Serokkomar Mûhammed Şahabûddîn diyar kir ku di civîna navbera rayedarên payebilind ên artêşê û lîderên kolektîfa Xwendekarên li dijî Cihêkariyê de biryar hate dayin ku bi serkêşiya Yûnûs hikumeteke demkî bê avakirin.
Şahabûddîn bang li gel kir ku ji bo çareserkirina krîzê piştgiriyê bide wan û got, divê hikumeta demkî bi lez bê avakirin. Mûhammed Yûnûs ku niha li Ewropayê ye, ragihand ku ew amade ye serokatiyê ji hikumeta demkî re bike.
Mûhammed Yûnûs bi wî karê xwe tê naskirin ku bi rêya bankaya mîkrofînans a ku ava kiriye bi milyonan mirov ji xizaniyê rizgar kir. Lê belê timî dijminatiya Şêx Hasîna dikir. Ji lîderên kolektîfa xwendekaran Nahîd Îslam piştrast kir ku di encama civîna sê saetan a li serokkomariyê de ji rojnamevanan re ragihand ku biryar di encama nîqaşeke berhemdar de hate wergirtin.
Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blinken diyar kir ku hikumeta demkî divê hurmetê nîşanî pîvanên demokratîk û serweriya hiqûqê bide. Pakistanê jî ragihand ku ew piştgiriyê dide gelê Bangladeşê û hêviya xwe ya ji bo vegera li rewşa asayîbûnê ya li Bangladeşê anî ziman.
Serokkomar Şahabûddîn roja Sêşemê li ser daxwaza xwendekarên xwepêşandêr û partiya muxalefeta bingehîn Partiya Neteweperest a Bangladeşê (BNP) Parlament betal kir. Ji roja Duşemê dema destpêkirina çalakiyên şermezarkirinê û vir ve herî kêm 432 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Xwepêşandanên şermezarkirinê bûn sedem ku Serokwezîr Şêx Hasîna welêt biterikîne. Li gorî çapemeniya Hindistanê Hasîna daket baregeheke leşkerî ya li nêzî Delhî ya Nû û piştre berê xwe da Londonê. Lê belê hîn agahiyek nîne ku Hasîna li Londonê ye yan na.
Sendîkaya bingehîn a polîsan a Bangladeşê ji ber gulereşandina li xwendekaran lêborîn xwest û diyar kir ku karmend neçar hatin hiştin ku guleyan bireşînin û piştre weke mirovên nebaş hatin nîşandan. Serkêşê polîsên neteweyî ji aliyê Serokkomar Şahabûddîn ve ji wezîfeyê hate dûrxistin.
Artêşê jî payeya hin efseran daxist û di nava efserên payebilind de hin guhertinên wezîfeyê kir.