Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê nirxandinên Rêber Apo yên li ser siyaseta herêmê û pêvajoya çareseriyê bi raya giştî re parve kir. Rêber Apo bal kişand ser planên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn û bûyerên di çarçoveya Îranê de diqewimin û got, di navbera xeta DYE-Îsraîl û feraseta statukoparêz de ew xeta ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ diparêzin.
Rêber Apo destnîşan kir ku ewlehiya Anatoliyê bi demokratîkbûna Mezopotamyayê dibe û anî ziman ku dema têkoşîna çekdarî bi dawî bûye, meseleya esasî demokratîkkirina Komarê ye. Rêber Apo diyar kir ku ji bo serketina pêvajoyê divê nêzîkatiyek li ser bingeha civakê û entegrasyona demokratîk esas bê dîtin û ji bo fêhmmkirina vî fikrî pêwîstî bi rêbazên rast heye.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê ya li Meclîsê Sezaî Temellî ev peyamên Rêber Apo nirxand û destnîşan kir ku divê desthilatdarî “hêviyên” têkildarî pêvajoyê bide aliyekî û gavên qanûnî û şênber bi lez biavêje. Temellî diyar kir ku ji bo avakirina komareke demokratîk çêkirna qanûnan wê têrê neke, lewma mecbûrî ye ku hevpeymaneke civakî ya nû ya li ser bingeha welatîbûna wekhev bikeve meriyetê.
Temellî li hemberî destwerdanên emperyal û rejîmên otorîter ên li herêmê feraseta “neteweya demokratîk” weke yekane rêya rizgariyê pênase kir û destnîşan kir ku çareseriya meseleya Kurd di asta mîkro de bi guhertinên qanûn, di asta makro de jî bi demokratîkbûna topyekûn a herêmê dibe.
‘DI VÊ MIJARÊ DE DIVÊ DESTHILATDARÎ BI ÎNÎSIYATÎFÊ RABE Û RÊBAZEKÊ PARVE BIKE’
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê anî ziman ku piştî Rêber Apo di daxuyaniya xwe de işaret bi sererastkirinên qanûnî kir, êdî mecbûriyeteke ku gava şênber bê avêtin û ragihand ku li gel bangan û nexşerêya hatiye danîn jî hîn hewldaneke şênber nîne. Sezaî Temellî got, “Meseleya gava şênber ji ber gelek sedeman êdî mecbûriyetek e. Hem ji aliyê siyaseta Tirkiyeyê hem jî ya herêmê, her wiha li gorî bûyerên civakî û aborî pêwîste ev gava lezgîn, gavên şênber bêne avêtin. Lê belê li gel bangan, nexşerêya hatiye danîn û bidawîkirina karên komîsyonê jî mixabin di vê mijarê de hîn gavek nehatiye avêtin. Avêtina gavê li aliyekî aliyê desthilatldariyê daxuyaniyeke şênber jî nade; berevajî daxuyaniyên welê dide ku serê mirovan tevlîhev dike.
Lewma divê desthialtdarî bi înîsiyatîfê rabe û rêbazekê bi raya giştî re parve bike. Têkildarî vê rêbazê jî divê hevbeşiyek bê afirandin û piştre gavên şênber ên qanûnî bêne avêtin.”
Sezaî Temellî destnîşan kir ku bendewariyên li ser çarçoveya qanûnê ya ku Rêber Apo işaret pê kir, bi hêviyê bi cih nayên û li ser rêbaza ku divê bê bikaranîn jî got, “Hate gotin ku piştî cejnê wê bê kirin. Cejn hat û derbas bû. Niha jî qala ‘lezgîniyê’ tê kirin, hêvî têne ser ziman; lê belê ev rê bi hêviyan naqede. Di vir de divê qanûnek bê amadekirin û rêbaza amadekirina qanûnê jî diyar e: Hûn ê pêşnûme qanûnekê amade bikin, bişînin ji Komîsyona Edaletê re, piştre jî li Civaka Giştî wê qanûnî bibe. Niha di şêweyê amadekirina vê pêşnûmeyê de jî rêbazeke şênber nehatiye diyarkirin. Divê mirov ji cihê rast destpê bike; şert e ku ev pêşnûme qanûn li gorî ruhê muzakereyê bi lez bê amadekirin û ji bo vê jî divê rêbaz bi lez bê nîqaşkirin û diyarkirin.”
Sezaî Temellî anî ziman ku ji bo rêveçûna pêvajoyê di 27’ê Sibatê de daxuyaniyeke girîng hate kirin û got, “Li gel her tiştî jî ji bo entegrasyona demokratîk û demokratîkbûna Tirkiyeyê di 27’ê Sibatê de bi duu daxuyaniyên mezin gavên girîng hatin avêtin. Gelekî girîng e ku gavên ji niha û pê ve li pey hev bên. Rêya vê jî, navê xwe çi dibe bila bibe ev ‘qanûna kod’ a taybet beriya her tiştî bicihanîna wê ya bi lihevkirineke xurt e.”

