Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Werîşe Muradî ya ku ji aliyê dewleta Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn daxuyanî da.
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hate gotin: “Dîroka têkoşînê ya gelan, jinan bi taybetî ya Kurdan; gelek caran bûye şahid ku herî zêde jin ji polîtîkayên şer ên dewlet neteweyan ên li ser Rojhilata Navîn û erdîngariya Kurdistanê bandor dibin. Tevî vê yekê jî têkoşîna azadiyê ya jinan a li hemberî serweriya mêr bêyî navber dewam kiriye û jin di hin deman de jî destkeftiyan bi dest xistine. Îro bi taybetî li erdnîgariya Rojhilata Navîn ku paşverîtû û mêranî xwe ji nû ve û zêdetir bi sazî dike, li Kurdistanê têkoşîna azadiyê ya Kurd zêdetir bi biryartir tê dayîn. Lê rejîma paşverû yê Îranê jî weke dewlet neteweyên din, hebûn û hegomanyaya xwe bi li dijî hev xistina gel, bi domandina polîtîkayên zextê yên li dijî jinan didomîne û vê yekê jî bi pêkanînên nemirovî yên weke darvekirin hin kûrtir dike.”
‘JIN JIYAN AZADÎ RIZGARIYE’
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku di sala 2022’an de bi qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê rejîma paşverû ya Îranê ve bû mîrateya jinên Kurd, ne tenê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li gelek cihên cîhanê ji bo gelên bindest bû hêvî, veguherî nasnameyekî gerdûnî. Careke din derxist holê ku şoreşekî civakî û azadî tenê bi azadiya jinan re pêkan e. Ev heqîqet li çar parçeyên Kurdistanê bi taybet li Rojhilat bû raçêteya rizgarî û azadiyê ya hemû nasnameyan bi taybetî ya jinên Kurd. Herî dawî derbarê Werîşe Muradî ya ku li bajarê Sinê ya Rojhilat weke endama KJAR’ê têkoşîna jinan dide û 1’ê Tebaxa 2023’an ve girtî ye, biryara darvekinê hate dayîn.
Têkoşîna Werîşe ya azadiyê ne tenê ji bo wê, ji bo hemû jinên rastî destavêtin, êşkenceyê tên bû. Di nameya xwe ya dawî de parastina rojê ya li hemberî tarîtiyê dike û got, “Ji Kurdistanê heta Belucîstanê, ji Îranê heta Afganîstanê, heta bigihije îdealên li ser jinê, heta dawî li her cure zext û zordariya li ser jinê bi dawî bibe ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Îro rejîma paşverû ya Îranê; Pêşengê şoreşa azadiyê ji bo ku jinên Kurd bi binçavkirin, girtin û cezayê darvekirinê ceza bike û bitirsîne, her cure rêbazên dijmirovahî bikar tîne. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, tenê di sala 2023’an de li Îranê 853 kes hatine darvekirin. Û 22 ji wan jin bûn.
‘WERIN EM BIBIN DENGÊ JINÊN ŞOREŞGER’
Ruhê berxwedanê, îrade û wêrekiya ku jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê derxistiye holê, li Rojhilat jî weke hemû parçeyên Kurdistanê bûye tirsa herî mezin a rejîmê. Û em dizanin ku berxwedana jina Kurd û şoreşa azadiyê wê dawî li rejîmên paşverû, yên serdest ên mêr, ku herî mezin sûcdarên qirkirina jinê ne, bi taybetî li Îranê bîne. Weke jin em bang li hemû saziyên sivîl ên navneteweyî yên ku ji bo maf û wekheviyê têdikoşin, rêxistinên jinan û aktîvîstên ku ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin li dijî cezayên darvekirinê yên rejîma paşverû ya Îranê ku weke qetlîamek li ser jin û civakê ferz dikin, dikin ku ji bo jinên şoreşger ên ji bo azadiyê têdikoşin bibin yek deng.”