Yekşem, 10 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Dayikên Aştiyê banga hevpar: Diyariya herî mezin ji bo dayikan, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava xwendekar û mamoste ji bo Kurdî meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Împaratoriya narkotîkê ya çeteyên dewletê -IV

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ya ku bi malbata Dîrîl hate kirin ne tenê karê Apro Dîrîl e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Dînç: Divê pêvajo bi lez bê meşandin û azadiya Birêz Ocalan pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Cizîrê Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûhafizên Şoreşê êrîşa li ser baregeha Komala li ser xwe girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Hewlêrê bombe li biryargehên Komala barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Doga Pîrdogan li Şengalê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dil û mejiyê xwe dabû têkoşînê: Dilmaf Efrîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Osê: Hebûna YPJ’ê ya di nav artêşê de mîsogeriya bidestxistina maf û destkeftiyên jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    JYAD: Dayik aştiyek bi rûmet dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Darvekirin me naşkîne; rehên me bera binê axê dide’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Têkoşîna li dijî tundiya li jinê mezin dibe’
Jin

‘Têkoşîna li dijî tundiya li jinê mezin dibe’

Jiyan Hisên anî ziman ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê destpê kir, lê di nava şoreşê de tundiya li dijî jinê bi dawî nebûye û behsa xebatên Kongra Starê yên rêxistinkirinê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Tebax 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şoreşa ku ji sala 2012’an û vir ve bihêztir bûye, bû sedem ku jin destketiyên girîng bi dest bixin, mafên xwe biparêzin û civakê birêve bibin. Lê tevî destketiyên ku şoreşê bi dest xistine jî, li herêmê tundiya li ser jinan didome. Em bi Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên, re li ser sedemên bingehîn ên tundiyê, nexşerêya Kongra Star a li dijî vê tundiyê û girîngiya xweparastinê axivîn.

Jiyan Hisên, behsa sedemên bingehîn ên tundiyê ya li dijî jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got, “Bingeha Şoreşa Rojava ji aliyê jinan ve hate danîn. Bi vê şoreşê re gelek xebat hatin destpêkirin. Lê belê di vê hawira şoreşger a bi salan e dewam dike de, nepêkane ku tundiya li hemberî jinê bi temamî ji holê rabe. Di nava du salên dawî de tundiya li hemberî jinê zêde bû. Ev tundî ji zîhniyeteke bi serdestiya mêr a xwe dispêre kevneşopî û adetan pêk tê. Em qala şoreşeke ku li çar aliyê cîhanê deng vedide dikin, lê belê eger hînê jin tên kuştin, rastî tundî û destavêtinê tên, divê em vê rewşê ji nû ve binirxînin. Pêwîste jin û mêr bi hev re bên zanekirin û guhertin.”

Jiyan Hisên, nexşerêya Kongra Star a li dijî tundiya li ser jinan bi van gotinan rave kir, “Armanca me ya sereke xwe gihandina hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Kongra Star tevgereke jinê ye û xwedî li hemû jinan derdikeve. Çalakiya me ya sereke bilindkirina hişmendiya jinê ye. Em dixwazin bikin ku jin mafên xwe fêhm bikin, jinê li cewhera wê vegerînin, bi rêxistin bikin, jiyanê watedar bikin û kesayetiya wê ya têkoşer derxînin holê. Her wiha berpirsyariya me ye ku em mêran perwerde bikin, hişyar bikin. Ji bo bicihanîna vê yekê, bi xebatên serdanên malan, lidarxistina semîner, panel û civînan re em hewl didin bi cih bînin.”

GIRÎNGIYA XWEPARASTINÊ

Jiyan Hisên, destnîşan kir ku sedema zêdebûna tundiya li dijî jinê, nebesiyên ku di xweparastinê de derdikevin holê ye û wiha dom kir, “Zêdebûna tundiyê û nebûna hişmendiya xweparastinê yekser bi hev ve girêdayî ne. Li hemberî jinên ku parastina xwe ya cewherî xurt dikin, ti kes nikare tundiyê pêk bîne. Jina ku bi xweparastinê hesiyaye hem di warê fîzîkî hem jî di warê fikrî de dikare xwe biparêze. Ji bo parastina cewherî, pêwîste jin di xeta azadiya jinê de kûrbibin û bêhtir têbikoşin. Jina ku xweparastina xwe bi dest ve tîne, jineke ku maf, erk û berpirsyariyên xwe nas dike ye. Jin bi perwerdekirin û zanakirina di aliyên leşkerî, siyasî, civakî û çandî de dikarin parastina xwe ya cewherî xurt bikin. Her wiha, di guherîn û veguherîna zîhniyeta bi serdestiya mêr de bi roleke bingehîn radibin, dikarin parastina xwe ya cewherî misoger bikin. Wê demê bi xweparastinê dikarin pêşî li tundiyê bigirin.”

ROLA TÊKOŞÎNA CIVAKÊ YA LI HEMBERÎ TUNDIYÊ

Jiyan Hisên, destnîşan kir ku holê rakirina tundiya li ser jinê ne tenê berpirsyariya tevgerên jinan e, di heman demê de hewcehî bi pêşxistina hesasiyetê di civakê de heye û wiha dewam kir, “Divê kesayetên civakê mafên xwe bizanibin û nas bikin; Ji ber vê yekê divê mafên kesên din binpê neke. Kesên ku mafên xwe diparêzin û mafên xwe bi dest dixin jî divê li kesê din bifikirin. Ji ber vê yekê divê wekheviya di navbera zayendan de pêk were. Bi vî rengî wê newekheviya zayendî ji holê bê rakirin. Weke tevgera jinê, pêşengiya civakê weke erk û berpirsyariya xwe ya sereke dibînin. Lê belê ji bilî vê yekê divê mirov erk û berpirsyariyên xwe ji bîr nekin. Eger em îro behsa avakirina malbateke demokratîk dikin, ne pêkane ku bi têkoşîneke yekalî malbateke demokratîk were avakirin. Di vê çarçoveyê de zêdeyî du sal in me sîstema perwerdê yên mêran a xweser birêxistin kiriye.”

STRATEJIYÊN PERWERDEYÊ

Jiyan Hisên, diyar kir ku ji bo tundiya li dijî jinê bi dawî bibe, teqez divê civak bê zanakirin û perwerde kirin û got, “Ji destpêka şoreşê ve armanca me ya sereke ew e ku em wekheviyê di navbera zayendan de pêk bînin. Ji bo aştî, edalet û demokrasî di nava civakekê de hebe, wekheviya navbera zayendan esas e; Divê her kes bi awayekî wekhev xwedî li mafên xwe derkeve. Di destpêkê de me giranî dan perwerdeyên ji bo jinan. Lê belê me fêm kir ku perwerdeya yek alî nikare asta encamên tê xwestin bide. Em dizanin ku gavên me avêtine têrê nakin. Di vê çarçoveyê de em ê xebatên perwerde, zanekirin û ronîkirina civakê bidomînin. Em ê xebatên hişyarkirina zarokan zêde bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammedî 36 hezar îmze hatin komkirin
Nûçeya Pişt re QSD: 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Komploya navnetewî bi hedefgirtina paradîgmaya Tevgera Azadiyê berdewam dike’

Omer Agin diyar kir ku êrîşên li Helebê yên li dijî taxên Kurdan û geşedanên…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya gerîlaya şehîd hat eşkerekirin

HPG’ê nasnameya gerîlaya li Dersimê şehîd bûbû, eşkere kir û got: “Em ê bibin şopdarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Çiyayên Kurdistanê hêlîna lehengên azadiyê ye

Cotkar Kato ku 5'ê Hezîrana 2016'an li qada Mêrgezer a Cîloyê şehîd bû, yek ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma 5’emîn a koçberên Efrînî bi rê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dayikên Aştiyê: Divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?