Wezaretê diyar kir ku êdî tu pêwendiya weqfê bi Swîsreyê re nemaye û êdî ew şert û mercên hewce yên qanûnî pêk nayne.
Li gorî biryara ku ji aliyê Saziya Çavdêriya Weqfan (ASF) ve hatiye girtin, weqfê êdî li Swîsreyê ne nûnertiyek ne jî navnîşaneke fermî heye.
Hate ragihandin ku ev rewş demeke dirêj e berdewam dike û rêveberiya weqfê nekariye ji vê yekê re çareseriyekê peyda bike.
JI DESTPÊKÊ VE YE MIJARA NÎQAŞÊ BÛ
Weqfa ku di destpêka sala 2025’an de hate avakirin, dabû zanîn ku ew avakirina mekanîzmayeke alikariya mirovî ya derveyî Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Xezeyê armanc dikin. Lê belê ji ber kêmasiya zelalbûnê, pêwendiyên siyasî û rê û rêbazên xebatên xwe piştî demeke kurt rê li ber nerazîbûnên navneteweyî vekir. Bi taybetî jî piştgiriya rêveberiya Trump û hikûmeta Netanyahu gelek hate rexnekirin. Di vê pêvajoyê de rêveberê weqfê yê Swîsreyê jî dev ji erka xwe berda.
‘NE ALÎKARIYA MIROVÎ YE, ÇERXA MIRINÊ YE’
Di danezaneke ku 1’ê Tirmehê hate weşandin de zêdetirî 200 rêxistinên civakî daxwaz kirin ku pergala alikariya ji bo Xezeyê ya heyî were bidawîkirin. Di danezanê de hate gotin ku ev pergala ku Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) piştevaniya wê dikin, ‘’ji bo bêçarebûn, talûke û xurtkirina çerxa mirinê’’ hatiye avakirin.
Li gorî rêxistinên civakî alîkarî dûrî mirovahiyê ne. Li gorî pergala ku ji aliyê weqfê ve tê kontrolkirin di çar hefteyên dawîn de zêdetirî 500 welatiyên Filîstinî hatine kuştin û nêzîkî 4,000 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: ‘’Artêşa Îsraîlê û hin komên çekdar heya guleyan berdidin sivîlên ku berê xwe didin alikariyan jî.’’
Her çend weqf îdîa dike ku heya niha 7 milyon xwarin belav kirine jî bandor û baweriya alîkariyên li qadê di nava xwe de gumanên mezin dihewîne.