Serokwekîlê Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî li meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist.
Sezaî Temellî di destpêka axaftina xwe de ji bo qezaya li Bodrûmê û penaberên jiyana xwe ji dest danê serxweşî da malbatên wan û diyar kir ku ew qeza encama şerê li Rojhilata Navîn e û berdelên wê jî welatiyên neçarî koçberiyê dibin dide.
Sezaî Temellî bi lêv kir ku Meclîs xwe bi “qanûnên torbayê” ve mijûl dike û li dûrî bendewariyên gel dixebite. Sezaî Temellî bertek nîşanî polîtikayên desthilatê yên li dijî Rêveberiyên Xwecihî da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sepana qeyûman hê berdewam dike. Peywîra şeredariyan tê sînorkirin. Girtin û binçavkirin dewam dikin. Ji aliyê din ve jî mafê bajaran jî nadin şeredariyan ku ew biryar didin û bi qanûn jî li navendê tên diyarkirin.”
Sezaî Temellî bal kişand ser qanûna ku dê pêşî li nêçirvaniyê veke û wiha axivî: “Destûrê didin ku hemû kes bikaribin ajalên kûvî bikujin. Jixwe welat ber bi Teksasê ve diçe di ser de jî pêşiya kuştina ajalan vêdikin. Qadên jiyanî yên sewalan desteser dikin û niha jî wan ajalan dikin hedef û kesan teşwîqî nêçîrvaniyê dikin. Em van qanûnan qebûl nakin û mafê jiyanê yên ajalan diparêzin. Ji aliyê din ve jî dîsa bi qanûnan daristan tên tunekirin û qadên daristanan dibin hedef. Tunekirina daristanan krîza avhewayê kûrtir dike.”
Sezaî Temellî ji bo pêşniyarqanûna Komîsyona Malbat û Karên Civakî jî anî ziman ku ew qanûn jî li ser navê parastinê “zextê” li ser zarokan dike û got: “Zarok û malbat bi mafên demokratîk dikarin werin parastin. Zarok birçî ne. Heke hûn dixwazin zarokan biparêzin. Ji hemû malbatan re ji bo bikaribin pêdiviyên xwe yên bingehîn dabîn bikin mafên civakî pêk bînin.”
Sezaî Temellî da zanîn divê rojeva Meclîsê ji bilî van rojevan divê bi rojeva çêkirina qanûnan ve mijûl bibe û wiha axivî: “Hê jî plansaziyeke çêkirin-amadekirina qanûnan tune ye. Kengî qanûnên taybet dê bên çêkirin, ne diyar e. Lê divê rojeva sereke ya Meclîsê çêkirina van qanûnan bûya. Hem girtiyên siyasî û hem jî yên edlî li bende guhertina qanûnan û sererastkirinek adil in. Niha pakêteke nû ya darazê tê amadekirin lê dîsa ev sererastkirin tune ne. Em dibêjin çima tune ye dibêjin li bende qanûnên taybet bisekinin. Lê qanûnên taybet dê kengî derbikevin ne diyar e. Qeyûm, girtiyên siyasî, akademîsyenên ji kar hatine derxistin û gelek mijar li benda çêkirina qanûnên taybet in. Ji bo vê yekê divê demildest qanûnên taybet bên çêkirin. Civak jî li benda çêkirina van qanûnan e. Her ku derengî bikeve baweriya gel bi pêvajoyê namîne û dişkê. Ji bo wê jî divê demildest qanûn werin çêkirin. Civak ji bo çareseriyeke demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd li benda gavên qanûnî ye.”
Sezaî Temellî bal kişand ser şerê li Îranê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev şer bandorek neyînî li ser aboriya Tirkiyeyê jî dike. Lê Wezareta Aboriyê nikare polîtikayên ku bikaribin pêşî li krîza aborî bigirin li pêş bixe. Betalî û xîzanî her ku diçe zêde dibe. Di bingeha pirsgirêkên civakî de jî pirsgirêka aborî heye. Çavkaniyên aborî ji sermayedaran re re tê veqetandin û ev yek jî betaliyê û xîzaniyê zêde dike. Di navbera xizan û sermayedaran de ferqeke mezin heye. Edaleta civakî li erdê maye. Divê demildest dev jî vê polîtîkaya aboriyê berdin û bernameyeke nû ya ku bikaribe ji van pirsgirêkan re bibe bersiv were li pêşxistin. Lê mixabin desthilat û Wezîrê Aboriyê van pirsgirêkan nabîne û di van polîtîkayan de israr dike.”

