Nûnerê WFP’ê yê li Filistînê Shaun Hughes li Cenevreyê daxuyaniyek da û diyar kir ku hewcehiya xwarina ya li Şerîaya Rojava di nava du salên dawîn de du qatan zêde bûye û got: ‘’Fonên me qediyan.’’ Li gorî daxuyaniya saziyê hejmara kesên alîkariyê distînin wê ji 400 hezarî dakeve 200 hezarî.
Shaun Hughes got ku ji ber vê yekê wê 200 hezar kes nikaribin van alîkariyên girîng bistînin.
Li gorî WFP’ê li Şerîaya Rojava nêzîkî 900 hezar kes bi nebûna xwarinê re rû bi rû ne. Pispor diyar dikin ku zêdebûna êrîşan û dûrketina Filistiniyan a ji cih û warên xwe bûne sedem ku welatî çavkaniyên xwe yên debarê ji dest bidin, birçîbûn zêde bibe û malbat bi krîzeke kûrtir re rû bi rû bimînin.
Pirsgirêka têkildarî fonan gefê li alîkariyên WFP’ê yên li Xezeyê jî dike. Saziya navborî li Xezeyê alîkariyê dide nêzîkî 1,5 milyon welatiyan; ji van 1 milyon kes alîkariya xwarinê ya mehane distînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku WFP’ê di meha Tîrmehê de alîkariya xwe ya pereyan a ji bo Xezeyê bi qasî ji sedî 40’î kêm kiribû û hişyarî dabû ku ger fînansmanên nû neyên dabînkirin wê kêmkirina alîkariyan zêdetir bibe.

