Piştî ku PKK’ê di 12’ê Gulanê de biryara fesixkirinê ragihand, bal çû ser dewletê ku gavên qanûnî biavêje. Paketa darazê ya 10’emîn ku beriya Cejna Qurbanê hate amadekirin, bersiv neda bendewariyan. Lewma hate ragihandin ku wê mijar ji meha Îlonê re bê hiştin. Di hevdîtinên têkildarî paketê de di serî de DEM Partî pêşniyarên muxalefetê li ber çavan nehatin girtin.
Hîn jî bersiv ji daxwazên têkildarî sererastkirina şert û mercên fîzîkî yên Rêber Apo re nehatiye dayin ku PKK ji daxuyaniya li ser biryara fesixkirinê û vir ve destnîşan dike. Ji bilî hevdîtina malbatê ya Cejna Qurbanê, nayê zanîn ku ji bo rêveçûna pêvajoyê karek tê kirin, hevdîtineke nû hatiye kirin an na.
Di vê çarçoveyê de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) biryara ‘mafê hêviyê’ ya ji bo Rêber Apo ku zêdeyî 25 sal in li Îmraliyê girtî ye, di 17-18’ê Îlona 2024’an xistibû rojevê û ji bo gavê biavêje salek dem dabû Tirkiyeyê. Ev dem di Îlona 2025’an de yanî piştî 3 mehan diqede.
BAHÇELÎ BERIYA 7 MEHAN XIST ROJEVÊ
Piştî ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî 22’ê Cotmeha 2024’an di Civîna Koma Meclîsê ya partiya xwe de qalê kir, mafê hêviyê kete rojeva siyaseta Tirkiyeyê. Bahçelî di axaftina xwe de got, “Eger ev biryardarî bê nîşandan, ji bo bikaranîna ‘mafê hêviyê’ bila sererastkirina qanûnî bê kirin û heta dawiyê derfet jê re bê dayin ku sûdê jê werbigire’. Di ser van gotinan re 7 meh derbas bûn, lê belê hîn jî gaveke fermî nehatiye avêtin.
Mafê hêviyê ji bo wê yekê ye ku mirovên cezayê girtîgehê yê heta dawiya temenê xwe lê hatiye birîn, derfetê pêşkêş dike ku sûdê ji berdana bi şert werbigirin. Ev sererastkirin nirxandina Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya sala 2013’an a têkildarî doza Vînter û yên din ên li Îngilistanê ji xwe re dike esas. Di vê dozê de DMME’yê hikum da ku eger cezayê girtîgehê yê heta dawiya temenê xwe piştî demekê di ber çavan re neyê derbaskirin û şensê berdanê neyê dayin, ev yek tê wateya binpêkirina xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê.
DMME’YÊ BI GIŞTÎ 3 BIRYAR DA
Sedema kombûna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya ji bo biryara Rêber Apo, nirxandina DMME’yê ya 18’ê Adara 2014’an e. Serdana ku sala 2003’an ji aliyê parêzerên wî ve li DMME’yê hate kirin, hate ragihandin ku hikumê li Rêber Apo tê ferzkirin li dijî xala 3’emîn a DMME’yê ye ku kiryarên xerab û êşkenceyê qedexe dike. DMME’yê weke ku di doza ‘Vînter û yên din de’ gotibû, cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ku li Rêber Apo hate birîn binpêkirina xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. DMME’yê destnîşan kiribû ku sererastkirinên qanûnî yên di çarçoveya vê biryarê de divê bêne kirin. Ev biryar bi taybetî di çarçoveya mafê hêviyê de biryara destpêkê bû ku li hemberî Tirkiyeyê hate dayin.
DMME’yê piştî vê biryarê du hikumên bi heman rengî têkildarî serlêdanên Hayatî Kaytan û Emîn Gurban û Civan Boltan jî dabû.
Li gel ku di ser 2 biryarên têkildarî Rêber Apo re 10 sal derbas bûne, ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo rakirina binpêkirinên navborî sererastkirinek nehate kirin. li ser vê yekê jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku bicihanîna biryarên DMME’yê kontrol dike, ji bo sererastkirinên qanûnî yên mafê hêviyê têkildarî Tirkiyeyê dest bi pêvajoya kontrolkirinê kir. Di civîna 17-18’ê Îlona 2024’an de ev mijar xist rojeva xwe û herî dawî salek dem ji Tirkiyeyê re nas kir. Demeke kurt piştî biryara komîteyê Bahçelî daxuyanî da. Daxuyaniyên Bahçelî bal kişandibe jî hîn gaveke qanûnî nehatiye avêtin.