Şemî, 15 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Divê kes netirse û dest bide aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê serdana Demîrtaş û Mizrakli kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Rûniştina F a 751’an de ji bo girtiyên nexweş banga tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwarziyê Rêber Apo Ramazan Ocalan li Parîsê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên Windayan banga edalet û hevrûbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê di hefteya 1116’an de ji bo Nadir Naycî edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê bang kir ku her kes bi ruhê 15’ê Tebaxê tevlî têkoşîna jiyana azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komûna Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan re Jînda Şerker bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê 15’ê Tebaxê bi beşdariya Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Seîd Çomlek bi merasîmekî hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Xizmên windayan banga hevrûbûnê li hikûmetê kirin
Rojane

Xizmên windayan banga hevrûbûnê li hikûmetê kirin

Di çalakiyên ku ji aliyê ÎHD û xizmên windayan ve li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê hatin lidarxistin de, banga hevrûbûyînê bi dîrokê re û pêkanîna edaletê hat kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tebax 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Çalakiyên ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ve bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” tên lidarxistin, vê hefteyê li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê berdewam kirin.

LI AMEDÊ HEFTEYA 862’EMÎN: AQÛBETA MEHMET ERTAK HAT PIRSÎN

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 862’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” li dar xistin. Çalakî li pêş Bîrdariya Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xistin. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD a Amedê, Xizmên Windayan û gelek endamên saziyên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Malbatan dîsa wêneyên windayan hilgirtin û pankarta ku wêne li ser hebûn li erdê raxistin. Di çalakiyê de li aqûbeta Mehmet Ertakê ku di 20’ê Tebaxa 1992’yan de li Şirnexê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û êdî ji wê rojê heta niha tu agahî jê nehatiye girtin pirsin. Endamê Lijneya ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz daxuyanî xwend.

Berî çîroka Ertak bê xwendin Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Ercan Yilmaz got ku xizmên windayan doza hevrûbûyînê dikin.

Paşê rêveberê ÎHD a Amedê Firat Akdenîz çîroka Mehmet Ertak xwend. Akdenîz diyar kir ku Mehmet Ertakê bavê 4 zarokan û 32 salî bû û wiha got: “Mehmet Ertak bi malbata xwe re li gundê Rezûka Şirnexê dijiya. Ertak li Şirnexê di kana komirê de kar dikir. Ji ber ku birayê wî tevli nava Tevgera Azadiyê bibû hemû malbat dibin zext û gefên giran ê dewletê de bûn. Mehmet Ertak 3 caran hat binçavkirin û di dema binçavkirinê de rastî êşkenceya giran hat. Di 20’ê Tebaxa 1992’yan de tevî sê xizmên xwe Abdulmenaf Kabul, Suleyman Ertak û Yusuf Ertak ku li heman cihî dixebitîn ji kar vedigere malê. Wesayîta ku tê de bûn ji aliye polîsan ve bi cil û bergên fermî ve li noqteya kontrole ya mala hemşîreyan hate rawestandin. Piştî kontrola nasnameya Mehmet Ertak binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Şirnexê. Nasekî wan ê bi navê Abdullah Ertugrul ê ku roja din hat binçavkirin û piştî du rojan hat berdan. Ji malbata Ertak re diyar kir ku di girtîgehê de bi Mehmet re rojekê di heman hucreye de hatiye hiştin. Sê kesan Îfade dan ku di girtîgehê de îşkence li wî hatiye kirin. Bav Îsmaîl Ertak serî li dozgeriyê dide û kesên ku Mehmet Ertak di binçavan de dîtine li dozgeriyê îfade didin. Dema ku bavê wî encam negirt, di 10ê Îlana 1992an de serî li walîtiyê dide.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

LI ÊLIHÊ HEFTEYA 698’EMÎN: HACI AHMET ER 30 SAL IN WINDA YE

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 698’an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hat vekirin, parêzvanên mafên mirovan û xizmên welatiyên ku bi kuştinên kiryarnediyar hatin windakirin beşdar bûn. Di çalakiyê de vê hefteyê aqûbeta Hacî Ahmet Er hat pirsin ku di 15’ê Tebaxa 1995’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê hat revandin û ji wê demê ve tu agahî jê nehat girtin. 

Endamê ÎHD’ê Rezan Baytar çîroka Er wiha vegot: “Li gorî vegotin û şahidiyên malbata wî, di 15’ê Tebaxa 1995’an de di navbera leşkerên ku li gundê Kurudere, ku Hacî Ahmet Er lê dijiya, operasyonek dabûn destpêkirin û PKK’iyan de pevçûnek derketiye. Fermandarê leşkerî yê ku operasyonê bi rê ve dibir gef li gundiyan xwariye ku tavilê gund vala bikin û fermana gulebarnkirinê bide leşkeran. Piştî demeke kurt, leşkeran êrişî gund kirin. Kurê Hacî Ahmet Er, Adnan, çû gundê cîran Bilêcanê da ku qantiran bîne ku eşyayên xwe yên malê veguhezîne. Dema ku Adnan diçû, di navbera her du gundan de dengê çekan hat bihîstin. Dengê çekan malbata Adnan xist nav fikaran. Hacî Ahmet Er û birayê wî Hacî Mîrap Er li pey Adnan çûn gundê Bilêcanê. Leşkeran operasyonek dan destpêkirin, birayên Er girtin û ew birin qereqola gundê Serêsêvê. Çend roj şûnde, Hacî Mîrap Er ku rastî îşkenceyên giran hatibû, ji aliyê leşkeran ve bi şertê ku ji gund derkeve, hat berdan. Malbatê texmîn kir ku birayê wî Hacî Ahmet Er ku ligel Hacî Mîrap Er hatibû girtin, jî dê were berdan. Lêbelê, careke din ji Hacî Ahmet Er tu xeber nehat bihîstin. Çend sal şûnde, malbatê ji bo eşkerekirina çarenûsa Hacî Ahmet Er doz vekir, lê ev hewldan bê encam ma. Hacî Ahmet Er 30 sal in winda ye û aqûbeta wî hîn jî nayê zanîn.”

Baytar diyar kir ku ew li dû edaletê ne, ne li dû tolhildanê ne û got: “Em hesabê jiyanên ku ji me hatine girtin dixwazin û em ê vê lêpirsînê bidomînin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

LI COLEMÊRGÊ HEFTEYA 188’EMÎN: LI PÊŞIYA MALA XWE HAT QETILKIRIN

Li Colemêrgê, xizmên windayan li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ji bo hefteya 188’emîn a çalakiya xwe kom bûn. Di çalakiyê de ku pankartên bi nivîsên “Kujer diyar in, winda li ku ne?” û “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hilgirtin, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kesên din beşdar bûn. Di çalakiyê de vê hefteyê li sûcdarên kuştina Abdulkerîm Vardar ê di 15’ê Tebaxa 1993’yan de li navenda bajêr li ber çavên zarokên xwe hatin kuştin, hat pirsin.

Rêveberê ÎHD Eren Baskin çîroka Vardar vegot û diyar kir ku piştî pevçûnên li navçeya Oremar a Geverê di 14’ê Tebaxa 1993’yan de operasyoneke mezin dest pê kiriye. Baskin got: “Di 15’ê Tebaxa 1993’yan de, wesayîtên zirxî yên ku di navenda bajêr re derbas dibûn bêserûber gulebaran dikirin, girtinên keyfî dikirin û kesên ku nerazîbûn nîşan didan îşkence dikirin. Leşkeran belavok li malên li taxa Esentepe belav kirin û daxwaza valakirinê kirin. Gelek niştecih neçar man ku birevin cem xizmên xwe yên li gundan an bajarên din. Ji ber ku cihekî din ji bo çûnê tunebû, Abdulkerîm Vardar û zarokên wî li mala xwe sekinîn. Dema ku leşkeran kesên ku red dikirin vala bikin dîtin hatin û pencereya derve şikandin û xwestin ku Vardar derkeve. Vardar, digel kurê xwe yê biçûk Zahir, çû ber derî û dûv re ji hêla leşkeran ve hat girtin. Bav Vardar ku li hember destwerdana tund a leşkeran li ber xwe da, ji aliyê sê leşkeran ve li ber deriyê mala xwe hat gulebarankirin û li ber çavên malbata xwe hat kuştin. Abdulkerîm Vardar ku li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, bi hewldanên gferdên malbatê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hat kirin. Ferdên malbatê yên ku bûyerê ji rayedaran re ragihandin, ketina wan a nexweşxaneyê hat astengkirin. Leşkeran cenaze li parka otomobîlan hiştin û otopsî nehat kirin û cenaze bêyî ku raporek were amadekirin ji bo ji nû ve veşartinê radestî malbatê hat kirin.” 

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

LI ÎZMÎRÊ JÎ AQÛBETA MEHMET ERTAK HATE PIRSÎN

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê çalakiya xwe ya du hefteyan carekê li ber Sumerbanka Kevin a li Konakê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên “Winda meseleya wijdanê ne, xwedî li wan derkevin” û “Winda diyar in, sûcdar li ku ne” hatin hilgirtin, Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk û gelek kesên din beşdar bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li ser aqûbeta Mehmet Ertak ku di sala 1992’yan de ji aliyê polîsên bi cilên fermî ve hat binçavkirin û windakirin, hat sekinandin.

Piştî xwendina metna daxuyaniya çapemeniyê, Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Ovgu Temizkan çîroka Ertak xwend. 

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo Acar ê ku 31 sal berê li Amedê hatibû revandin, daxwaza edaletê hat kirin
Nûçeya Pişt re Cezayê darvekirina Şerîfe Muhammedî hate erêkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Riza Turmen: Divê tevgera hemwelatîbûnê were avakirin

Dadgerê DMME’yê yê berê Riza Turmen ê di Konferansa Demokrasiya herêmî de axivî û got:…

Ji aliyê Stêrk TV

Destîna Kobanê: YAT ji bo parastina xaka Sûriyeyê amade ye

Fermendara Giştî ya Yekîneyên Antî Teror Destîna Kobanê diyar kir ku rola Yekîneyên Antî Terorê…

Ji aliyê Stêrk TV

Wezareta Karûbarên Olî yA hikûmeta demkî çeteyan li dijî gelê Rojava sor dike

Wezareta Karûbarên Olî yê hikûmeta demkî yê Sûriyeyê (Ewqaf), daxuyaniyek ku komên çeteyan li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bakirhan: Divê kes netirse û dest bide aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şandeya Îmraliyê serdana Demîrtaş û Mizrakli kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di Rûniştina F a 751’an de ji bo girtiyên nexweş banga tehliyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?