Sêşem, 22 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kalkan: Demokratîkbûna li ser bingeha azadiya Kurdan yekane dermanê rizgariya Tirkiyeyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên du şehîdan hatin wergirtin û ber bi Kanîreşê ve hatin birin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Supayê Pasdaran gef li dikandarên Kurd dixwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Burhan Kaya yê piştî 31 salan hate berdan li ber girtîgehê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê daxwaza malbatên erdhejzedeyê bê bihîstin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Divê Kurdî bi destûrî were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo fermandara gerîla Dîlan Şirnex taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xêrî Elî: Em ê hesab ji kesên ku destwerdan li gorên komî kirine bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Vedat Aydin ê ku bi destê dewleta Tirk hate qetilkirin, hate bîranîn
Kurdistan

Vedat Aydin ê ku bi destê dewleta Tirk hate qetilkirin, hate bîranîn

Bi wesîleya Cejna Remezanê, Vedat Aydin ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) gora Vedat Aydin ku di 5’ê tîrmeha 1991’an de ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû revandin û piştî 2 rojan cenazeyê wî li navçeya Maden a Xarpêtê hatiye dîtin, hat ziyaretkirin. Di serdana gora li Goristana Deriyê Mêrdînê de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Amedê, Parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Serhat Eren û Halîde Turkoglu, hevşaredarên bajarê mezin û yên navçeyên Rezan û Bajara Nû û hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin û birayê wî Veysî Aydin di serdanê de cih girtin.

Di serdanê de ji ewil deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn axivî. Tekîn, di şexsê Vedat Aydin hemû kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî. Tekîn, diyar kir ku Vedat Aydin yek ji hîmên bingehîn ên têkoşîna wan a siyasî ye û hêj di têkoşîna wan de dijî. Tekîn, da zanîn ku gelê kurd ji avabûna komarê heta niha polîtîkaya îmha, înkar, êş û zilmê baş nas kiriye û wiha domand: “Em van rêhevalên xwe yên ku bi canê xwe bedel dane û aştî, azadî û demokrasî anîne vê erdnigariyê bi bîr tînin. Divê neyê jibîrkirin ku em her tim deyndarê wan in û spasdar in.”

Parlamenterê Amedê Serhat Eren jî di şexsê Vedat Aydin de cejna gelê kurd, malbatên wan, çapemeniya azad û gelên cîhanê pîroz kir. Eren, bi bîr xist ku Vedat Aydin 33 sal berê hat qetilkirin û anî ziman ku di şexsê Vedat Aydin de têkoşîna azadiyê, têkoşîna demokrasî û jiyana hevpar hedef hatiye girtin. Eren, da zanîn ku gule li bi sed hezaran kesên beşdarî merasîma cenazeyê Vedat Aydin jî bûn hatin barandin û wiha got: “Li wir zêdeyî 10 kes hatin qetilkirin. Gotin ger em wan bikujin dê ev şer biqede. Lê îro dewlet dizane ku di nav gelê kurd de bi hezaran Vedat Aydin hene. Pirsgirêka kurd bi komkujî, êriş, polîtîkayên şerê qirêj, bi asîmîlasyon û înkarê çareser nabe. Em dibêjin ku ev pirsgirêk bi diyalog û muzakereyê çareser dibe. Çareserî rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Lewma em careke din bang li dewlet û hikûmetê dikin; werin em pirsgirêka kurd bi rêya diyalog û muzakereyê çareser bikin. Ez cejna Vedat Aydin û hevrêyên wî pîroz dikim.”

Hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin jî di şexsê Vedat Aydin de hemû şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê bi bîr anî. Aydin, cejna gelê kurd û hemû gelên bindest ên cîhanê pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Ez hevalên me yên di van hilbijartinan de hatin hilbijartin, pîroz dikim. Tişta ku em ji wan dixwazin ew e ku ji bo berjewendiyên gel bixebitin.  Piştî 11 salan carake din hatim Amedê. Em hem xemgîn û hem jî serbilind in. Mafê şehîdan heye, divê em hemû wan biparêzin. Keda wan ji yên zindî zêdetir in. Divê em ti carî keda wan ji bîr nekin. Meqama me çi dibe bila bibe, heke em keda şehîdan ji bîr nekin û rêya wan bişopînin, em ê bi ser bikevin.”

Birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin jî diyar kir ku di cejnê de daxwaza her kesî heye û daxwaz kir ku ev cejn bibe sedema aştiyê. Aydin, wiha bi dawî kir: “Hêvîdar im li Rojhilata Navîn, li welatê me û li her cihê ku şer lê heye bibe sedema aştiyeke mayînde. Ez cejna hemû şehîdên me pîroz dikim. Îradeya gel di hilbijartinan de bi ser ket û têkoşîna demokrasiyê ya jiyana xwe ji dest dane jî bûye sedema vê yekê. Ji ber van sedeman ez careke din cejna gelê kurd ê bawermend pîroz dikim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Mexmûrê serdana goristanê hate kirin
Nûçeya Pişt re Lîderê olî yê Îranê: Îsraîl wê bê cezakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê ciwanên me li ser rêya Serokatî xwe bi rêxistin bikin’

Gerîlayê YRK'ê Rêzan Cawîdan bal kişand ser polîtîkaya şerê taybet a li ser ciwanên Rojhilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Nedîm Oruç hate berdan

Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç ê ku îro der barê wî de biryara berdanê hatibû…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

Li Stenbolê komploya 15’ê Sibatê ji aliyê jinan ve hate protestokirin. Di çalakiyê de komplo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Divê Kurdî bi destûrî were mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo fermandara gerîla Dîlan Şirnex taziye hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xêrî Elî: Em ê hesab ji kesên ku destwerdan li gorên komî kirine bipirsin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG’ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?