Li Amedê ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 782’yemîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” çalakiya rûniştinê lidar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kemal Mubarîz ê di 1’ê Sibata 1994’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê di binçavan de hat windakirin, hat pirsîn.
Çîroka Mubarîz ji aliyê Endamê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin.
Akdenîz got, “Kemal û Omer Mubarîz birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Nisêbînê. Yên ku wan birin fermandariya cendirmeyan Omer Mubarîz berdan û gotin divê di nava 3 rojan de 100 hezar lîra bînin û li ti cihê gilî neyê kirin da ku Kemal berdin, an dê bê qetilkirin. Piştî ku malbatê pere peyda kir, Omer Mubarîz û birayekî wî wan pereyan radestî kesên ku hatine malê karûbarê binçavkirinê pêk anîbû kirin. Kesê pere wergirt got, ‘li vir bisekinin, em ê biçin birayê we bînin’. Lê belê Kemal Mubarîz nehat anîn û careke din agahî jê nehate girtin.”
ÊLIH
Li Êlihê jî ÎHD û xizmên windakiriyan di hefteya 618’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulîstanê hatin ba hev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Rêzan Baytar çîroka Cuneyt Aydinlar ê ku piştî di 20 ‘ê Sibata 1994’an de li navçeya Bakirkoy a Stenbolê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin vegot.
Baytar, da zanîn ku di êvara 28’ê Sibata 1994’an de, polîsên girêdayî Midûriyeta Polîsana Stenbolê Cuneyt anîn navçeya Kadîrler a Navçeya Çukurcûya Beyoglûyê û wiha domand, “Şêniyên taxê dîtin ku Cuneyt ji aliyê 30 polîsan ve bi awayekî kelepçekirî anîne û Cuneyt di nava xwînê de maye û gotin ku lingekî wî şikestî bû, ji ber wê nedikarî li ser piyan bisekine.”
Baytar, anî ziman ku êşkenceyek giran li Aydinlar hatiye kirin û 14 kesên li gel Aydinlar hatibûn binçavkirin tên girtin û piştî tên girtin bi rêya parêzerên xwe dibêjin ku Aydinlar di 20’ê Sibatê de hatiye girtin û ew ji 2’yê Adarê şûn ve nedîtine.
Baytar di dawiyê de, got ew koma girtî gotine ku polîsan gefên kuştinê li Aydinlar xwarine û ji wê demê şûn ve agahî jê nehatiye girtin.