Paleogenetîkvanê Swêdî yê 67 salî, ji ber kişfa xwe ya genomên homînînên ku nifşê wan qediya ye û keşifên derbarê pêşveçûnên mirovan de, di 3’yê Cotmehê hêjayî xelata Tip a Nobel û Fîzyolojiyê hat dîtin.
Genetîkvanê gerdûnî yê Swêdî di xebata xwe ya DNA’ya antîk de şoreş pêk anî. Nifşê mirovek ê mîna wê nehatiye dîtin, kişf kir. Kişfek nû anî genetîka populasyonê û ji tipa gerdûnî re rê vekir.
Jurî wiha got: “Cudahiyên genetîk ên homînîdên ku mirovên nifşê wan qediyaye derxist holê û kişfên wî ji bo lêkolîna tişta ku em mirov kirin heyînek bêhempa, bingehek ava kir.”
Paabo bi saya rêzkirina hestiyek ê sala 2008’an li Sîbîryayê hat dîtin, pêkan kir ku mêrê Denîsova yê di Rûsyaya roja me de û Asyayê dijî û heta niha heyîna homînek cuda ya nayê zanîn derxist holê.
Svante Paabo yê deh sal in li Elmanyayê dijî û li Enstîtuya Max-Panck dixebite, di sala 2009’an de di navbera van homînîdên ku weke Neandertal nifşê wan qediyaye û Homo sapîens de, nêzî sedî 2’î ragihandinek a gen kişf kir.
Ev herikîna gen a ku tê mirovên roja me, mînak di aliyê bandorkirina berteka sîstema me ya parastinê ya li hemberî enfeksiyonan û di aliyê fîzyolojîk de xwedî girîngiyekê ye.