Duşem, 3 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Stenbolê ji bo Şengalê daxuyanî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera Fermana 74’an de daxwaza mîsogerkirina statuya Şengalê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ji îmzeya parlamenterên AKP’ê re hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Fermana Şengalê li Erîvanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê ji bo bîranîna Cangoriyên Şengalê civîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 14 ciwan bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    TJA: Li Şengalê edalet pêk nehatiye, divê statuya gelê Êzidî were misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgerê Êzidî Şengalî: Divê ji bo sûcên DAÎŞ’ê dadgeheke taybet bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Qendîlê: Xwerêveberî û hêza parastinê, mafê rewa yê Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 7 salî heta 70 salî daxwaza zelalkirina çarenûsa windayan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîmên Parêzvanên Xaka Kurdistanê, tola şehîdxistina malbata Tewekulî hilanin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Xanê Karasû peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Em ê bibin îradeya gelê xwe yê Êzidî yê berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî rê nede jenosîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar bang kir: Em li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ der

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bîranîna li Şengalê bi dawî bû: Xweseriya Şengalê biparêzin
Kurdistan

Bîranîna li Şengalê bi dawî bû: Xweseriya Şengalê biparêzin

Li Şengalê bi hezaran kes di salvegera 12’emîn a Fermana 3’yê Tebaxê de meşiyan. Di axaftinan de daxwaza eşkerekirina çarenûsa windayan, vekirina gorên komî, parastina xweseriya Şengalê û yekîtiyê hat kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Şengalê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina fermana 3’yê Tebaxa 2014’an meşiyan, şehîdên fermanê bibîranîn û êrişa li ser civaka Êzidî şermezar kirin. Di serî de gel li ber nexweşxaneya navenda Şengalê li hev kom bûn û ber bi Sûka Kevin ve ku ji aliyê Yeketiya Ciwanên Êzidîxanê û Saziya Ziman û Perwerdeyê ve 12 roj bûn çalakiya kon hatibû destpêkirin, meşiyan.

Di meşê de posterê bi daxwaza nasandina komkujiya Êzidiyan wek Jenosîd, wêneyên fermanê û yên Rêber Apo hatin rakirin. Her wiha ciwanên Êzidî ku duh ji şehîdgehê bi armanca balkişandina ser keda 12 siwariyan (12 gerîlayên ku bi hawara Êzîdiyan ve hatibûn) meşeke dirêj destpê kiribûn, beşdarî meşa giştî bûn. Piştî meş gihişt Sûka kevin a Şengalê, gelek aliyên siyasî û civakî, tevî YBŞ, YJŞ û sazî û dezgehên Meclisa Gel a Şengalê beşdarî merasîmê bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo ruhê şehîdan destpê kir.

Piştre ji aliyê oldarê Êzidî Bedel Îdo ve axaftinek hate kirin û hin beyit ji qewlên olî yên Êzdiyan gotin. Bedel da zanîn ku di ola Êzîdiyan de her kesê ku li ber welatê xwe canê xwe bide şehîde û got ku şehîdên ku ji her çar parçeyên Kurdistanê hatin, bi hawara me ve hatin û gelê me ji qirkirinê rizgarkirin, em wan jî bi bîr tînin û ew şehîdên Êzidîxanê ne.”

Piştre du dîlên ku ji destê DAÎŞ’ê rizgar bûne, bi zimanê helbestî zehmetiyên ku wan dîtine anîn ziman.

‘EV ÎXANETA MEZIN TU CARÎ JI BÎR NABE’

Her wiha Azad Hisên jî li ser navê Meclîsa Gel axivî û bal kişand ser bûyerên fermanê û got: “Di dîroka me de fermana 3’yê Tebaxê birîneke kure, lê di heman demê de rûpelê rastî û xiyanetê ye jî. Di wê roja reş de hêzên PDK’ê ku soza parastina Şengalê dabûn, bêyî ku guleyekê biteqînin gelê me di nav lepên çeteyên DAIŞ’ê de hiştin û reviyan. Ev îxaneta mezin tu carî ji bîr nabe. Lê di wê roja herî tarî de, dema ku kesî hawara me nebihîst, Rêber Apo û gerîlayên wî yên qehreman mîna lehiyê bi hawara Şengalê ve hatin. Gerîla bi canê xwe korîdor vekirin û bi hezaran Êzidî ji qirkirinê rizgarkirin. Keda Rêber Apo û gerîla di dilê her Êzidiyekî de hatiye neqşkirin û emê vê fedekariyê tu carî ji bîr nekin.”

‘XWESERÎ Û HEBÛNA XWE BIPARÊZIN’ 

Piştre Saet Betûş li ser navê Tensîqiya Şengalê axivî û bal kişand ser girîngiya yektiyê û got: “Ger em Êzidî îro nebin yek û mil bi milê hev nedin, em nikarin li dijî ferman û gefên nû bisekinin. Yekitiya civaka Êzidî mercê herî bingehîne ji bo misogerkirina pêşerojeke azad û ewle. Divê em hemû nakokiyan bidin aliyekî û li dora nirxên xwe yên neteweyî û olî bibin yek da ku em karibin xweserî û hebûna xwe biparêzin.”

Komek ciwanên Êzidî ku ji destê DAÎŞ’ê rizgar bûne, derketin ser sehnê û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirin da ku êdî ne tenê daxuyaniyan bide û sozên derewîn bide, êdî pêwîste Iraq mafê vî gelî nas bike. Tiştê herî girîng ku ew dixwazin vegera dîlên di destê DAÎŞ’ê de û vekirina gorên komî ye.

Li ser navê Hevpeymaniya Doza Êzidiyan Samiya Şengalî û li ser navê Partiya Ciwanên Êzidî Pîr Elî jî axivîn û ji dewleta Iraqê xwestin ku nêzîkatiyên li hember Êzidiyan biguherîne û bang li civaka Êzidî kirin ku yeketiya xwe çêbikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TJA: Li Şengalê edalet pêk nehatiye, divê statuya gelê Êzidî were misogerkirin
Nûçeya Pişt re Li Stenbolê ji bo Şengalê daxuyanî hat dayîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Eren Keskîn: Girtiyên nexwe divê tavilê bêne berdan!

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya PKK'ê gaveke…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didomin

Êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Jin a ku çawişê pispor bi wesayitê lê xist, jiyana xwe ji dest da

Li gundê Hoser ê Cizîrê, jin a ku çawişê pispor bi wesayitê lê xist, jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

TJA: Li Şengalê edalet pêk nehatiye, divê statuya gelê Êzidî were misogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dadgerê Êzidî Şengalî: Divê ji bo sûcên DAÎŞ’ê dadgeheke taybet bê avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meclîsa Gel a Qendîlê: Xwerêveberî û hêza parastinê, mafê rewa yê Êzidiyan e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji 7 salî heta 70 salî daxwaza zelalkirina çarenûsa windayan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?