Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên xwe yên rêxistinî de li Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê hatin ba hev. Di civîna rojekê de li ser pirsgirêkan nîqaş hatin kirin û piştre banga “Mîtînga Azadiyê” ya di 13’ê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin kirin.
Parlamentera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Adalet Kaya di çalakiyê de axivî û diyar kir ku wan pirsgirêkên du salên dawî û kêmasiyên rêxistinê nirxand. Adalet Kaya xîtabî hemû tevgerên jinan ên Amedê kir û got, “Li erdnîgariya ku em lê dijîn, em bi rêveberiyeke komploger, darbekar a destûra bingehîn nas nake re rû bi rû ne û her ku diçe polîtîkayên şer zêde dike. Xizanî, kuştina jinan, îstîsmara zarokan û hemû pirsgirêkên civakî yên ku em dijîn bi şer ve girêdayî ne. Divê em di mîtînga ku 13’ê Cotmehê de li Amedê li dar bixin, li dijî şer û tecrîdê deng û nerazîbûnên xwe bilind bikin. Di 13’ê Cotmehê de li Amedê divê em li dijî şer aştiya bi rûmet û li dijî komployan azadiyê biparêzin. Em li dijî tecrîdê azadiya Birêz Abdullah Ocalan diparêzin. Azadiya Birêz Abdullah Ocalan tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd.”
Adalet Kaya anî ziman ku tundiya sîstematîk a li Îmraliyê bandorê li jiyana tevahiya civakê dike, ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan bang li her kesî kir ku biçin Qada Îstasyonê.
‘BANG LI HER KESÎ DIKIN KU LI QADA ÎSTASYONÊ BIN’
Aktîvîsta TJA’yê Havva Can jî wiha got:
“Di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de tevahî gelê Kurd di bin tecrîdê de ye. Ji bo şikandina vê tecrîdê weke jinên Kurd em bi reng, tilîlî û coşa xwe biherikin Qada Îstasyonê.” Aktîvîsta TJA’yê Adle Fîdan jî diyar kir ku divê jin li dijî hemû rêbazên qirêj ên şer û polîtîkayên ku dibin sedema xirapkirina exlaqê civakê, dengê xwe bilind bikin û got, “Em bang li her kesî dikin ku di 13’ê Cotmehê de bi felsefeya Jin jiyan azadî ji Qada Îstasyonê dengê xwe bilind bikin.”