Yekşem, 12 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê hilbijartina Muhammed Seîd Amêdî ya ji bo serokkomariya Iraqê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo Meşa Gemlîkê em li Stenbolê karekî berfireh dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berdana bi demkurtî çareserî nîne, taloqkirina înfazê divê mayinde be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > TKŞ: Em ê axa şoreşê bi rihê berxwedanê biparêzin
Rojava

TKŞ: Em ê axa şoreşê bi rihê berxwedanê biparêzin

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) êrîşên çeteyan ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kir û got, “Rihê berxwedana Tişrînê, îro ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê heta hemû bajarên Rojhilata Navîn belav dibe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Çile 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) têkildarî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê e ev tişt ahtin parvekirin: 
“HTŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk, piştî hilweşandina rejîma BAAS’ê, dixwazin axa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin. Çeteyên ku Şehba û Minbic dagir kiribûn, bi piştgiriya dewleta Tirk, ji Tişrîn û Qaraqozakê dixwestin derbasî axa şoreşê bibin. Armanca wan dagirkeriyê li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bikin. Lê wan nikarîbûn vê yekê bi ser bixin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji 8’ê Kanûna 2025’an û vir ve, şahidê berxwedaneke bi rûmet bûn. Li eniya cepheyê berxwedana QSD, YPJ û şervanên komunîst, bi çalakiyên gel ên ku ji hemû bajaran dest pê kir û heta Bendava Tişrînê dirêj bû, me rê neda dijmin. Nobeta mertalê zindî ya li Bendava Tişrînê, biryardariya me û îradeya me nîşanî dijminê dagirker da.

‘EM Ê XETA SERKETINÊ BIDOMÎNIN’ 

Tişrîn, pêşî bi destê jinên pêşeng ên şoreşa Rojava hate parastin. Şervanên Tabûra Şehîd Serkan ên ku bi YPJ û QSD’ê re li xeta Deyr Hafir, Qaraqozak û Tişrînê bûn hêmana şer, roleke pêşeng û kedkar lîstin. Em bi rêzdarî hemû şervanên di vê berxwedanê da nemir bûne bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê xeta serkeftina wan bidomînin.

‘GELÊ ME PAŞVE GAV NEAVÊT Û WÊ NEAVÊJE’

Gelên me, jinên ji hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çûn nobetê li Bendava Tişrînê bigirin. Wekî pêkhateya komunîst a şoreşa Rojava, em jî ji hemû kantonan bi awayekî çalak beşdarî vê berxwedanê bûn. Ji 8ê Rêbendanê û vir ve, di vê berxwedanê da ku konvoyên me bi balefir û SÎHAyan hatin lêdan, li ser bendavê bombardûman hatin kirin, em beşdar bûn û serê me bilind e. Me di vê berxwedana nobeta dorveger da, bi dehan şehîd, bi sedan birîndar dan. Lê me gav jî paş ve navêtin. Û me dijminê faşîst nêzî bendavê nekir. Em li dora şervanên xwe yên ku li mevziyan bi birçîbûn û tîbûnê berxwedan didan bûn mertal. Bi dirûşma “Berxwedan jiyan e” gelê me bi ser bombeyan ve çû û bi vî awayî bi ser ket.

Çawa ku êrîşa dagirkirina faşîst Hitler bi berxwedana Stalingradê hate şikandin, çawa ku çeteyên DAÎŞ’ê ji Kobanê hatin derxistin, di destpêka sala 2025’an de jî berxwedana Tişrînê bi rûmet di dîrokê da hate nivîsandin.

‘HTŞ’Ê LI HEMBER GELÊ KURD ŞER ÎLAN KIRIYE’

Niha di destpêka sala 2026’an dw gefên dorpêçkirin û dagirkirina li ser şoreşa me ya Rojava hê jî didomin. Di sala borî da, çeteyên HTŞ’ê yên El Colanî, bi piştgiriya dewleta Tirk, li dijî gelên Elewî, Durzî û Xiristiyan êrîşên qirkirinê pêk anîn. Jin revandin, bi tecawiz û fidye êrîşên sûcên mirovahiyê kirin. Di hefteyên dawî de, li Helebê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser hatin dorpêçkirin. Gelek caran êrîş tên kirin, ji ber bombardûmanan windahiyên canî çêdibin. Ji doh ve çeteya HTŞ, li hember gelê me yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û QSD’ê şer îlan kiriye. Taxên Kurdan ên li Helebê, bi tanq û çeken giran hat dorpêçkirin. Bombardûmanên bê serûber tên kirin. Bi dehan kes birîndar bûn, gelek kes hatin qetilkirin. Çete dixwazin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vala bibin û zorê dide da ku gelen me yên di qadên Rêveberiya Xweser de dijîn axên xwe biterikînin.

‘BI BERXWEDANÊ ÊRÎŞAN VALA DERXIN’ 

Di van rojên pêşîn ên sala 2026’an de, em dibînin ku ji bo gelên me berxwedan rêya rizgariyê ya yekane ye ji bo jiyana wekhev û azad. Rihê berxwedana Tişrînê, îro ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê heta hemû bajarên Rojhilata Navîn belav dibe. Gelê me bibiryar û rêxistinkiriye. Wê axên xwe qet neterikîne û bi berxwedanê êrîşên çeteyên faşist vala derxîne. Em berxwedana bi bedela şehîdan berdewan dike, silav dikin. Em bangewaziyê di serî de li hemû gelen Bakur û Rojhilatê Suriyê û li tevahiya gelen cîhanê dikin da ku piştgiriya bi gelp Şexmeqsud û Eşrefiyê re mezin bikin.

‘SERHILDANA GELÊ ME YÊ ROJHILAT’

Li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê, bi pêşengiya gelê me yê Kurd, gelên bindest bi rojan e li dijî rejîma melayan a faşîst a Îranê berxwedan dikin. Berxwedana Tişrînê bi agirê berxwedana gelan a li bajarên Rojhilatê ra hevdît.Em serhildana ku li Rojhilatê Kurdistanê û hemû bajarên Îranê berdewam dike silav dikin. Em nûçeyên ku gelê me yê Rojhilatê dest bi azadkirina bajarên xwe kirine distînin. Serhildana gelê me yê Rojhilatê ji bo hemû gelên me yên Kurdistanê û armanca me ya Kurdistana yekgirtî gelek girîng e. Ji Rojavaya ku parastina şoreşê didomîne silav li wan ên ku ji bo şoreşê li Rojhilatê kolanan tijî dikin. Em bang li hemû gelan, bi taybetî li gelê Rojhilatê dikin: “Baweriya xwe bi serkeftinê bînin, ji bo bi ser bikevin ruhê berxwedana Tişrînê li xwe bikin.

RONAHIYA ROJAVA LI SÛRIYEYÊ BELAV BIKIN 

Berxwedana Tişrînê, bi şêwazê rêxistinkirinê û ruhê xwe yê şoreşgerî, îro cihnîşa têkoşîna me ye. Wek ku me dûh li Tişrînê kir em ê îro jî li Şexmeqsut û Eşrefiyê parastina şoreşa xwe bidomînin. Em ê şoreşa jinan a Rojava biparêzin û bidin jiyîn. Em ê dawî li tarîtiya cîhadîst a faşîst û zilamperest ên ku li bajarên Sûriyeyê qirkirinê dikin bînin. Em ê ronahiya şoreşa Rojava li hemû Sûriyeyê û Rojhilata Navîn belav bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN NAVENDA NÛÇEAYAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêzên Ewlekariya Hundirîn îdiayên ‘korîdora ewlehiyê’ derevand
Nûçeya Pişt re Di êrîşa çeteyan a li ser Dêr Hafirê de 3 kes birîndar bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêya Tebqa-Selemiyê 8 roj in girtî ye

Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê rêya ku bajarê Tebqa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Êzidî bersiva peyama Rêber Apo dan: Têkoşîna me xurttir bû

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava, bersiva peyama Rêber Apo dan û gotin, “Ev name, hêza…

Ji aliyê Stêrk TV

Tirkiye di gendeliyê de ji nav 180 welatan di rêza 115’an de ye

Li gorî rapora Rêxistina Şefafîyê ya Navneteweyî Tirkiye bi 34 pûanan di nav wan welatên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Sûriye ji bazirganan re bûye qada talanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di panela MSD’ê de îşaret bi yekîtiya Kurdan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

400 endamên QSD’ê hatin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Malbatên dîlgirtiyan: Divê demildest dîlgirtiyên me bên berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?