Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de ya li Meclîsê mijarên di rojevê de nirxand. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Dayikên Aştiyê û mêvanên ji gelek bajaran jî tevlî civîna koma DEM Partiyê bûn.
Tûncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de di salvegera 12’yemîn a komkujiya Şengalê de cangoriyên fermanê bi bîr anîn û got, wê her tim bi civaka Êzidî re di nava piştgiriyê de bin.
Hevserokê DEM Partiyê bal kişand ser qanûna çarçoveyê û wiha axivî: “Bi qanûna çarçoveyê deriyekî nû wê vebe. Li dinya û herême jî bûyerên girîng diqewimin. Sedsalek tê girtin û sedsaleke nû destpê dike. Rojhilata Navîn jî navenda vê yekê ye. Tirkiye di van bûyeran de ji bo roleke ne li bendê lê weke kirde bigire divê pirsgirêka Kurd çareser bike. Tirkiye divê li Rojhilata Navîn hevkariya bi Kurdan re weke stratejîk bibîne. Li Rojhilata Navîn kî bi jeopolîtîka Kurdan re têkiliya rast dayne wê bi ser bikeve lê li dijî vê tevbigere wê winda bike.”
Di dewama axaftina xwe de Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku li Tirkiye pirsgirêka aborî, hiqûqî û edaletê heye û wiha pê dê çû: “Ciwan êdî paşeroja xwe nabînin. Divê Tirkiye ji vê rewşê rizgar bibe. An wê pirsgirêka Kurd çareser bike û demokrasiyê pêk bîne yan jî dijberî wê zêdetir bibe. Ji bo wê êdî divê ew çavkaniyên aboriyê ku heta niha ji şer re dihatin veqetandin bigihêje sifreya her kesî. Pergaleke ku hemû kes bi awayekî azad xwe bikaribin îfade bikin û tevlî rêveberinê bibin divê pêk were. Ji bo wê jî aborî bêyî hiqûq û demokrasiyê nabe.”
Tûncer Bakirhan diyar kir ku qanûna çarçoveyê wê bibe destpêkek û wiha domand: “Qanûna çarçoveyê jî wê ji bo hiqûq û demokrasiyê bibe destpêkek. Em dibêjin ji bo vê qonaxê derbas bikin werin em vê gavê bi hev re biavejin. Em mînaka Îrlandayê bidin. Piştî şerê dirêj kesî bawerî bi aştiyê nedianî. Lê şerê sed salan bi muzakereyê bi dawî bû. Em jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di qonaxeke krîtîk de ne. Bi banga Birêz Ocalan û hewldanên birêz Bahçelî û Erdogan firseteke mezin li pêşiya me ye. Divê em vê firsendê berhewa nekin û gavên hatine avetin bi qanûnan misoger bikin. Qanûna çarçoveyê jî ji bo vê gava yekem e.”
Tûncer Bakirhan di dewama axaftina xwe de anî ziman ku heyeta wan bi Rêber Apo re hevdîtineke erênî pêk aniye û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan ji we hemûyan re silavên xwe şandin. Birêz Ocalan dibêje rêya ji hezar kîlometreyî bi gavekê destpê dike. Em jî dibêjin werin em vê gava yekem biavêjin û hezaran kîlometrî bi hev re bimeşin. Ew pêvajo wê qedera hemû herêmê diyar bike û derfetên kar, aramî û aboriyê vebike. Weke birêz Ocalan dibêje ew pêvajo stratejiya sed salan e. Ew stratejî avakirina civaka demokratik a ku hemû kes tevî cudahiyan jî bi nasname û rengê xwe bikarin bi hev re bijîn e. Ew stratejiya avakirina Tirkiyeya demokratîk ku mafê gelê Kurd bê naskirin, mafê rêveberiyê bê naskirin û mafê hemû netewe û baweriyan bê misogerkirinê ye. Ew stratejî bi dawîkirina xizanî û krîza aboriyê ye. Ew stratejiya hemû kesên bi biryarnameyên di hukmê qanûnê de ji kar hatine dûrxistin vegerin ser karê xwe ye. Cenazeyê leşker jî gerîla jî li vî welatê ye. Ew êş a me ye. Weke nivîskarê Kurd Mehmet Uzun dibêje; Aştî karê herî bi rûmet ê ku aqilê mirov afirandiyê ye. Qanûna çarçoveyê vekirina deriyê aştiyê ye.”
Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi serketî encam bibe divê şert û mercên Rêber Apo bên başkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê meclis jî rola xwe ya dîrokî bilîze. Bi tevlîbûna hemû partiyan di bin banê meclisê de desteyeke şopandinê bê avakirin. Em ê piştî vê qanûn jî têkoşîna xwe bi hemû gelen bindest re mezin bikin. Divê piştî meclis vebû jî em ser nexweşerêyekê bixebitin. Ew nexşerê divê li ser pêkanîna hemwelatiya wekhev, mafê xwe rêveberiyê, mafê ziman û pêkanîna demokrasiyê bibe. Ew qanûn 86 milyonan eleqadar dike. Ji bo wê jî dema ew qanûn hat parlamentoyê em rê nadin provakasyonan. Em ê hemû rexneyan guhdar bikin. Em ê her tim bi diyalog û muzakereyê re vekirî bin. Em ê zimanê aştî û civaka demokratîk bi hev re mezin bikin. Em bang li partiyên muxalîf dikin ku ew ne li gor hesabên siyasî li gor girîngiya qanûn tevbigerin. Em bang li desthilatê dikin ku desthilat divê guh bide civakê û berpirsyariya xwe ya ji bo pêşketina pêvajoyê çêkirina qanûnan bi cih bîne. Werin em zincîrên vî welatî bi hev re vebikin. Ev qanûn bibe wesîleya, hiqûq, demokrasî û azadiyê.”

