Endamê Komîteya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) Nûrettîn Demîrtaş têkildarî rojbûna 77’emîn a Rêber Apo ji ajansa me re axivî:
“Yên ku çîroka textê hişk meraq dike, divê bidin pey wê. Textekî hişk çawa şîn bû? Yên ku dixwazin vê fêhm bikin girîng e bidin pey çîroka wê û lêkolîn bike. Ev yek çîroka destpêkê ya jiyaneke meraq, kelecan û dilxwaziyê ye. Wateya hîskirina kêliya jinûve vejînê û jiyana wê ye. Bûyereke welê ye ku li ti cihî; ne li fîlman ne jî li romanan mirov dikare lê rast bê. Lê belê li gel vê yekê jî jiyan bi xwe li Kurdistanê zindî bû. Yên ku dixwazin vê rastiyê fêhm bikin, neçar in ku bidin pey çîrok textê hişk.
Belê, kîjan mûcîzeyê textekî hişk şîn kir? Kîjan aqilî, kîjan dilî, kîjan mirovî ev bi ser xist? Eger mirov bide pey wê yekê ku textê hişk li Kurdistanê çawa hate şînkirin, hingî wê bê fêhmkirin bê li Kurdistanê çi qewimiye, ji ku hatiye ku derê, xwediyê vê mûcîzeyê kî ye û ev yek çawa bi ser xistiye.
Dîroka Kurdistanê dîroka wî gelî ye ku bi betonan hatiye binaxkirin, ew beton qelaştiye û jinûve bi ser xwe ve hatiye. Dibe ku pênaseya herî balkêş û bedew a vê yekê jî bi pirsa apekî extiyar hate diyarkirin. Pirsa li pêşberî Kurdîtiya bi betonê hatiye veşartin bi wate ye. Di heman demê de rewşeke bêhêvî jî îzah dike: Gelo tu dikare textê hişk şîn bike? Mijarek ji vê bêhêvîtir nîne.
Tişta ku Rêber Apo bi rengê mûcîzewî pêk anî şînkirina wî textê hişk bû. Yên ku haya xwe ji vê nîne, nikarin fêhm bikin bê em xwedî rastiyeke çawa ya gel in, me guherînên çawa kirin û bi çi rengî gihîştin vê astê. Keda bêdawî ya Rêber Apo, guherîn û veguherînên ku di nava temenê xwe yê 77 salan de pêk anî nabe ku tenê weke guherîn û veguherîna gelê Kurd bê dîtin û fêhmkirin.
Di rojbûna 77’an a Rêber Apo de navê ‘jinûve bûyînê’ li çalakiya dîrokî û mezin a ji bûyîna wî ya fîzîkî wêdetir hate lêkirin û ev yek bi serdeman hate dabeşkirin. Jidayikbûna fîzîkî weke bûyîna yekemîn pênase kir. Bûyîna duyemîn jî bi destpêkirina Tevgera Azadiyê bi nav kir. Bûyîna sêyemîn jî li Girava Îmraliyê pêk anî ku bi çalakiya herî korsanî ya navneteweyî, bi komployeke mezin dîl hate girtin. Ev yek jî weke ku tê zanîn guherîna paradîgmayê ye.
Paradîgmaya nû weke bûyîna sêyemîn hate binavkirin. Dema ku Rêber Apo ev pênase kir, bêguman em heman qîmet û wateyê didin bûyînên yekemîn, duyemîn û sêyemîn. Ne bi gotinên teolojîk, ne mîtolojîk ne jî mîstîzmê em dikarin ya ku wî bi rengê mûcîzewî pêk aniye fêhm bikin. Tişta ku ‘mûcîzewî’ jê re tê gotin, bi dil û aqlê mirovan pêk anî. Di heman demê de bi kedeke mezin afirand.
Rêber Apo di nava şert û mercên herî zêde bêhêvî de li Kurdistanê da pey jiyana mirovan e. Şêweyê jiyaneke mirovî vegot û pênase kir. Bİ keda wê, xwe afirand. Yanî tişta ku em jê re ‘mûcîzewî’ dibêjin, bi temamî mirovî ye. Xwe dispêre kedeke şênber.
Rastiya Rêbertî ku xwe bi kedê afirand, bi hişmendî, wate û felsefeya xwe veguherî rêberekî mirovahiyê. Ji ber vê jî li Kurdistanê ji wê rewşa bêhêvî ya ku weke şînikrina textê hişk dihate vegotin, gihîşt wê astê ku ji mirovahiyê re bibe ronahî.
Di dîroka mirovahiyê de jidayikbûnên nû hene. Ev hemû jî bi mizgîniyê hatine bîranîn. Mînak bûyîna pêxemberan bi vî rengî ye. Her wiha gelek fîlozof ji ber xizmeta ku ji mirovahiyê re kirine, jidayikbûna wan jî xwedî wateyeke bi vî rengî ye. Ronesansa Ewropayê ji xwe bi serê xwe tê wateya jinûve bûyînê. Her bûyîn tevkariyeke bi wate û hêja li mirovahiyê kiriye. Herî dawî bi Ronakbîriya Ewropayê re, bi Ronesans û tevgerên Reformê re jidayikbûna pêk hat bi navê afirandina jiyaneke mirovî gaveke mezin bû. Lê belê gaveke kêmmayî bû. Çima?
Ya yekemîn; bingehên ku xwe dispêrtê digihîşt heta Greko-Romen. Referansa ku ji aliyê dîrokî ve ji xwe re dikir esas Greko-Romen bû. Beriya wê ya nedihat zanîn ya jî dihate redkirin. Lewma em diçin dîrok û çanda herî kevn a mirovahiyê. Girê Gobeklîtepe, sedema klan-kabîle û di nava wê çanda civakî de li cewhera mirovahiyê digerin. Ya duyemîn, di Ronesansa Ewropayê de hunermendan pêşengî ji guherîn û veguherînê re kirin. Lê belê di nava wan de jin tine bû. Kêmasiya duyemîn a Ronesansê bi şoreşa me re temam bû.
Lewma jinûve bûyîn bûyîneke welê ye ku ya di keşfa mirovahiyê de kêm û nîvco maye, temam kiriye.
Rastiyeke gel a mezin derketiye holê ku rojbûna Rêber Apo weke rojbûna xwe dibîne, baweriya xwe bi vê tîne û bi vî rengî xwedî lê derdikeve. Di Newroza 2026’an de ev yek bi şênberî nîşan da. Lê belê li gel ku em weke rojbûna xwe dibînin dîlgirtineke 27 salan heye. Newroza ku dawî li vê yekê bîne weke Newrozeke çareseriyê îradeyeke bi vî rengî mezin nîşan da.
Niha em hemû îdîa dikin ku dilsozê Rêber Apo ne. Lê belê Rêber Apo dibêje, dilsozî û hezkirina rastî bicihanîna paradîgma û fikrên jinûve bûyîna mirovahiyê ye. Bi vî rengî divê em li xwe bipirsin, jinûve bûyînê bi pratîka xwe binirxînin û bi vî rengî rast nêzîk bibin.
Dilsoziya bi rengê din û gotin wê baş şûna xwe negire; wê kêm û nîvco bimîne. Bêguman rastiyeke welê ya Rêbertî ye ku bûyîna xwe di asta fikrî û felsefî de, di heman demê de di asta ç andî û jiyanî de gihandiye gelekî, ji wir jî gihandiye mirovahiyê.
Li hemberî kapîtalîzmê ku sîstema herî nebaş, herî hovane û qirêj a hemû serdeman e, weke alternatîf bi modernîteya demokratîk derfetê jiyaneke alternatîf pêşkêşî mirovahiyê kir. Li dora vê yekê kevneşopiyeke berxwedanê afirî. Îro gelê me li her cihî, li çar parçeyên Kurdistanê bi vî ruhê berxwedanê bûye yek. Ev ruhê berxwedanê bêguman seknek li dijî mêtingeriya kapîtalîst e.
Di pîrozbahiyên Newrozê yên bi heybet ên li Ewropayê de me ev dît. Bi çanda xwe, hunera xwe û ruhê xwe yê berwedanê rastiya gelekî derkete holê ku rojbûn Rêber Apo weke rojbûna xwe dibîne. Her wiha tevger enternasyonalîst jî li Ewropayê û welatên din ên cîhanê hewl dide xwe bigihîne asta partîbûn û rêistinbûnê.
Felsefeya jiyanê ku Rêber Apo bi jinûve bûyîna xwe bi me, gelê me û mirovahiyê da naskirin, bi saya şehîdên me pêk hat, ku her yek jê bi qasî cîhanekê hêja ne û em bi rengekî bêdawî wan bi bîr tînin.
Ji ber vê jî em rojbûna Rêber Apo, rojbûna me hemûyan di serî de li şehîdên xwe, li dayikên şehîdan, li gelê xwe û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin.
Em di wê baweriyê de ne ku Rêber Apo wê di dema herî nêz de ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, bi hevrêtiyê wî hembêz bikin. Em dixwazin nirxên ku Rêber Apo afirandiye û heta niha pêşengî jê re kiriye bigihînin asta ku mafê wî ye û bi rengekî azad rojbûna wî pîroz bikin. Rêber Apo ji bo me, ji bo gelê me û ji bo mirovahiyê şensê herî mezin ê dîrokê ye.”

