Di nav guhertinên siyasî ên ku Sûriyeyê rû didin û ji nû ve şekil didin wateya desthilat, dewlet û civakê, doza jinê li pêşe û ji bo siberoja Sûriyê roleke mezin dilîze. Jina ku bi salane di bin qirkirin, bê maf û qanûn de dijiya, di Şoreşa Rojava de xwe dît û derfetek ji bo xwe ji nû ve naskirin û dayîna naskirin di aliyê siyasî û rêxistinî de dît. Tecrubeya ku di şoreşa Rojava de derketî ye, jinê di aliyê fikir, siyaset û leşkerî de da pêş.
Endama Koodînasyona Meclîsa Jin a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Emîne Omer ji ANF’ê re li ser îdeolojiya ku jinê di Şoreşa Rojava de ji xwe re esas girtî û xeteriyên ku li ser destkeftiyên jin hene nirxandin kir.
Emîne Omer ewil li ser stûnên bingehîn ên ku azadiya jinê li ser rabûye axivî û wiha got, “Stûnê bingehîn ê ku di şoreşa Rojava de azadiya jin esas girtî felsefeya azadiyê ye. Vê têgihîştinê guhertinek mezin di bingeha fikirê siyasî û civakî de ava kir. Stûna duyemîn sîstema demokratîk a bingehîn e. Ev model derfetek da jinê ku di hemû sazî û meclîsan de rol bilîze.”
‘SERXWEBÛNA RÊXISTINÎ, MISOGERIYA STRATEJÎK E’
Emîna Omer destnîşan kir ku serxwebûna rêxistinî stûnek bingehîn e ji bo parastina destketiyên jinan e û wiha domand, “Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêxistinbûyîna xwe parastin û li ser vê bingehê biryarên xwe bi rengek herî azad standin û bernameyên xwe yên siyasî û civakî bi xwe avakirin. Ev rêxistinbûyîn çavkaniyek hêzê ye û bi taybet di nav guhertinên siyasî û hevpeymanên ku derketine de hêza jin a rêxistinî ya serbixwe karîbû destkeftiyên xwe biparêze. Sîstema hevserokatiyê yek ji destkeftiyên herî girîng e. Qanûnên jin weke gavek ji bo parastina mafê jinan derketiye pêş. Di aliyê leşkerî de avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), destkeftiyek dîrokî û pir girîng bû. Jin hem li qadên siyasî û hem jî li eniyên şer di nava civakê de hêza xwe nîşan dan.”
‘ASTENGÎ Û XETEREYÊN HEYÎ’
Emîne Omer bal kişand ser astengî û xetereyên cidî yên li ser mafên jinan û got, “Di qonaxa heyî de xetereyên cidî li ser mafên jinan hene. Ji ber guhertinên siyasî û hişmendiya kevneşopî ku dixwazin jinan piştguh bikin. Vegera fikira tundrew xeteriyeke cidî li ser destkeftiyên jinan çêdikin. Nebûna jin di komîteyên nivîsandina destûrî de û avakirina dewletê wê bandorên neyînî li ser demokrasiya Sûriyeyê bike. Divê hemû destkeftiyên jin di destûrê de cih bigirin. Divê di nav desûra nû de sîstema hevserokatî hebe. Divê tevlîbûna jin di astek wekhev de çêbe. Ev daxwaz, daxwazên welatparêzî û demokrasiyê ne. Ger mafê jinê neyê misoger kirin wê bandorek neyînî li ser tevahiya Sûriyeyê bike. Her wiha bi cih kirina van destkeftiyan di destûr de, tê wateya avakirina welatek demokratîk li ser esasê azadî û wekheviya hemû welatiyan.”

