Di daxuyaniyê de hate gotin, “Yekîneya me ya bersivdanê şeva 30’ê Tebaxê saet di 00:25’an de li navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê li taxa Îmahorê agir berda wesayita kesekî MHP’yî.”
YPS JIN got, “Rejîma Erdogan a ku qîmetê xwe nemaye, weke misogeriya hebûna xwe MHP ji xwe re kiriye mertal, tundî, nijadperestî û talankarî li kolanan belav kiriye, kolan kiriye hêlîna mafya û gelan berdide hev. Her kesên ku faşîzmê geş dikin û nijadperestiyê dikin wê hedefa me bin.”