Melayê Mizgefta Bextewerî ya li Taxa Raperîn a Silêmaniyê, beriya xutbeyê weaz dan. Melayê berbehs di xutbeyê de bêrêzî li Kurd û şervanên Kurd kir.
Welatiyên li mizgehftê nerazîbûnên xwe nîşanî gotinên melayî dan, nimêja înê nekirin û ji mizgeftê derketin.
Welatiyê bi navê Şalaw Serkewt têkildarî mijara berbehs ji RojNewsê re axiviye û ev yek anîne ziman: ‘’Melayê bi navê Heval, melatiya Mizgefta Bextewerî dike. Em ê tu caran qebûl nekin ku bêrêzî li têkoşîn û şervanên gelê Kurd were kirin. Ji ber vê yekê me nerazîbûnên xwe nîşan da û ji melayî xwest ku lêborîna xwe bixwaze.’’

