Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 214’an, di roja hezar û 110’an de bi biryardariyek xurt didome.Di merasîma çalakiya ku li Navenda Saziya Malbatên Şahîdan ya Mexmûrê de lidar ket de, wêneyên Rêber Apo hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, ji aliyê Komîteya Tendirustiyê ya Wargeha Mexmûrê ve daxuyaniyek hate dayîn.
Daxuyaniya nivîskî ji aliyê Endama Komîteya Tenduristiyê Çîçek Cengîz ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku endamên Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê 3 salin cihê xwe di çalakiya nobetê de digirin û hate diyarkirin ku ew têkoşîna xwe heya niha di domînin.
Di daxuyaniyê de bal li ser rastiya Rêber Apo hat kişandin û hate diyarkirin ku Rêber Apo ji aliyê milyonan ve weke îradeya siyasî hatiye pejirandin û zêdetirî têkoşîna 50 salin, şoreşa azadiya Kurdistanê re Rêbertiyê dike.
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:
“Rêber Apo, bi têkoşîna ku pêşengiya milyonan kiriye, li her çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat yekîtiya neteweyî ava kiriye. Di heman demê de, bi pêşbinî û polîtîkayên rast yên Rêbertî de, bi banga dîrokî ya ‘Aşîtî û Civaka Demokratîk’ re, gelê Kurd hatiye asta ku pêşengiya demokrasiyê ji hemû gelê Rojhilata Navîn re bike û hemû hesabên înkar û îmhayê têk biriye.
Di salvegera 12’emîn salvegera çeteyên DAIŞ’ê yên li ser xelkê Şengal û Mexmûrê de, şehîdên ku di oxira berxwedaniyê de xwe feda kirine bibîr tînin û bejna xwe li hember wan di tewînin. Gelê Mexmûrê li ser esasê îradeya ku Rêber Apo û şehîdên şoreşê afirandiye de, di karîbû li hember hovîtiya DAIŞ’ê li ber xwe bide û hêza çeteyan bişkîne. Lê mixabin ji ber xiyaneta ku li gelê Şengalê hatî kirin, bi hezaran keç û jinên Kurd yên Êzîdî hatin êşkence kirin, qetilkirin û di bazaran de hatin firotin. Bi hezaran ji wan hatin windakirin. Lê bi saya şervanên Rêber Apo ku bi hewara gel ve çûn, karîbûn bi hezaran gelê me ji qirkirinê rizgar bikin.
Bi vê wesîleyê, em hemû şehîdên berxwedana Şengal, Mexmûr û hemû Kurdistanê bibîr tînin.
Herî dawî em weke Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê, bang li hemû aliyên berpirsiyar dikin û diyar dikin ku tendirustiya Rêber Apo, tendirustiya me ye. Azadiya Rêber Apo, azadiya me ye. Ji bo serkeftina pêvajoya ‘Aşîtî û Civaka Demokratîk’, ji bo azadiya gelê Kurd û hemû gelê bindest, yekane rê azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.”

