Duşem, 15 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meşvan bi kedkaran re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bila girtiyên nexweş bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenterên Elman: Pergala nenavendî alternatîfa herî guncaw e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Engîn Sûstam: Hewceyî bi peymaneke civakî heye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şehîdan merasîmên sersaxiyê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê merasîma sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Kongreya Ciwanên Mexmûrê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê meşa ‘budçeyê’: Em ê ji şer û rantê re bibêjin ‘Na’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya 3’yemîn a Meclîsa Ciwanan a Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Meşa di rêya şehîdên me de wê pîvana me ya bingehîn be!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî dîsa hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ên li Ewropayê Konferansa Yekîtiya Neteweyî lidar dixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê jin di panela li dijî şer û tundiyê de hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 3’emin a Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Xelkê Dersim û Dîlokê di 1’ê Gulanê de daketin qadan
Rojane

Xelkê Dersim û Dîlokê di 1’ê Gulanê de daketin qadan

Kedkarên ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê daketin qadan, budçeya şer protestokirin û peyama mezinkirina têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasî û sendîkayan de 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li Qada Seyît Riza hate pîrozkirin. Girseya ji karker, kedkar û sendîkavanan pêk dihat di saetên serê sibê de bi al û flamayên xwe li Kolana Hunerê ya cihê komkirinê bû hatin bahev. Hevşaredarên Dersimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên navend û navçeyê beşdar bûn. Girseya ku bi çepik û tilîliyan meşiya her tim dirûşmeyên “Her der berxwedan, her der Taksîm” , “Bi tenê xelasî nabe an bi hev re an jî ne yek ji me” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Di meşê de pankartên “Têkoşîna karkeran agirê şoreşê pê dixe” , “Ji bo ku weke mirovan bixebitin û bijîn em bibin yek” , “Wes bo Gulane” , “Li dijî şer, mêtîngerî û xizaniyê bijî 1’ê Gulanê” hate vekirin. Meş li Qada Seyît Riza ku dê 1’ê Gulanê lê were pîrozkirin bi dawî bû.

‘FATOREYA KRÎZÊ LI ME TÊ BIRÎN’ 

Li Qada Seyît Riza bername bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. 

Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanîstê (Egîtîm Sen) a Dêrsimê Mehmet Aşkin ê ewilî axivî wiha got: “Bi şer û pevçûnan, santralên nukleer, lêgerînên madenê yên bisiyanurê zirarê didin atmosferê û xwezaya me talan dikin. Fatoreya her krîzê li me tê birîn. Her serê sibê em ji rojeke ku bêkarî û xizanî zêde dibe re hişyar dibin. Ji her sê jinan yek bêkar e. Ji her 3 xebatkaran yek neqeydkirî tê xebitandin.”

‘BUDÇE JI ŞER RE TÊ XERCKIRIN’ 

Serokê Partiya Kedê (EMEP) yê Dersimê Ergîn Tekîn ku li ser navê Platfroma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê axivî, destnîşan kir ku budçeyên cemaweriyê ne ji perwerde û tenduristiyê re ji şer re tê xerckirin û wiha got: “Kapîtalîst û hikumetên wan qaşo dê zêdekirina mûçeyan enflasyonê zêde bike qebûl nakin, xerckirinên cemaweriyê kêm dikin û her ku diçe ji perwede û tenduristiyê re kêmtir budçeyê vediqetînin. Lê dema mesele bû biçekbûn devê kîsikî vedikin. Di biçekbûnê de sînoran nas nakin û budçeya şer zêde dikin.”

‘DIVÊ GEL JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD TÊBIKOŞIN’ 

Tekîn, anî ziman ku ji bo pevçûnên li herêmê çêdibin bikaranîna baregehên leşkerî dîsa di rojevê de ye û wiha domand: “Têkildarî meseleya kurd tu gav nayên avêtin. Bi hev re jiyana gelan a wekhev tê astengkirin û polîtîkayên înkarê didomin. Di serî de çîna me ya karkeran ji bo çareseriya pirsgireka Kurd divê ji her netewî gelên me ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têkoşînê bilind bikin. Em li bajarekî ku herî zêde xizanî, birçîtî, bêkarî, koçberî û şer lê heye dijîn û li dijî hemû êrişan di serî de Dersim, li hemû welat û cîhanê em ê têkoşîna aştî, wekhevî, azadî, edalet û kedê bidomînin.”

‘JI BO KU HÊVIYÊ MEZIN BIKIN EM LI QADAN IN’ 

Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan a pişt re axivî, kesên ji bo 1’ê Gulanê li Qada Taksîmê pîroz bikin li ber xwe dan silav kirin. Orhan, bi lêv kir ku ji bo hêviyê mezin bikin li qadan e, desthilat ji vê ditirse û got: “Li dijî şer, mêtîngerî û talanê Bijî 1’ê Gulanê.”

Hevşaredarê Dersimê Cevdet Konak jî ev tişt gotin: “4 Gulana 1937 roja ku fermana Qirkirina Dêrsimê hatiye nivîsîn e. Rojeke ku 40 hezar mirovên me hatin qetilkirin û kesên ketine rastî qirkirinê hatiye ye. Em li dijî bîranîna wan a ku dê di têkoşîna me de bijî bejna xwe ditewînin. Bila 1’ê Gulanê bibe wesîleya destûreke bingehîn a demokratîk, Tirkiyeyeke demokratîk ku hemû gel bi awayekî azad di nava aştiyeke mayînde de bijîn.”

Piştî axaftinan 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi gerandina govendê hate pîrozkirin. 

DÎLOK

Di pêşengtiya DÎSK, TTB, KESK, TMMOB, Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê û TURK-ÎŞ’ê de pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran hate lidarxistin. Hezaran welatî ji bo pîrozbahiyan berê xwe dan Qada Stasyonê. 

Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Dîlok û navçeyên wê û gelek endamên partiyên siyasî yên li bajar, bi kortejê meş li dar xistin û bi berzkirina dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê” û “Em ê bi berxwedanê ser bikevin” tev li mîtingê bûn. 

Di korteja DEM Partî û DBP’ê de pankartên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Yan jiyanek azad, yan azadiyeke bi rumet” û “Dê her tişt bibe ya kedê” hatin vekirin. 

Girseya li Qada Stasyonê kom bûye ji berxwedêrên Qada Taksîmê re silav hate şandin. Qada mitîngê ya bi girseya kom bûye tije bûye bi rêzgirtinê dest pê kir. Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Lêkolînê (Egîtîm Sen) Omer Parlakçi axaftina vekirinê kir û piştre pêkhateya Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê axaftin kirin. 

Nûnerê Herêmê yê DÎSK’ê Alî Guducu di mitîngê de axivî û wiha got: “Wekî hemû maf û azadiyan, azadiya rêxistinbûnê, azadiya, sendîkayê û hemû azadiyên sereke ji hêla rejîma desthilatdar ve tên astengkirin. Em wek karker, kedkar piraniya vî welatî ne. Hilberînê em dikin, em dixebitin. Ji ber wê em ji çar aliyê welat ji bo jiyanekî birûmet li qadan in.” 

Di mitîngê de gelek caran dirûşmên “Ne ji sermayeyê re, ji kedkaran re bûdçe” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” hatin berzkirin. 

Berdevkê KESK’ê yê demê Îsmet Karatay jî destnîşan kir ku ew ji bo hemwelatiya hevpar, aştî, xwişk û biratiyê têdikoşin û ev tişt gotin: “Riya vê yekê jî ji têkoşîna hevpar derbas dibe. Em ji bo welatekî ku di nava rojê de keda wî nayê mêtin, ji bo şevên ku birçî neyê razandin, ji bo serweriya ked, wekhevî, azadî, demokrasî û laîktiyê em mil bidin milê hev.”

Mitîng bi strîna stranên koma mûzîkê ya ji dildarên Egîtîm Senê pêk hatiye û gerandina govendê bi dawî bû. 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Polîsan êrîşî karkeran kir: Herî kêm 216 kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Kedkar tevî barana zêde li Enqereyê li hev civiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Em piştgiriyê bidin hêzên xwe yên parastinê’

Şêniyên Cizîrê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

KNK’ê Cejna Êzî pîroz kir

KNK'ê bi gotina, "Em cejna Êzdayiyan pîroz dikin, hêvîxwazin ev cejin, xêr û xweşiyê ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Di 8 mehan de li Başûrê Kurdistanê 21 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên Rojnews’ê, di 8 mehên ewilî yên sala 2025’an de li Herêma Başûrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji bo şehîdan merasîmên sersaxiyê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meşvan bi kedkaran re li hev civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Sîstema nenavendî mîsogeriya mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YJŞ: Fermandar Berfîn Nûrhaq fermandara hezkirin û kedê bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?