În, 6 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îranê piştî êrîşê, girtiyên siyasî hatin veguheztin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê rojnamevana ku talankirina daran kiribû nûçe, lêpirsîn hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saritaş: Ocalan stratejîk nêzîk dibe, divê dewlet planê pêşkêş bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûr û Iraqê êrîşên bi dron û fuzeyan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Siyaseta derve ya Tirkiyeyê di dijberiya Kurdan de asê maye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronan êrîşî Helebce, Soran û Gare hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanaz Îbrahîm: Kurd wê êdî nebin amûrê kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîşî du cihên Hewlêrê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê: Êrîş wê têkoşîna me qels nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Îdîa bi temamî bêbingeh in

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 partiyên ku li Rojhilatê Kurdistanê di bin banekê de hatine cem hev û armancên wan?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E: 8’ê Adarê em li qadan bin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê ji bo jinan her roj mîna 8’ê Adarê were dîtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan banga tevlîbûna meşa 8’ê Adarê ya Dusseldorfê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xunav Xelîl: Wê têkoşîna jinan her bilind bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Qamişloyê bi meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Pêla duyemîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilat dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Tola komkujiya 3’ê Tebaxê bi rêxistinî û xweparastina jinê dikare bê hilanîn
Jin

Tola komkujiya 3’ê Tebaxê bi rêxistinî û xweparastina jinê dikare bê hilanîn

Koordînasyona KJK'ê ji ber salvegera 10'emîn a fermana 3'ê Tebaxê ya li Şengalê daxuyaniyek da û got, "Bi rêxistinî û xweparastina jinê tola vê komkujiyê dikare bê hilanîn."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê bi boneya salvegera fermana çeteyên DAÎŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an li ser Şengalê pêk anî daxuyanî da. KJK’ê ragihand ku jinên li hemû qadên jiyanê rêxistinbûna xwe xurt bikin wê bibin misogeriya Şengal û Êzîdxanê.

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî ye: “Em 10’emîn salvegera êrîşa hêzên paşverû yên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê, di şexsê Nûjiyan Erhan, Bêrîvan Şengalî, Arîn Şengalî, Dayê Gulê, Dayê Erzan, Cîlan, Mam Zekî, Dilşêr Herekol, Evîn Dêrik, Agîd Civyan, Nûjîn Sêrt, Hêlîn Mêrdîn, Berxwedan, Zerdeşt, Seîd Hesen, Dijwar Feqîr, Dilgeş Rojhilat û Genco Hewlêr de hemû hevrêyên xwe yên di vî şerê rûmetê de şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ew weke Derwêş û Adulê yên hemdem, ne tenê Şengalê, çand û nirxên herî kevnar ên mirovahiyê yên Rojhilata Navîn jî ji komkujiyê rizgar kirin. Hêviya jiyana azad mezin kirin. Em soza xwe ya pêkanîna Şengaleke xweser bi vîna xwe, xwe bi rê ve bibe nû dikin.

DAÎŞ a ku berhema hêzên hegemonîk ên cîhanê ye, êrîşî nirxên mirovahiyê kir û xwest li ser navê jiyanê çi heye tevî qir bike. Ev hêzên ku di sala 2014’an de êrîşî Şengalê kirin, xwestin bi qirkirina gelê me yê Êzidî yên ku koka bingehîn ên Rojhilata Navîn û erdnîgariya Mezopotamyayê ne, li ser navê jiyanê çi heye tevî tine bikin.

JINÊN ŞENGALÊ HÊVIYA JIYANA AZAD LI CÎHANÊ BELAV KIRIN

Di vê êrîşa hovane de herî zêde jinên Şengalê zirar dîtin. Bi hezaran jin û zarok li bazaran weke xenîmetên şer hatin firotin, bi hezaran hatin qetilkirin, bi hezaran koçber bûn û çarenûsa bi hezaran jî hîn ne diyar e. Êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya sala 2014’an nîşan da ku her gelên xweparastin û rêxistinbûna wan tine ye, bi komkujiyan re rû bi rû ne û ev xeterî her tim li pêşiya wan e. Li ser vê rastiyê di serî de jin û gelê me yê Êzidî ji bûyer û dîroka piştî komkujiyê ders girtin û hêza xwe ya xweparastinê ava kirin û xwe birêxistin kirin. Jinan dîtin ku ferman û komkujî ne çarenûs e,  ji îdeolojiya Rêber APO hêz û cesaret girtin, rabûn ser piyan û li ber xwe dan. Bi gihandina ramanên Rêber APO û hizra hezaran salan a Êzidîtiyê dest bi rêsandina jiyana azad kirin. Jinên ku bi TAJÊ re rêxistinbûna xwe û îradeya xwe nîşan dan, bi YJŞ’ê re parastina cewherî û rêxistinbûna xwe misoger kirin. Dem hat jinan bi kevirên di destên xwe de li hemberî tankan rawestiyan, xendekên ku hatibûn kolandin bi destên xwe dagirtin û dem hat ji bo parastina xwe û Şengalê çek hilgirtin. Jinên Şengalê bi projeya neteweya demokratîk a Rêber APO di her aliyê jiyanê de hêviya jiyana azad li hemû cîhanê reşandin.

DIVÊ XWEDÎ LI DESKETIYAN BÊ DERKETIN

Şengala Xweser bersiva herî watedar û herî mezin a li dijî ferman û komkujiyan e. Ev tê wateya têkbirina planên qirêj ên li ser Şengalê. Dewletên rojavayî, dewleta Tirk, hikûmeta Iraqê û Barzaniyan ên ji vê heqîqetê tirsiyan, komployek bi navê Peymana 9’ê Cotmehê îmze kirin û bi vê peymanê re koletî û komkujiyan li ser gelê me yê Êzidî ferz dikin. Bi vê peymanê armanc dikin ku bi rêya zagonan qirkirina Êzidiyan pêk bînin. Tiştên ku bi DAÎŞ’ê re nekirin, hewl didin bi vê peyman û qanûnên sexte pêk bînin. Lê rastiyek ku wan ji bîr kiriye heye: Şengal ne Şengala berê ye. Divê gelê me li hemberî vê komploya ku tê xwestin bi rê û rêbazên cuda bimeşînin, biryardariya xwe ya jiyana azad hîn xurtir bikin û çand, ziman, bawerî û nirxên xwe biparêzin. Divê xwedî li destketiyên xwe derkeve û wan mezintir bike.

Divê di 10’emîn salvegera komkujiyê de ji hêzên ku di vê komkujiyê de cih girtine hesab bê pirsîn. Divê ev komkujî li qada navneteweyî û Rojhilata Navîn weke sûcê qirkirinê bê qebûlkirin. DAÎŞ, hevkarên wê, hêzên weke dewleta Tirk û PDK’ê ji ber sûcê qirkirinê bên darizandin. Beriya her tiştî divê PDK li gel hêza xwe ya leşkerî ya ku gelê me û Şengalê radestî DAÎŞ’ê kir, li dadgehan bê darizandin. Dîsa divê dewleta Tirk a faşîst hem ji bo piştgiriya xwe ya di komkujiya 2014’an a çeteyên DAÎŞ’ê pêk anîn û hem jî komkujiyên piştî rizgarkirina Şengalê hesab bide û bê darizandin. Divê hemû gelê me, di serî de jin û derdorên demokratîk vê rewşê bibin dadgehê û ji bo cezakirinê dosyayên der barê komkujiyê de radestî dadgehan bikin. Dîsa hikûmeta Iraqê ya ku di dema êrîşan de li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe neda, divê rêz li gelê Şengalê bigire, xwerêveberî, vîna gelê me û îradeya Rêveberê Xweser nas bike.

RÊXISTINA JINAN MISOGERIYA ŞENGALÊ YE

Di 10’emîn salvegera komujiyê de em di serî de bang li ciwan û jinan û raya giştî ya demokratîk dikin ku Şengalê û destketiyên wê biparêzin, xurtir bikin ûnli dijî xiyaneta PDK’ê ya ku di xeta hevkariyê de israr dike û li Kurdistanê pêşengiya leşkerên dijmin dike, têbikoşin. Xebateke xurt a ji bo avakirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê tê wateya sekna li dijî komkujî û fermanan e. Tolhildana vê komkujiyê bi rêxistinbûn û parastina jinê pêkan e. Jinên ku di hemû qadên jiyanê de rêxistinbûna xwe xurt bikin wê bibin misogeriya Şengal û Êzîdxanê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nobeta li dijî desteserkirinê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
Nûçeya Pişt re YPJ’ê soz da: Heta rizgarkirina hemû jinên Êzidî yên dîlgirtî em ê têbikoşin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ozgur Ozel: Sûcê Îmamoglû tenê têkbirina Erdogan e!

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Portekîzê ji ber şewatên daristanan 7 kes jiyana xwe ji dest dan

Portekîz bi şewatên daristanan ên ku li her derê welat gur dibin re têdikoşe. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîla Cengîn Welat: Em ê bi Rêberê azad re serketinê tacîdar bikin

Gerîla Cengîn Welat anî ziman ku banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Îranê piştî êrîşê, girtiyên siyasî hatin veguheztin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Derbarê rojnamevana ku talankirina daran kiribû nûçe, lêpirsîn hate destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jin wê 8’ê Adarê li qadan daxwaza aştiyê bikin!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJK-E: 8’ê Adarê em li qadan bin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?