Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê, derbarê zêdebûna darvekirinan a li Îranê daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Raporên navendên mafên mirovan balê dikişînin ser rewşa metirsîdar a sepandin û bicihanîna cezayê darvekirinê ya ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve. Ji destpêka sala 2026’an û şûn de, zêdetirî 850 girtî hatine darvekirin. Li gel vê yekê, zextên giran ên li ser çalakvanên siyasî û jinan nîşan didin ku ev makîneya kuştinê hatiye lezkirin; ev rewş metirsiya wê yekê çêdike ku hikûmeta Îranê komkujiyeke din a bêwêne di dîroka xwe de tomar bike.
Her wiha ligel kûrbûna aloziyan û nakokiyên herêmî, belge nîşan didin ku cezayê darvekirinê ji her demê zêdetir wekî amûreke kuştinê ji bo çêkirina tirsê ya di nava civakê de û paşvekişandina daxwazên gel tê bikaranîn. Ev rêbaz her wiha ji bo rêgirtina li serhildanên nerazîbûnê tê meşandin.
Di vê çarçoveyê de, dezgehên ewlehî û dadwerî yên hikûmeta Îranê li dijî xwepêşander, çalakvanên siyasî û sivîlan sîstemeke berfireh a tepisandinê meşandine. Piştî serhildanên mehên borî, cezayê darvekirinê li ser bi dehan xwepêşanderan bi rêyên neyasayî û bi binpêkirina prensîbên dadgehkirina dadperwerane hatiye bicihanîn. Ev ceza bi îtîrafên neçarî û di bin çavdêriya tund de hatine sepandin.
Di vê navberê de, Kurdistan wekî yek ji navendên sereke yên tepisandina sîstematîk a li Îranê rûbirûyî zextan dibe. Çalakvanên Kurd bi tometên bêbingeh ên wekî endamtiya di hizbên siyasî de tên darvekirin û bi gefên mirinê re rûbirû dimînin.
Her wiha, hejmareke berçav ji binçavkiriyên xwepêşandanên nerazîbûnê û girtiyên siyasî, bi taybetî girtiyên jin, rûbirûyî metirsiya cidî ya sepandina cezayê darvekirinê bûne. Ji ber vê yekê, saziyên navdewletî ji bo parastina mafê jiyanê yê van girtiyan, divê hemû hêzên xwe yên yasayî û dîplomatîk bi kar bînin da ku rê li ber bicihanîna van cezayên hovane bigirin. Bêguman, bêdengî û paşguhkirina mijara mafên mirovan li Îranê, rê li ber berdewamiya makîneya kuştinê vedike.
Hemwextî vê, divê mekanîzmayên yasayî û berhevkirina sîstematîk a belgeyan li ser binpêkirinên mafên mirovan bên xurtkirin. Divê ji aliyê rêxistinên mirovî ve zext li navendên navdewletî û saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) bê kirin da ku bi lezgînî van binpêkirinan bişopînin.
Li hemberî vê stratejiya rejîmê ya ku li ser bingeha tirs û tirsandinê tê meşandin, girîngiya rola malbatên girtiyan, civaka sivîl, medya û raya giştî hîn zêdetir derdikeve pêş. Belavkirina agahiyan û piştgiriya civakî dikare rê li ber paşguhkirina van dosyayan û bicihanîna van tawanên bêdeng bigire.
Darvekirina her welatiyekî bêyî guhdana nêrîn û nasnameya wî, binpêkirina eşkere ya mafê jiyanê ye û berpirsiyariyekê dixe ser milê civaka navdewletî. Saziyên mafên mirovan û raya giştî nabe tenê nerazîbûna xwe bînin ziman, divê pêngavên lezgîn, hemaheng û bibandor bidin pêş da ku bicihanîna cezayê darvekirinê bidin sekinandin. Her wiha pêwîste berpirsyarên van tawanên li dijî mirovahiyê werin cezakirin.”

