Dayika Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû, Haniy Karasû di 94 saliya xwe de duh li Çanakkaleyê jiyana xwe ji dest da. Haniy Karasû di 31ê Tîrmehê de nexweşiya wê giran bûbû û ew rakiribûn Nexweşxaneye Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Çanakkaleyê. Haniy Karasû di 3yê Tebaxê de li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Malbatê cenazeyê Haniy Karasû pêşî anîn Cemxaneya Pîrsûltan Abdal a li navçeya Esenlerê ya Stenbolê. Li vir merasîma cenaze hate lidarxistin û piştre cenaze ber bi navçeya Gurun a Sêwasê ve hate rêkirin. Cenaze îro gihîşt gundê wê Karapinar a bi ser navçeya Gurunê ve. Li gund merasîma cenaze hate lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê Celal Firat, Ayten Kordû û rêveberên DEM Partiyê, DBPê, aktivîstên TJA’yê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li merasîma cenaze bûn.
Piştî wecîbeyên olî jinan darbesta cenazeyê Haniy Karasû hilgirt ser milên xwe û birin goristanê. Cenazeyê dayika Haniy, li kêleka gora hevjînê wê Xidir Karasû li goristana gund hate veşartin.

