Di demên dawî de li Tirkiye û Kurdistanê bûyerên tundiya kesayetî her ku diçe zêde dibin. Zêdebûna tundiya di navbera kesan de di lêkolînan de tê dîtin.
Li gorî daneyên sala 2025’an ên Laboratuvara Edalet û Psîkolojiya Sûc a Zanîngeha Kulturê ya Stenbolê, bûyerên tundiya di navbera kesan de li gorî berê ji sedî 75 zêde bûne. Li gorî daneyên Weqfa Umutê jî di navbera salên 2014-2025’an de li Tirkiyeyê hejmara bûyerên tundiya kesayetî yên bi çekan 41 hezar derbas bûye.
Parlamentera DEM Partiyê ya Dersîmê Ayten Kordû zêdebûna bûyerên tundiya kesayetî yên ku di civakê de ji ANF’ê nirxand.
‘NABE KU ZÊDEBÛNA TUNDIYA kesayetî BI SEDEMEKÊ TENÊ VE BÊ GIRÊDAN’
Ayten Kordû diyar kir ku di bingeha bûyerên tundiya kesayetî yên ku zêde dibin de krîzeke kûr a sîstemî heye û got:
“Di bingeha zêdebûna tundiya kesayetî ya li seranserê Tirkiyeyê de divê mirov li krîza kûr a sîstemî, xizanbûn, bêedaletî, ji aliyê desthilatdarî yan jî dewletê ve avanekirina sîstema demokratîk û polîtîkayên ku civakê mîlîtarîze dikin binêre. Siyaseta ku li ser înkar, paşguhkirin, nepejirandina cudahiyan û yekperestiyê tê meşandin û pirsgirêkên kûr ên civakî yên ku şer û pevçûnên salên dirêj afirandine, bi hev ve girêdayî pêş ketine.
Nabe ku zêdebûna tundiya kesayetî bi sedemekê tenê ve bê girêdan. Krîza aborî, newekheviya civakî, berberîbûna siyasî, çanda serdestiya mêr, bêcezatî, çekdarbûna kesayetî, fikara paşerojê ya ciwanan, lawazbûna mekanîzmayên piştgiriya civakî, sedemên bingehîn ên zêdebûna bûyerên tundiya kesayetî ne.Li vir xala ku divê bi taybetî bê destnîşankirin ew e ku tundî di jiyana civakî de her ku diçe ji rêzê dibe û wekî rêbazeke çareserkirina pirsgirêkan tê pejirandin.”
‘LI KURDISTANÊ LI PIŞT ZÊDEBÛNA TUNDIYÊ SOSYOLOJÎK Û POLÎTÎK ÊN CUDA HENE’
Ayten Kordû destnîşan kir ku li Kurdistanê li pişt zêdebûna tundiyê polîtîk û sosyolojîk a taybet heye û wiha berdewam kir:
“Polîtîkayên şerê taybet ên ku bi salan e li herêmê tên meşandin; yanî bicihkirina hêzên ewlekariyê, sîstema cerdevaniyê, têkiliyên derqanûnî, çeteyî, madeyên hişbir û fihûşê yekser ji aliyê dewletê ve rê li ber wan hatiye vekirin, armanca wan ew e ku nirxên civakî, exlaq û mekanîzmayên xweparastinê hilweşînin û piştgiriya xweser, yekîtî û rêxistinbûnê ji hev belav bike.
Dema ku bandorên civakî yên polîtîkayên şerê taybet tên nirxandin, divê bê dîtin ku ev ne tenê ji pêkanînên di qada ewlekariyê de pêk tên. Hewl didin ku girêdana nirx û çanda civakî, têkiliyên piştgiriyê û jiyana hevpar lawaz bikin.
Bi taybet ciwanên ku bi madeyên hişbir, çetebûn û torên sûc ên cuda re rû bi rû dimînin, ji bo paşeroja herêmê pirsgirêkeke cidî ava dike. Lêkolînkirina van îdiayan bi bûyerên şênber, şahidî û lêkolînan girîng e. Ji ber ku mijara li vir tê nîqaşkirin ji bûyerên sûc ên takekesî wêdetir, bi polîtîkayên ku bingeha xweparastin û ji nû ve hilberandina civakê lawaz dikin re pêş ketiye.
Di sûcên ku li herêmê tên kirin de kiryar tên parastin an jî hêzên ewlekariyê ji zirxê bêcezatiyê sûdê werdigirin û ev yek cesaretê dide kiryarên tundiyê. Ji bo pêşîgirtina tundiyê, divê hiqûq ji bo her kesî bi awayekî wekhev bê sepandin û gihîştina mexdûrên tundiyê ya edaletê bê misogerkirin.”
’TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ LI SER ZEXTA POLÎTÎK Û ÎDEOLOJÎK HATIYE AVAKIRIN’
Ayten Kordû anî ziman ku di bûyerên tundiya kesayetî de divê tundiya li dijî jinê bi awayekî cuda bê nirxandin û destnîşan kir ku ev tundî tenê bi polîtîkayên desthilatdariyê nayê şîrovekirin û wiha axivî:
“Her roj jin tên qetilkirin, her cure tundî li jinan tê kirin. Têkoşîna jinan a li dijî newekheviya civakî, qada ku sîstema serdestiya mêr herî zêde jê ditirse ye. Tundiya li dijî jinê, bi sedsalan e li ser cudakirin û zexteke civakî ya ku bi awayekî polîtîk û îdeolojîk tê meşandin hatiye avakirin. Desthilatdarî û netewe-dewletan, di dîrokê de bi polîtîkayên zayendperest û yekperest ku cihê jinê di civakê de sînordar dikin, meşandine. Her çiqasî polîtîkayên dijminatiya jinê yên desthilatdariya AKP’ê, vekişîna ji Peymana Stenbolê û bêcezatiyên di darazê de bandorê dikin û ev mesele pir kûrtir e.
Tundî ne tenê îcada desthilatdariya îro ye; berhema hevpar a modernîteya dewletî ya feodal, baviksalar û kapîtalîst re bûye sazî. Tundiya li dijî jinê, encama îdiaya mêr a xwedîgotin û biryarbûna li ser jinê ye. Têgihîştina avakirina kontrolê ya li ser jiyan, beden, ked, nasname û bijardeyên jinê, di hemû qadên cuda yên jiyana civakî de xwe nîşan dide. Biryardana jinê ya derbarê jiyana xwe de, daxwaza hevberdanê, mafê nefeqeyê, bidestxistina serxwebûna xwe ya aborî yan jî di qada civakî de hebûna wê ya wekî kesek azad, ji aliyê hişmendiya serdestiya mêr ve dikare wekî gef bê dîtin.
Ji ber vê yekê têkoşîna azadiya jinê, li gel têkoşîna li dijî encamên tundiyê, têkoşîneke girîng a guherandina hişmendî û têkiliyên civakî yên ku tundiyê hildiberînin jî dimeşîne.
Li Kurdistanê jin neçar in hem li dijî zexta sîstema giştî ya dewleta Tirk û serdestiya mêr û hem jî li dijî zexta baviksalar a ku avaniya civakî ya herêmî, kevneşopî, feodal û kodên muhafazakar afirandiye têbikoşin. Ji ber vê yekê ev qadeke têkoşînê ya pir alî ku hem guherîna hişmendiyê û hem jî ya sîstemê ferz dike ye.
Dema ku têkiliyên zextê yên pir alî yên ku jinên Kurd dijîn tên nirxandin, divê jin di têkoşîna azadiyê ya civaka xwe de wekî kirde bê dîtin. Jinên Kurd, dema ku li dijî tundiya dewletê û cudakariya ku di dîrokê de pê re rû bi rû mane têdikoşin, di heman demê de ji serdestiya mêr jî hesab dipirsin. Ev her du têkoşîn ji hev cuda ne cuda ne. Daxwaza azadiyê ya jinên Kurd, têkoşîna misogerkirina hem mafên neteweyî û çandî û hem jî wekheviya zayendî ya civakî ji bo hemû jinan e.”
‘TÊKOŞÎNA JINÊN KURD BÛYE ZEMÎNA TÊKOŞÎNA HEVPAR A BI JINÊN TIRKIYEYÎ RE’
Ayten Kordû li ser polîtîkayên Tevgera Jinên Kurd û tevgera siyasî ya Kurd ên li hemberî bûyerên tundiya kesayetî jî rawestiya û wiha pê de çû:
“Tevgera siyasî ya Kurd a ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê xistiye navenda xwe û bi taybetî TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê, di aliyê teorîk û pratîk de bûne pêşeng û zemîna têkoşîna hevpar a hemû jinên Tirkiyeyî. Mekanîzmayên ku jin ne tenê bi rêyên hiqûqî, bi rêxistinbûn û xweparastina xwe li dijî tundiyê bisekinin, afirandine.
Li vir mebesta xweparastinê ev e; kapasîteya jinan a parastina jiyana xwe, parastina mafên xwe, naskirina tundiyê û li hemberî tundiyê tenê nemayîn e. Xweparastin di heman demê de bi armanca pêşxistina biryardana jinan a li ser jiyana xwe û li hemberî serdestiya mêr wekî kirdeyeke azad a civakî hebe û bi rêxistinî dimeşe. Bêguman ji bo vê têkoşîneke demdirêj pêwîst e.
Li hemberî têgihîştina ku ewlekariyê tenê li ser hêza ewlekariyê ya dewletê pênase dike, rêbazên demokratîk esas digire.”
‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ BÊCEZATIYÊ DIVÊ TENÊ BI CEZAKIRINA KIRYAR RE SÎNORDAR NEMÎNE’
Ayten Kordû axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî li Kurdistanê divê dawî li polîtîkayên şerê taybet ên ku ciwanan û civakê dirizîne û çetebûnê, belavkirina madeyên hişbir û asîmîlasyonê bên anîn.
Divê derfetên perwerde, kar, çand, huner û werzîşê ji ciwanan re bên afirandin. Girîng e ku jin û gel bi avakirina komîn û meclîsên xwe yên demokratîk, li hemberî têgihîştina ewlekariyê ya ku di bin yekdestdariya serdestiya mêr de ye, xweparastinê pêş bixin. Divê bi rêya meclisên taxan, torên piştgiriya jinan, rêxistinbûnên ciwanan û mekanîzmayên demokratîk ên herêmî bên pêşxistin.”

