Pêncşem, 16 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meşvanên KESK’ê li Enqereyê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê komîsyon hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayhan Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi keviran êrîş birin ser avahiya DEM Partiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 girtî piştî 30 salan hatin berdan: Heta ku girtîgeh vala nebin wê ev pêvajo bi ser nekeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwan wê li Amedê ji bo Rêber Apo bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qedexeya li ser Balafirgeha Silêmaniyê bi temamî hate rakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li komxebata ziman nûnerên olê: Li dijî qedexeya li ser ziman berxwedan divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em heqaretên ku li Rêber Apo hatine kirin bi tundî şermezar dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo serxweşiya şervanê YPS’ê Yusuf Gucel serdanek girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komxebata Kurdî: Ziman ji perwerdeyê heta bi tenduristiyê mafekî jiyanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji malbatên şehîdan ên Reqayê daxwaza azadiya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ên li Fransayê ji bo meşa li Kolnê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûzan Îşbîlen: Aştiya rasteqîn bi guhdarîkirina li mexdûrên şer dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş li her derê çalakî hatin lidarxistin: Bila kiryar bên dîtin û edalet pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê meşa edaletê ji bo Rojîn Kabaîş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Dîcle ji bo Rojîn Kabaîş meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > YPJ: Hevrêya me Delîla Dersim şehîd bû
Rojava

YPJ: Hevrêya me Delîla Dersim şehîd bû

YPJ’ê Delîla Dêrsim ku di 11’ê Çileyê de li eniya Tişrînê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, heta kêliya dawî ya jiyana xwe ji bo doza azadiyê têkoşiyaye û bûye yek ji sembolên Şoreşa Rojava.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li ser malpera xwe têkildarî şehîdbûna şervana wan Delîla Dêrsim (Nazan Agirman) daxuyaniyek da.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Gelê Kurdistanê di rêya şoreşê de gelek ewladên xwe yên giranbiha û qehreman feda kirine û hina jî di heman rengî, gelek jin û mêrxwasên vê xakê xwe feda dikin. Reberê gelê Kurd li ser pakrewanên pîroz dibêje “Em şehîdan dispêrin dilê xwe, naspêrin xakê”. Bi her şahadetekê re me sozek daye û em soza xwe jî bi gavên pir xurt pêktînin û têkoşîna xwe jî pêş de dibin. Em jî wek şagirtên Rêber Apo, hevre û şopdarên şehîdên qehreman em sozdariya xwe bi pakrewanên xwe re tînin ziman û em dibêjin şehîd pêşengê riya me ne, berhema ked û fedaîtiya wan em ê biçin serkeftinê û paradîgmaya Rêber Apo em ê pêk bînin.

Di serî de em ji Rêber Apo, ji malbata xwe ya heja û welatparêz re tevahî gelên xweyê azadîxwaz re sersaxiyê dixwazin. Di nava şoreşê de her bedêlek ji bo me ne windahiyek deskeftiye.

Bi şahadeta her jineke berxwedêr û dilwêrek bi sedan jinên ciwan çeka şeref û xîretê ya şehîda radikin û beşdarî têkoşîna wekhevî û azadiyê dibin. Şahadeta rê hevala me Delîla Dêrsîm bi nasnav Nazan Ağırman ku ji herêma Mêrdînê ye, 11’ê Çileya 2025’an li eniya Tişrînê di encama lêdana balafira keşfê ya dewleta Tirk a dagirker de gihaştiye şehadetê. Em hevrêya xwe Delîla Dêrsim bi hûrmet û minnetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî mezinahî û piroziya wê tînin ziman. Di şexsê heval Delîla de tevahî şehîdên şoreşê re giradan û dilsoziya xwe dubare dikin. Bila malbata me ya welatparêz bi rehevala me jina têkoşer Delîla serbilind û şahnaz bin ji ber hevrê Delîla heya kêliya jiyana xwe ya dawi bi armanca doza azadiyê re têkoşiya û bû yêk jî remza berxwedana şoreşa Rojava û îro ji bo jinên cihanê û tevahî mirovahiyê heviya azadiyê.

Hevala Delîla wekî keçeke Kurd ji malbatekî welatparêz li bajarê Mêrdinê sala 1989’an de hatiye dinê. Malbata Agirman, hevrêya me bi heskirina welat û çanda Kurdperwerî mezin dike. Malbata heval Delîla di pevajoyekî ku hebûn û tûnebûna Kurdan di nîqaşê de bû, doza azadiyê nas dike. Yek jî malbata ku di destpêka vejîna Kurd de, xwedî roleke giring hil dide ser milê xwe. Wek hemû gelê me yê azadîxwaz pir zextên dijwar yên dijmin re şahîdî dike. Ji ber zexta dijmin malbata hevala me neçar dimîne û berê xwe dide koçberiyê. Hevrê Delîla bi berikirina welat ya Kurd ve bi salan jiyan dike. Ruxmê ku ji welat dure û di navenda pergala Kapîtalîzmê de jiyan dike lê dev ji çanda xwe ya kevnar bernade û hertim xwedî çand û zimanê dayika xwe derdikeve. Xeyalên wê êdî ji nûve gehandina welat bû. Bi vê evînadariyê sala 2009′ an de ew bi xwişka xwe re dikeve dû xeyalê xwe û ji Belçikayê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Bi dîtina welat re hertim bi coş û kelecanek mezin tevlî hemû xebatan dibû. Ji hemû hevreyên xwe re, di zirûfên herî zehmet de pêşengî dikir. Ew di hemû keliyên jiyana xwe de li ser van xakên piroz ji nûve dayik dibû. Bi herîkina jiyanê re wê xwe ji nû ve diafirand. Ew şervanek û fermandarek heqîqetê bû ku bê rawestan her tim têdikoşiya. Ew di rêbazê xwe yê jiyanê de pir xwezayî û dilnizim bû. Rêhevala me wekî deryayekî ewqas kûr û fireh bû ku di hûndirê xwe de mezinahiya fîkrê Rêbertî radigirt. Fermandara azadiyê Delîla, di nava jiyanê de fedakar û di şerê xwe de jî fedayî bû.

Di hemû erkên ku wê hildigirt ser milê xwe de teqez serkeftî bû. Berê wê hertim li Rêbertiya azad bû, ji ber vê wê tucara binkeftin ji xwe re qebûl nedikir. Her tim berê wê hûnandinên fîkrê civaka demokratîk û azad yê Rêber Apo bû. Piştî têkoşînek bê eman ya salên dirêj hevrê Delîla ji qadên çiyayên azad berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Ji ber wê di avabûna şoreşa Rojavayê Kurdistanê de yekbûna hemû Kurdistanê û hemû jinan didît. Demên herî zehmet de wek jinek ciwan berê xwe da van qadan û ala ku Arîn û barînan hilgirtibû ser milê xwe, rakir li ber asîmanan. Ji ber di wan deman de xeteriya DAÎŞ’ê li ser Rojavayê Kurdistanê û mirovahiyê hemû xeteriya xwe domdar bû. Ew jî beramberî DAÎŞ’ê ku kesê nedikarî li beramberî wan bisekine bû agirek ji pola. Di pêngava yekem de DAÎŞ bi giştî hat şikandin. Lê belê ji ber xeteriya DAÎŞ’ê berxwedana hevrêya me jî wek gelek qehremanên me dewam kir. Ew şervanek û fermandarek werek bû ku di gelek operasyonan de cihê xwe girt. Hevrêya me ji Kobanî heya Reqa û Bahozê pakrawanek be rawestan bû. Gelek perwerdeyên k bîrdozik û leşkerî dît. Hemû danehevên ku ji şer girtî, zivirandibû tarzê jiyana Apogerî. Hevala me di jiyan û şerê xwe de hertim bû xwedî mîrateyên şehîdên me.

Rawestgeha hevrêya me ya lûtkeya berxwedanê Bendava Tişrînê bû. Bendava Tişrînê bi yekgirtina gel û şervanan re bû remza şerê gelê şoreşgerî ya hemdemîn. Ji 7 ‘salî heya 70’ salî her kes serkeftinê wekî mifteya ku deriyê aştiyê vedike, dîtin. Hevrêya me bû yek jî berxwederên bê eman ya Bendava Tişrinê. Wê bi evîndariya welatê xwe re şer kir. Jina têkoşer ji Bendava Tişrinê xwe gihand Mêrdina Rengîn. Hevrêya me Delîla bi serkeftina berxwedaniyê re ji Bendava Tişrînê heya Mêrdînê bû pira hevgirtinê. Em wek hêzên parastinê ji şehadeta qehremana gelê xwe serbilindin. Em wek hevrêyên wê teqez dikin ku heya em negihejin serkeftina xakên kevnar yên mirovahiyê û Serokê azad em ê dev ji vê tekoşînê bernedin. Em dubare sersaxi ji malbata hevrêya xwe û hemû gelên mezlûm re dixwazin.”

NASNAMEYA ŞEHÎDÊ

Nav û Paşnav: DELÎLA DÊRSIM
Nav û Paşnavê Rast: NAZAN AĞIRMAN
Navê Dayikê: VEHBIYE AKKURT
Navê Bav: ABDURRAHMAN
Dîroka Şehadetê: 11.01.2025

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Eyn Îsayê Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê hat lidarxistin
Nûçeya Pişt re Meşvanên KESK’ê li Enqereyê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk li Eyn Îsayê komkujiyeke din pêk anî

Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsa 8 kesên ji heman malbatê qetil kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Yekîtiya Jinên Kurd: Zimanê me rûmeta me ye, em ê bi hemû hêza xwe biparêzin

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, biryara ku li Misûl, Kerkuk û Diyalayê perwerdeya Kurdî qedexe dike…

Ji aliyê Stêrk TV

Artêşa Tirk a dagirker bombe barand: 4 leşkerên Şamê birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên girêdayî bajarê Til Rifet bombebaran kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Eyn Îsayê Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Êrîşa li Şihanê encama polîtîkayên hikûmetê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo malbatên du şehîdan serdanên sersaxiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ayhan Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?