În, 3 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin
Rojane

Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

Tê payîn ku Rêber Apo di nava meha Tîrmehê de bangekî dîrokî bike. Tê ragihandin ku PKK’ê wê li ser vê bangê li Başûrê Kurdistanê gavekî krîtîk biavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Di nivîsekî li Jinnewsê de ku ji aliyê Nezahat Dogan ve hatiye nivîsandin, tê diyarkirin ku di van rojan de şahidîya “geşedanên dîrokî” werin kirin.

Nivîs bi vî rengî ye; “Tê payîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangekî bike, piştre jî wekî gavekî çareseriyê ya li hemberî vê bangê komekî ji Tevgera Azadiya Kurd li Başûrê Kurdistanê çekan berdin. Wekî banga 27’ê Sibatê wê raya giştî ya cîhanê vê jî bi weşanên zindî bişopîne.

Rûpelên dîrokê têne guhertin, serdem demekî nû neçarî me dike. Demboriya hevpar a Tirkan û Kurdan bi hezaran salan, piştre polîtîkaya serweriyê ya cuda bike- bide şerkirin a li ser înkara Kurdan di pergala sed salî û têkoşîna çekdarî ya 50 salî de êdî vediguhere tîşteke din. Rastiyên dîrokê di fêmkirina îro de, di fesihkirinê de, di demokrasiyê de, di komînê de bi manîfestoya serdemekî nû jiyanî dike. Şer û aştî… Li dora maseyekî ji bo gelan ronahiya hêviyê.. Lê li vir pirseke girîng ev e; “Gelo ev çiqas rast û jidil e?” Bêguman avakirina kevirên aştiyê qet ne hêsan e û berpirsyarî û cesaretekî cidî dixwaze. Pirsgirêkên ku bi pevçûnê nehat çareserkirin, lê îro li maseyê bi muzakereya di navbera aliyên şer de hewl tê dayîn were çareserkirin, li gorî dem û pêvajoyên borî çareserî di xeta têkoşîn û muzakereya du alî de diyartir dibe. Rast fêmkirin, rast vegotin, pêşketin, rast xwendina têgehan û avakirina zemîna rast nîqaşkirinê, wê ziman û hêviya aştiyê xurttir bike. Lê divê em diyar bikin ku bi qasî yên çareseriyê dixwazin yên naxwazin jî hene; yên ku ji şer û pevçûnê xwedî dibin û rant, hez û sermayeyê qezenc dikin hene.

Desthilatdarî çi kir, wê çi bike?

Bi gavên ku bi timî ji aliyê Kurd ve dihat hêvîkirin, Abdullah Ocalan berpirsyariya mezin û giran ku girt ser xwe, pêk anî û vê yekê didomîne. Lê li Tirkiyeyê di pêvajoya nû ya ku piştî banga 27’ê Sibatê ve destpê kir de bi taybet tevî biryara agirbestê ya PKK’ê û biryara fesihkirina xwe jî dewlet û desthilatdariyê pêvajoyê pir giran dimeşîne. Dema ku Tevgera Azadiya Kurd, siyaseta Kurd û raya giştî ya Kurd di vê pêvajoyê de hemû gavên pêwîst avêtin jî, desthilatdarî di berpirsyariyên xwe de ku weke, ewlehiyên qanûnî û hiqûqî, xebitîna meclîsê, derxistina qanûnan û avêtina gavên pêwîst ên hiqûqî ne, gavên rast û şênber neavêt. Desthiladariyê ji bo pêşveçûna pêvajoyê komkirina kongreya PKK’ê avêt pêş, kongre hat komkirin. PKK’ê xwe fesih kir û biryara bêçekbûnê girt. Lê niha jî mesele bû nîqaşa bê ka çek çawa werin berdan. Li gorî agahiyên hatine wergirtin wê di rojên pêş de geşedanên nû çêbibin…

Em ê şahidiya berdana çekan bikin

Tê payîn ku Abdullah Ocalan ji Îmraliyê bangekî bike, piştre jî wekî gavekî çareseriyê ya li hemberî vê bangê komekî ji Tevgera Azadiya Kurd li Başûrê Kurdistanê çekan berdin. Wekî banga 27’ê Sibatê wê raya giştî ya cîhanê vê jî bi weşanên zindî bişopîne.

Baş e, aqûbeya yên ku çekan berdin çawa be? Rêxistin wê çawa çekan berde? Yên li çiyê wê çawa dakevin deşt? Wê ewlehiyên qanûnî çawa werin pêkanîn? Komîsyona ku wê di meclîsê de were avakirin, xebatên çawa bimeşîne, yan jî wê bikaribe bimeşîne? Partiyên siyasî wê di qonaxa komîsyonê de erkên xwe çawa pêk bînin? Di siyaseta demokratîk de zemîna hiqûqî û zemîna siyaseta demokratîk wê çawa were pêkanîn? Ne efûya giştî, lê derbarê bêçekbûnê de qanûnekî taybet wê were derxistin? Ji bo ku ev pirs hemû ji holê rabin tişa pêwîst ew e ku piştî berdana çekan demildest xebatên komîsyonê destpê bikin û yên ku ji çiyê werin wê bi kijan temînatê li deştê jiyan bikin û hebûna temînata tevlîbûna wan a li siyaseta demokratîk. Gelo ne tenê di çarçoveya Efûya Giştî de, lê qanûnên taybet a bêçekbûna PKK’ê bigire nava xwe, çêbibin? Gavên şênber ên ku ji aliyê desthilatdarî û dewletê ve werin avêtin, wê di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd, veguhertina demokratîk û avakirina demokrasiyê de samîmiyet û biryardariya dewletê nîşan bide.

Paradîgmaya sedsala nû

Îro, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gotina “Jiyana azad a gel bi komunan pêkan e. Çawa ku dewleta neteweyî çeka kapîtalîzmê ye, rêgeza damezrîner û çeka gel komun in” sosyalîzma reel û dewleta neteweyî rexne dike û weke paradîgmaya jiyanek nû ji bo civakan derdikeve pêş. Ev paradîgmaya ku veguherîna ji îdeolojiya dewleta neteweyî-tekparêzî ber bi perspektîfa civaka demokratîk û demokrasiyê nîşan dide, rêya jiyana bi hev re di aştî, demokrasî û azadiyê de nîşan dide, ne tenê ji bo Tirkiye û hikûmetê, di heman demê de ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê, li dijî hewldanên hêzên gerdûnî yên ji bo teşedayina pergala cîhanê ya nû ye. Ya ku îro ji bo me hewce ye, li ser rêya aştî û tifaqek nû ya ku di sedsala duyemîn de ji bo komarek demokratîk vebûye, tiştê ku Rêberê damezrîner gotiye rast fam bikin û gavên rast ên bên avêtin misoger bikin. Ji xala ku Abdullah Ocalan got, “Konfederalîzma demokratîk jehrkujiya netewe dewletê ye” dest pê bikin, divê em ji bo avakirina pergal û rejîmên nû yên ku wê guhertin û veguherînê pêk bînin têbikoşin.

Çerxa şer a ku bi taybetî ji Rojhilata Navîn heta digihêje Îranê hiqûq, peyman û saziyên navneteweyî nedîtî ve tê, Kurdên li çar parçeyan weke hêzek bi bandor a hêmana herî xurt di avakirina civaka demokratîk de derdikevin holê. Her çiqasî di sedsala borî de navê Kurd jî tine hat hesibandin jî îro, di veguherîna Tirkiyeyê û avakirina sedsalek nû de, rastiya ku gelê Kurd bi paradîgmaya Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, deriyê civakek nû û aştiyê vedike. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan ku rê li ber gel û civakan vedike, ne tenê azadiya xwe, hiqûqa xwe, baweriya xwe, çanda xwe lê bijîn, di heman demê de hemû nasname wê di her warî de bi sosyalîzm-komunîzmê re azadiya xwe bijîn, mînaka vê ya şênber bi rêveberî û têgihîştina pergala xwe ya demokratîk li Rojava derdikeve holê. 

Wekî min jorî jî diyar kirî, pêvajoya li pêşîya me dibe ku rê li ber geşedanên dîrokî veke û divê ji bo vê yêkê hin gavên leztir werin avêtin. Her qêlîya ku vala diçe, ji bo neçareserîyê jî rê ava dike. Geşedanên li Rojhilata Navîn û cîhanê jî xwe nîşan dide ku li Tirkiyeyê ji bo demoratîkbûna civakî û çareserîya pirsgirêka Kurd demê were winda kirin nîne. Elbet ev rewş; ji xeynî rêya avakirina civaka demokratîk û aşitîyek bi rûmet, çî bijareyek din jibo Tirkiyê û desthilatê dernakeve holê. Fikrên lêgerîna rêyên alternatîf, dê ji xeynî windakirina sedsalek din û destçoyîna trenek din encam nede.

Jin wê bi hêza gotinê jîyanê ava bikin

Di vî demê krîtîk de jibo avakirina jiyanek bi rûmet û aştiyane, pêyvirên mezin dikeve ser milê her kesê. Em hemû hincetan daynin aliyekê, ji ber ku berpirsyariya me ya bo aşitî û jiyanek bi rûmet heye.

Ji hêza gotinê bawer bin; em kî bin û li ku derê bin, divê em gotina xwe li cihê rast û zimanek rast bi kar bînin û daxwaza azadiyê bikin.

Em tenê daxwaza azadiyê nekin, ji ber ku ev demek pir bi qîmet e divê em di heman demî de ji bo avakirina jiyana azad jî hêza xwe nîşan bidin.

Û jînên ku bi rola pêşengtiyê ve rûbirû mayî… Wekî hejmarek tecrûbeyên zedeyên cîhanê, divê em herikandina dîrokê bi zedekirina daxwaza aşitî wekî deryayekê herikin û mezin bikin. 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Trump, bi qutkirina alîkariyan dibe ku bibe sedema mirina 14 mîlyon mirov!
Nûçeya Pişt re Jinên Cizîra Botan li dijî qirkirina jinan meşiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Zengîn piştî 30 salan hat berdan

Kemal Zengîn ê piştî 30 salan ji Girtîgeha Şakranê hate berdan got: “Gelek hevalên me…

Ji aliyê Stêrk TV

Li 3 bajaran li dijî qetilkirina jinan meşiyan: Rêxistinbûna me xweparastina me ye

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu diyar kir ku tekane rêya li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwanan li ser şerê gel ê şoreşgerî li Kobanê civînek lidar xistin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan civînek bi navê “Nasnameya xwe, axa xwe û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

HRW: Li Burkina Fasoyê ji 2023’yan û vir ve zêdetirî 1.800 sivîl hatine qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?