Mihrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya ya 5’emîn ku 13 Mijdar destpê kiribû, dewam dike. Mîhrîcan ji aliyê Komîna Fîlman a Rojava û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-Çand) ve bi dirûşma “Çîrokeke hevpar, sînemaya azad” li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo di roja duyemîn de dewam dike.
Li gorî bernameya mîhrîcanê, diviya bû îro rêveberê berê yê Mîhrîcana Sînemaya Navneteweyî ya Qahîreyê Îsam Zekeriya semînerek bi navê “4 wezîfeyên hunera sînemageriyê” bida, lê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rê neda Îsam Zekeriya derbasî Sûriyeyê bibe. Ji ber wê semîner betal bû.
Roja duyemîn a mîhrîcanê bi pêşandana fîlmê ’’Kobanê’ destpê kir. Derhênerê fîlm Ozlem Yeşar e. Senaryo ji aliyê Medya Doz ve hatiye nîvisandin û prodeksyon Komîna Fîlm a Rojava û Tevgera Çand û Hunerê ye. Fîlm ku di sala 2021’ê de hatiye kişandin, balê dikişîne ser berxwedana Kobanê ya sala 2014’an a li dijî çeteyên DAIŞ’ê. Dema fîlm 2 saet û nîv e.
Wê îro ev fîlm werin pêşandan:
13.00-13.20’an- Mother-kurtefîlm
13.45-14.00’an-Ezda-Belgefîlm
16.00-17.00’an- Enough Enough- kurtefîlm
17.30-18.00’an-Benchless-kurtefîlm
18.30-18.50’an- Bottleneck-kurtefîlm
19.00-19.15’an- Salt Sellers-kurtefîlm
19.00-21.30’an- Ropewalker Memories-fîlm navneteweyî ye.
Mîhrîcan wê heya 20’ê Mijdarê dewam bike.

