Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNCEF) diyar kir ku zarokên li parêzgeha Hesekê ya bakurê rojhilatê Sûriyeyê di rewşên zehmet de dijîn û pêdiviya wan bi hewcedariyên mirovî yên mezin hene.
UNICEFˊê anî ziman ku zivistana îsal pir dijwar bû, li herêmê berf û lehî çêbûn, wê jî zehmetiyên malbatan zêde kirin.
Rêxistina UNICEFˊê da zanîn ku bikaranîna dibistanan weke navendên demkî yên bicihkirina koçberên hîna bandoreke rasterast li perwerdehiya zarokan dike, siberoja wan tehdît dike.

