Sêşem, 27 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê dixwaze hevkariya bi DEM Partiyê re xurt bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peymana Mekkeyê di Komîsyona Karên Derve ya Meclisê de derbas bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêrtê şehîd hatin bîranîn: ‘Em ê têkoşîna wan tacîdar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikûmetê – II

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kenan Altûn ê piştî 30 salan hate berdan li warê xwe Erzîromê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê ‘Desteya Aştî û Siyasîbûnê’ bi lez ava bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê Awdanan: Herêm xwe ji şerekî nû re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara HPJ’ê Rojîn Fesîh: Heval Bêrîtan bû sembola artêşbûna jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzil Ozgur: Têkoşîna Bêrîtan romana jinên azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Xizmên Girtiyan banga rakirina tecrîda Îmraliyê kirin
Rojane

Xizmên Girtiyan banga rakirina tecrîda Îmraliyê kirin

Di çalakiya xizmên girtiyan de banga rakirina tecrîda li Îmraliyê hate kirin û hat xwestin ku daxwazên “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji bo Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” bên qebûlkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Gulan 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Çalakiya xizmên girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd li gelek bajaran didome. 

EDENE

Xizmên girtiyan ên li Edeneyê xwestin li pêşiya avahiya AKP’ê daxuyaniyê bidin. Xizmên girtiyan ên li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatin gel hev, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Rêveberên HDK, DEM Partî, DBP, AATUHAY-DER û AYKAY-DER’ê jî tev li çalakiyê bûn. 

Piştî hevdîtinên bi polîsan re, daxuyanî li Parka Înonuyê hate dayîn. Beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hate hilgirtin. Beşdaran gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.

Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Seyfettîn Aydemîr di çalakiyê de wiha got: “Piştî bidawîkirina pêvajoya çareseriyê, tecrîda dermirovî ya li dijî Ocalan veguherandin tecrîda mutleq a girankirî. Heman tecrîd li girtiyên din ên weke sekreterya şandin Girtîgeha Îmraliyê jî hate ferzkirin. Tecrîda li ser Ocalan krîzên aborî, siyasî û civakî kûrtir dike. Ev tercîh nîşan dide ku di çareseriya pirsgsirêka kurd de neçareserî û polîtîkayên şer tên tercîhkirin. Vê rejîma tecrîdê bi xwe re bisînorkirina azadiyan, zêdebûna binpêkirinan û tecrîdkirina civakê anî. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên din divê tecrîd bi dawî bibe.” 

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

COLEMÊRG 

 Xizmên girtiyan ên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan. Rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Ji Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Yilmaz di daxuyaniyê de wiha got: “Xizmên girtiyan nikarin agahiyan ji zarokên xwe bigirin lewma bifikar in. Banga me ji bo Wezareta Edaletê ye; tavilê daxwazên girtiyan qebûl bikin, tecrîdê bi dawî bikn û girtiyên nexweş berdin.” 

Ji xizmên girtiyan Fahîr Geylanî jî wiha got: “Ev bû mehek me tu agahî ji xizmên xwe yên girtî negirtine. Li girtîgehan çi diqewime em nizanin. Divê daxwazên malbat û girtiyan tavilê bên qebûlkirin. Em vê tecrîda 3 sal in bênavber didome qebûl nakin. Daxwazên xizmên me yên di girtîgehê de her wiha daxwazên me jî ne. Ji vir û şûnde ji her encamên neyînî yên li girtîgehan diqewimin, Wezareta Dadê ya ku dibêje ‘tecrîd tune ye’ berpirsyar e. Em dixwazin xizmên me yên emrê xwe di girtîgehê de derbas kirin bên berdan. Ev daxwazên me daxwazên însanî ne. Em ji bo demokratîkbûna welatê xwe têdikoşin. Em radigihînin ku heta encamek tê bidestxistin dê çalakiyên em bidomin.” 

MÊRSÎN 

Xizmên girtiyan ên li Mêrsînê jî xwestin bi dirûşma “Tecrîdê bi dawî bikin” li pêşiya avahiya AKP’a Mêrsînê daxuyaniyê bidin. Xizmên girtiyan bi pankarta “Tecrîdê bi dawî bikin”, bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û bi çepikan ber bi avahiya AKP’ê ve meşiyan. Rêveberên Çukurova TUAY-DER, rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî piştgirî dan. Polîsan pêşiya girseyê girtin û li ser vê yekê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. 

‘NAVNÎŞANA AŞTIYÊ ÎMRALI YE’

Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan di daxuyaniyê de got ku wan ji bo berpirsyartiyên AKP’ê bînin bîra wan xwestine biçin avahiya bajar û wiha bi dawî kir: “Divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Navnîşana çareseriyê jî Îmrali ye. Her ku tecrîd giran dibe, pirsgirêkên kronîk jî girantir dibin. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe.” Ji Dayikên Aştiyê Emîne Eren jî got ku ew dixwazin barandina rondikan û rijandina xwînê bi dawî bibe. Eren, got ku ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe. 

Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meha Nîsanê 163 karker mirin
Nûçeya Pişt re Rûsyayê li herêma Harkîvê dest bi êrişeke bejahî kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hejmara kesên di teqîna Humsê de jiyana xwe ji dest dan bû 8

Hejmara kesên ku di encama teqîna li Mizgefta Imam Elî Bin Ebî Talib ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Gamze Taşçi ya ku tezkere protesto kiribû hate girtin

Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi bi hinceta protestokirina tezkereya şerî ya di…

Ji aliyê Stêrk TV

Wêneyê dîrokî yê Rêber Apo

Rêber Apo û girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li gel endamên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê dixwaze hevkariya bi DEM Partiyê re xurt bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Peymana Mekkeyê di Komîsyona Karên Derve ya Meclisê de derbas bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Sêrtê şehîd hatin bîranîn: ‘Em ê têkoşîna wan tacîdar bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?