Smotrich di konferanseke têkildarî paşeroja Şerîda Xezeyê de ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve şer lê diqewime, roja Duşemê gotibû, “Ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan rewa û exlaqî jî be li cîhanê kes wê nehêle em du milyon mirovî birçî bihêlin.”
Smotrich got, “Em alîkariyên mirovî derbas dikin, ku ji ber ku rêyeke me ya din nîne. Em li herêmeke welê ne ku ji bo vî şerî bimeşînin pêwîstî bi rewatiya navneteweyî heye.”
Wezîrê Maliyeyê Bazalel Smotrich bi van daxuyaniyên xwe li nava civaka navneteweyî bû sedema nerazîbûneke mezin.
Yekîtiya Ewropayê roja Çarşemê bi daxuyaniyekê ev gotin ‘bi tundî’ şermezar kir.
Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku ev gotinên Wezîr Smotrich cihê şermê ye û got, “Em li bendê ne ku hikumeta Îsraîlê xwe ji van gotinên Wezîr Smotrcih bi şênberî vegire.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê di brîfînga çapemeniyê de hate ragihandin ku Fransa li pêşberî ‘daxuyaniyên qirêj’ ên Smotrich bi fikar e.
Berdevk got, “Fransa bang li hikumeta Îsraîlê dike ku bi zimanekî şênber van daxuyaniyên nayên qebûlkirin şermezar bike.”
Şefê dîplomasiya Îngilîz David Lammy jî li ser X’ê daxuyaniyek da û got, “Daxuyaniya ji aliyê Smotrich ve hate dayin, bi ti awayî mafdar nîne.”
Lammy bang li hikumeta Îsraîlê kir ku van gotinan ‘vekişîne û şermezar bike’ û diyar kir, birçîhiştina sivîlan bi zanebûn ‘sûcê şer e’.
Li Şerîda Xezeyê ji 7’ê Cotmehê dema destpêkirina şer û vir ve nêzî temamiya nifûsa ji 2.4 milyon mirovî ji cih û warê xwe bûne û bi felaketa birçîbûnê re rû bi rû ne. Di êrişên Îsraîlê de heta niha nêzî 40 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dane.