Kongra Star a Kobanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê weke gelên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan bi heman helwestê, bi hev re bi awayekî azad jiyan bikin û bi hev re têbikoşîn û axa xwe biparêzin.
Kongra Star a Kobanê ji bo piştgirya şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bikin û gelê xwe biparêzin bi daxuyaniyeke tevlî banga seferberiyê bû û ragihand ku wan li Kobanê Tûgaya Şehîd Sorxwîn ava kiriye.
Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star a Kobanê Xwînav Xelîl ve hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wan Tûgaya Şehîd Sorxwîn ava kiriye û ev yek hatin gotin: “Ji bo ku em piştgiriya şervanên xwe yên YPG, YPJ, QSD`ê yên di eniya pêş de bikin, em ji raya giştî re radigihînin ku em weke Tûgaya Şehîd Sorxwîn, ji bo tolhildana Şehîd Sorxwîn û li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, em li vê derê ne. Em her tim li vê derên amade ne ku li kêleka şervanên xwe bin û gelê xwe biparêzin.”
Kongra Star a Kobanê di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê û ev yek anîn ziman: “Em tu carî nahêlin ne dewleta Tirk a dagirker û ne jî hevkarên wê axa me dagir bikin. Weke tê zanîn ku ev demek e dewleta Tirk bi taybet gefan li bajarê Kobanê dixwe û êrîşên xwe li ser hemû herêman zêdetir dike. Dewleta Tirk bi gefên xwe dixwaze gelê herêmê qir bike û neteweya demokratîk hilweşîne. Lê belê bila dewleta Tirk û hevkarên wê baş bizanibin ku em ê tu carî nehêlin dijmin bostekê jî derbasî li ser axa me bibe. Em ê li kêleka şervanên xwe bin û nehêlin tu kes axa me dagir bike. Tu êrîşên dijmin ên dagirkeriyê bi hêz û vîna me nikare.”
Endama Kongra Star di dewama daxuyaniyê de anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze careke din bi taybet jî li Kobanê tola çeteyên DAIŞ`ê hilîne û ev yek anîn ziman: ‘’Em ji wan re dibêjin ku wê ev yek tu carî pêk neyê û wê di mêjiyê dijmin de her tim weke xeyalekê bimîne. Em ê tu carê nehêlin dijmin derbasî axa me bibe, em ê bi hemû hêza xwe li kêleka şervanên xwe bin û axa xwe û gelê xwe biparêzin. Em weke gelên li herêmê yên weke Kurd, Ereb, Ermen û Suryan em ê bi yek helwestê, bi hev re bi awayekî azad bijîn û bi hev re têbikoşîn û axa xwe biparêzin.”