Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, li Meclisê di civîna koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand.
Hatîmogûllari da zanîn ku di meha îlonê de 34, di 8 mehên sala 2024’an de 261 jin hatine qetilkirin û wiha got: “Zilam vê cisaretê ji ku digirin? Vê cisaretê ji daraza naxebite digirin. Di her dozê de ji bo sivikkirina cezayê hincetan nîşan didin û ceza nadin. Cisaretê ji vê digirin. Cisaretê ji îktîdarê digirin ku her cara devê xwe vedike li dijî jinan cihêkariyê dike. Cisaretê ji îktîdara ku Peymana Stenbolê betal kirî digirin. Ji îktîdara ku hewl dide qanûna hejmar 6284’ê betal bike û ji dewleta mêr digirin.”
Bi domdarî Hatîmogûllari anî ziman ku çapemeniya îktîdarê û li cem wê cih digire van komkujiyan ji rêzê dibînin û wiha pê de çû: “Dixwazin van komkujiyan di nava civakê de bikin bûyerên ji rêzê. Êdî bes e. Êdî tehemûla me ya ji bo qetilkirina yek jinê jî nema ye. Divê tavilê polîtîkayên pêşîlêgirtina tundiya mêr bikevin meriyetê. Divê daraz êdî ne daraza mêr be. Hewceye dev ji vê pergala necezakirinê berdin.”
Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser Kampanyaya Nan û Edaletê û ev tişt anî ziman: “Tevî hevserokê me yê giştî yê hêja Tuncer Bakirhan, endamên MYK’ê û PM’ê, rêxistinên bajar û navçeyan li her çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê geriyan. Me bi sektorên cuda, karker, kedkar, cotkar, jinan û hwd. re hevdîtin kirin. Em bûn şahidên protestoyên cotkarên firingî, fistiq û çayê. Em bûn şahidên jinên kedkarên malan. Welatî birçî ne, hejar in. Berhemên xelkê di nav zeviyên wan de mane. Hem cotkar hem jî mezêxer mexdûr e.
Roj bi roj zem tên kirin. Ji ber polîtîkayên îktîdara AKP’ê hilberîner birçî ye, mezêxer birçî ye. Ne di bacê de ne jî di dahatê de edalet heye. Di darazê de edalet tune ye, azadî tune ye. Divê ev îktîdar tavilê biçe.”
Mixabin ji Filistînê heta Lubnanê bombe diteqin. Sed sal berê li ser maseyan nexşe hatin xêzkirin. Di êrişên Îsraîlê yên di nava salekê de li Xezeyê zêdetirî 40 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Ez kesên li Filistîn û Lubnanê jiyana xwe ji dest dayin bi rêzdarî bi bîr tînim. Dîzayneke emperyalîst li gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Dixwazin nexşeyên nû xêz bikin.
Filistîn hate şewitandin û wêrankirin. Şerê Rûsya-Ûkraynayê didome. Şerê Çîn-Taywanê di roevê de ye. Îsraîl ji Beyrûdê heta Sûriye, Iraq û Îranê êrişên xwe berfireh kr. Ev şer, şerekî nû yê parvekirinê ye. Şerê herêmî yê hêzên emperyalîst e ku dixwazin pergaleke nû ya cîhanê ava bikin. Dixwazin li ser çavkaniyên enerjiyê, ji bo rezervên gaza hîdrokarbonê ya li Behra Spî li gorî xetên xetên veguhestina enerjiyê teşeyeke nû bidin cîhanê. Şer ji bo vê tê derxistin.
Wêranî û hilweşîneke mezin heye. Ev, nîşaneyên tunebûna cîhana me ne. Lewma di hevdîtinên xwe yên li Konseya Ewropayê de me ji hikûmetên li wir re û ji nûnerên Palamentoya Ewropayê re got ku divê êdî her kes ji bo aştiyê destê xwe deyne bin kevir. Ji ber ku li dijî êrişên nukleerî dê tu kes nekare bijî. Me got, werin em tevgereke aştiyê ya kûrewî birêxistin bikin. Pêdivî pê heye û peywira me ya esasî heye.
Em mecbûr in rewşa Tirkiyeyê ya di vê pêvajoyê de binirxînin. Îktîdara AKP-MHP’ê heta niha di polîtîkaya derve de li ser xeta berfirehbûnê û osmanîtiyê bûn. Li gorî dijminatiya li hemberî kurdan tevgeriyan. Erdogan dibêje; ‘Çavê Îsraîlê li Anatoliyayê ye.’ Axaftinên Erdogan tenê ji bo hemasetê ne, tu pratîkên wan tune ne.
Em dibêjin xewneke gelên Tirkiyeyê ya ji bo jiyaneke hevpar heye. DEM Partî ji destpêkê ve li gel piştevanî, aştî, wekhevî û xwişk-biratiya gelan e. Di biryarên MGK’ê yên 3’yê cotmehê de 5 xal hatin parvekirin. Ji wan sê li ser esasê ‘gelo em ê çawa bikarin hêj bêhtir kurdan bikujin, em ê çawa bikarin bêhtir lê bixin’ bûn. Em jî ji wan dipirsin; ma hûn ê stratejiya aştiya navxweyî û derve wiha ava bikin?
Divê pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê bi rêyên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin. Ne tenê li Tirkiyeyê; divê piştevaniyê bidin kurdên li Sûriyeyê ku hindik maye statûyekê bi dest bixin. Divê ev piştevanî bi awayekî fermî were kirin. Divê neyê jibîrkirin ku rêya aştiya herêmê ev e. Em jî dibêjin ku ji bo van daxwazan, hewceye tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin.
Ji bo vê jî em ê di 13’ê cotmehê de bi beşdariya deh hezaran û bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ li Amedê bin. Em dixwazin dengê aştiyê yê li Amedê bigihînin Enqere, Stenbolê, Beyrûdê, Filistînê, Ûkrayna û Taywanê.
Li ser navê partiya xwe em ji îktîdar û muxalefetê re dipirsin; gelo di vê tabloyê de AKP û şirîkên wê, partiyên muxalefetê xwedî cihekî çawa ne? Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan xwedî bernameyeke çawa ne? Em dixwazin vê ji raya giştî re parve bikin.
Hûn dizanin DEM Partî xwedî seknekî çawa ye? Mîna duh, îro jî li gel aştiyeke birûmet e. Ji bo avakirina aştiyeke birûmet çi bedel hewce bike em didin û amade ne ku bidin. Di vê mijarê de em ji bo muzakere û guftûgoyê amade ne. Lê divê neyê jibîrkirin ku em ne gotinan, pratîkê dixwazin. Divê tenê bi gotinê bisînor nemînin. Divê derkevin pêşberî kamerayan û plan û bernameya xwe eşkere bikin. Bi gavên wiha şênber siyaset dikare were kirin.”