirina Qanûna Reforma Şerqê çiya û deştên ku Şêx Seîd û hevrêyên wî lê li ber xwe didan hatin şewitandin û darên daristanan hatin birîn. Ev talan jî bi egera ewlehiyê hatibûn kirin.
Serhildana Şêx Seîd di rapora parlamenterê wê serdemê yê Çankiriyê Abdulhalîk Renda ya derheqê Qanûna Reforma Şerqê de weke ‘’tevgereke neteweyî ya ku Kurdayetiyê di bin navê dînî de derdixîne pêş’’ tê nîşandan. Di rapora têkildarî Planên Reforma Şerqê de ya Cemîl Ûbaydin ê Cîgirê Hundirîn ê wê demê jî îfadeyên weke; ‘Divê bi Walitiya Giştî û bi rêbaza koloniyê were birêvebirin’’ tên bikaranîn.
Bi Plana Reforma Şerqê Tirkiye ji bo 5 serferiştiyên giştî yên cuda hatiye dabeşkirin û Kurdistan weke Serferiştiya Giştî ya 5’emîn hatibû diyarkirin. Dewlet ji bo ku li Kurdistanê hakimiyetê bi dest bixe girêdayî planê dest bi pêvajoya zext û operasyonên dijwar kir. Di vê pêvajoyê de jî bi taybet jî çiya û daristanên ku digotin Şêx Seîd û hevrêyên wî lê dimînin, hatin şewitandin û talankirin. Gundên çiyayî hatin valakirin, xanî û şikeft hatin talankirin û şewitandin.
Heman polîtîka piştre di 1938’an de di pêvajoya Qirkirina Dersîmê û serhildana ku bi pêşengtiya Seyîd Riza de hatibû pêşxistin, hate sepandin û xwezaya Dersîmê hate talankirin û hate şewitandin.
DI NAVA DEWLETÊ DE DOMDARÎ ESAS E; SALÊN 90’Î, PKK Û ŞEWATÊN DARISTANAN
Bi salan piştî Qanûna Reforma Şerqê di sala 1987’an de vê carê jî ji bo bidawîkirina PKK’ê dewletê pêngav avêt û di 10’ê Tîrmeha 1987’an de bi salan piştî Qanûna Reforma Şerqê OHAL weke awayê nûkirî yê Plana Reforma Şerqê derket holê. 3 salan piştî derketina gerîlayan dewletê li Kurdistanê OHAL îlan kir û vê carê li dijî artêşa gerîkayan ya zêdetir birêxistinkirî, bi heman çekê rûyê xwe nîşan da. Ew çek jî tunekirin û talankirina xwezaya Kurdistanê bû.
Di sala 1925’an de Kurdistana ku weke Serferiştiya Giştî ya 5’emîn hatibû pênasekirin, vê carê bi xistin di çarçoveya OHAL’ê û rayeyên zêde ji waliyên OHAL’ê re hatin dayîn. Di vê pêvajoyê de waliyên OHAL’ê di bin navê ewlehiyê de dikarîn dikarîn bi temamî yan jî demkî gund û gundikên ku diketin qada wan vala bikin, cihê wan biguherînin û girêdayî vê yekê bi awayekî serbixwe kiryarên din pêk bînin.
Bersivên ji hev cuda yên Wezîrê Derdor û Daristanê yê wê demê Veysel Eroglû yên di sala 2008’an de jî weke îtîrafekê bûn ku şewatên daristanan ji ya dihat gotin zêdetir bûn.
Di sala 2008’an de parlamenterê Colemêrgê yê wê demê Hamît Geylanî têkildarî şewatên li Kurdistanê yên di navbera salên 1990 û 2008’an de pêşniyazpirsek pêşkêşî meclisê kir û li hemberî vê yekê wezîrê eleqedar bersiva; ‘’Di navbera salên 1990 û 2008’an de li herêmên Analotiya Rojhihat û Anatoliya Başûrrojhilat 390 şewatên daristana derketine û di encama van şewatan de 9.100 hektar erdî zirar dîtiye… Li hemû qadên şewatê ji aliyê wezareta me ve ji vû ne dar hatine çandin’’ da. Her wiha li hemberî pirsa parlamentera Îdirê ya wê demê Pervîn Bûldanê ku pirsa Bûldanê jî têkildarî şewatên daristanan û darçandina li Kurdistanê ya di 20 salên dawiyê de bû, beriva; ‘’Di encama şewatên 20 salên dawiyê yên li herêmên Analotiya Rojhihat û Anatoliya Başûrrojhilat de 5.649 hektar erdî zirar dîtiye… Li daristanên herêmên Analotiya Rojhihat û Anatoliya Başûrrojhilat darberûyê zêde ne û darberû weke egera biyolojiya xwe ji nû ve şîn dibin. Ji ber vê yekê li qadên ku ji ber şewatan zirar dîtine, dar nayên çandin’’ hatibû dayîn.
ENCAMÊN ŞEWATÊN DARISTANAN HEM YÊN EKOLOJÎK HEM JÎ YÊN ŞERÎ HENE
Hê jî bi awayekî rêk û pêk nehatiye eşkerekirin ku li Kurdistanê çi qas daristan hatine şewitandin û xweza çi qasî zirar dîtiye. Berdevka Meclisa Ekolojiyê ya DEM Partiyê Melîs Tantan têkildarî şewatên li daristanên Kurdistanê ji ANF’ê renirxandinên xwe anîn ziman û Melîs Tantan destnîşan kir ku encamên şewatên daristanên hem yên ekolojîk û hem jî yên şerî hene.
Tantan diyar kir ku encamên şewatên daristanan yên weke felaketa ekolojîk hene û axaftina xwe bi van gotinan berdewam kir: ‘’ Li Kurdistanê ji ber krîza avûhewa û felaketên ekolojîk germahiyên zêde çêdibin. Avên li herêmê bi rêya HES û rêbazên din ên cuda hatine desteserkirin, hemû taybetmendiyên avên xwezayî zirar dîtine. Ev rewş hejmar û tesîra şewatan zêde dike. Lê belê şewatên ku ji ber van egeran derdikevin ne zêde ne. Sedema gelek şewatên li Tirkiye û Kurdistanê xetên neqikirina enerjiyê, piştî vê yekê jî parçekirina daristanan, înşeat, tûrîzm, meden û projeyên têkildarî van xalan in. Ev proje û polîtîkayên li Kurdistanê tên sepandin bi polîtîkayên şerê taybet ên dewletê re weke hev pêş dikevin.’’
DEDAŞ LI GORÎ POLÎTÎKAYÊN DESTHILATDARIYÊ TEVDIGERE
Tantan diyar kir ku ji dema ku DEDAŞ’ê di sala 2013’an de karê belavkirina elektrîka li Kurdistanê girtî û vir ve, li gorî polîtîkaya desthilatdariyê tevdigere û got: “DEDAŞ’ê ji sala 2013’an ve fealiyeta belavkirina elektrîka li herêmê bi taybetkirinê dewr girt, lê ev bi serê xwe ne meseleyeke dewra ekonomîk e. Belê Tîvnîk û holdîngên ku ew girêdayî wan e, serketinên di dema AKP’ê de, nelirêtî û bandora wê ya li ser desthilatdariyê mijara gotinê ye, lê ev tora têkîliyê li gel îhyakirina şîrketê li Kurdistanê roleke cuda digire ser xwe û li herêma Elekrtîkê ya Dîcleyê dest bi karê aparateke stratejiya şerê taybet a dewletê dike. Ava ku ji bo zeviyên cotkaran ji barajê nayê bikranîn, gel neçarî bikaranîna elektrîkê dike. Ji ber qutbûnên elektrîkê û cezayên ku bi salane ji aliyê DEDAŞ’ê ve tên kirin, cotkar ji elektrîkê bêpar dimînin.
Yanî bi kurt û cewherî polîtîkayek tê meşandin ku cotkarên Kurd bêav bimînin, ji elektrîkê bêpar bimînin, bikevin bin deynan, êdî nekarin tiştekî biçînin û debara xwe bikin, hem rû bi rûyê xizantiyê hem jî rû bi rûyê koçberiyê bimînin. Her wiha ev polîtîka jî bi DEDAŞ’ê tê meşandin. Herî dawî jî ji ber ku şîrketê ji bo nûkirina û binesaziyê ti xebat nekirin, zevî û mal ji ber şewatê tune bûn. Dema ku alîkariyên çandî yên desthilatdariyê vediguhere deynan û zirara fiyatên tabanan jî li ser zêde dibe, hemû pêvajoya hilberandinê cotkarên Kurdistanê dixe nav zoriyê. Di demek dirêj de wê gel ji ber bêxurektî û peyda nekirina madeyên tîmarê yên esas, zehmetî bikêşe.”
ŞEWATÊN DARISTANAN BERHEMÊ POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET E
Tantan destnîşan kir ku tê zanîn li Kurdistanê daristan ji aliyê dewletê ve tên şewitandin, DEDAŞ jî li vir xwedî potansiyela derxistina texrîbatê ye û axaftina xwe wiha domand: “Em dizanin ku li ser erdnîgariya Kurdistanê, bi destê dewletê gelek şewat hatine derxistin. Xeteriya ku DEDAŞ’ê ji derxistina şewatê ava kirî, ne tenê ji bo qadên çandiniyê û bejahî, ji bo daristanan jî xwedî potansiyela çêkirina texrîbatê ye. Di vê şewata dawî de beşekî cihên şewitîne, qada daristaniyê ye. Ev rewş bi kêrî karê polîtîkaya şerê taybet tê. Bi salane desthilatdarî bangên gel ên ji bo aştiyê nabihîze. Desthilatdarî ji bo tunekirina çiya, daristan û mirovên Kurdistanê polîtîkayeke şer dimeşîne. Ev polîtîkayeke desteserkirina jiyanê ye. Şewat û birînên daristanan, li vir xwedî ciheke taybet in. Niha li Şirnexê jî daristan tên birîn, em vê car din dibînin. Ji bo çêkirina qereqolan û qadên leşkerî erdnîgariyek bi temamî tê tunekirin.”
DIVÊ KOOPERATÎFÊN ENERJIYÊ BÊN AVAKIRIN
Tantan anî ziman ku hingî li erdnîgariya Kurdistanê elektrîk bi destê dewletê bê belavkirin, wê pirsgirêkên bi vî rengî dewam bikin û diyar kir ku çareseriya van, avakirina kooperatîfên enerjiyê û bi xwecihiyan re xebat meşandine. Tantan wiha pêde çû: “Hingî li erdnîgariya Kurdistanê elektrîk girêdayî dewletê were bikaranîn, ev pirsgirêk wê dewam bikin. Ji aliyê polîtîkayên hilberandina enerjiyê ve, avakirina kooperatîfên enerjiyê û li gorî pêdiviyan hilberandina enerjiyê, bi berçavgirtina xwezayê hilberandin, avakirina mekanîzmayên belavkirin û bikaranîna enerjiya demokratîk, weke karekî demdirêj xuya bike jî tenê ev rê heye.
Piştî şewatên dawiyê me serdana gundan kir. Gundiyan gotin ku desthilatdariyê û saziyê daxuyaniya ‘şewata prêzeyê’ ji bo gundiyan li bera hev dû bidin, daye. Ji bo ku gelê Kurd bi van lîstokên desthilatdariyê neyê xapandin, divê rêxistinbûn û piştevaniya xwe hîn zêdetir bike. Helbet divê gelên din û kedkar jî piştgiriya vê yekê bikin…
Bi tenê tehrîbatên daristan û şewatan ne sînordar e. Xaka li her çar parçeyên Kurdistanê berdartirîn xaka dîrokê ye. Ew xak in ku wê herî dawiyê ji krîza avûhewayê bandor bibin. Hewce ye em li dijî dagirkeriyên madenan, HES’an, kanên xîz û keviran, xaza kevirîn û êrîşên din ên bi vî rengî derbikevin. Bi qasî xwedîderketina çand û zimanê dayîkê divê em xwedî li xwezayê jî derbikevin. Ev yek jî girêdayî têkoşîna gelê Kurd e.’’