Civîna komê ya girtî ya AKP’ê ya li ser pêşnûmeya “Qanûna Çarçoveyê” ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hate amadekirin bi dawî bû.
Di civînê de ku bi beşdariya parlamenterên AKP’ê 1,5 saetê dewam kir, pêşnûmeya ku tê plankirin ku pêşkêşî Serokatiya Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) bê kirin, hate nirxandin.
Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler piştî civînê daxuyanî da û anî ziman ku pêşnûme wê îro teqez pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bê kirin. Abdullah Guler got, “Wê îro teqez bê radestkirin. Em ê niha hevdîtinekê bikin û saeta wê ragihînin.”
Guler diyar kir ku di civîna girtî de pêşnûme bi parlamenteran hate nirxandin.
Tê payin ku piştî nirxandinên dawî yên AKP’ê pêşnûmeya “Qanûna Çarçoveyê” îro pêşkêşî Serokatiya TBMM’ê bê kirin.

