Bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê di bin sîwanê meclîsê de komîsyonek hate avakirin. Komîsyona ku navê Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî lê hate kirin, hefteya derbasbûyî rojên Sêşem û Înê du civînên xwe yên destpêkê pêk anî. Komîsyon wê heta meha Kanûnê kar bike.
Baş e, ev komîsyona ku di bin sîwana meclîsê de hate avakirin ji aliyê gel ve çawa tê dîtin? Hêvî û bendewariya gel ji vê komîsyonê çi ye?
Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç bendewariyên gel ên ji komîsyonê nirxand. Yuksel Genç anî ziman ku di lêkolîn û karên li qadê de diyar dibe ku gel ji zûdeye dixwaze meclîs tevlî pêvajoyê bibe û got, “Qad ji gotinê wêdetir li çalakiyê dinihêre.”
GEL JI XWE DIXWEST KU MECLÎS TEVLÎ KAR BIBE
Yuksel Genç bi bîr xist, komîsyona ku hefteya derbasbûyî civînên xwe yên destpêkê lidar xist, wê heta meha kanûnê bixebite û qala encama lêkolînên berê yên li qadê kir:
“Ji xwe ji berê ve gel dixwest meclîs bi berpirsyariya pêvajoyê rabe. Di lêkolînên me yên li qadê de jî hema bibêje ji her sê kesan herî kêm du kesan dixwest, meclîs tevlî vî karî bibe, hin garantî bi rêya meclîsê bêne afirandin. Lewma bi rêya komîsyonekê jî be tevlîbûna meclîsê li nava vê pêvajoyê, rabûna bi berpirsyariyê weke beşek ji hewldana bihîstina vê daxwazê û nêzîkatiya li gorî vê daxwazê dikare bê nirxandin.
Ji bo daxwaza ‘Bila Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê bi berpirsyariya vê pêvajoyê rabe, garantiyên qanûnî bêne afirandin û pêvajo bê fermîkirin’ gelo ev komîsyon wê çiqasî karibe bibe bersiv? Ev komîsyon wê heta kîjan radeyê vê yekê karibe diyar bike? Bêguman di asta heyî de mirov nikare di vê mijarê de tiştekî şênber bibêje. Lê belê ji bilî ÎYÎ Partî piraniya partiyê ku li meclîsê komên wan hene nûnerên xwe tevlî vê komîsyonê kirine û bi vî rengî komîsyon bûye weke meclîseke biçûk, an jî weke qadeke temsîlkariya Tirkiyeyê dikare bê dîtin.
Di vir de mijareke din jî ev e: Gel dema ku dixwest meclîs bi berpirsyariya siyasî rabe, çend wate jî dida meclîsê. Yek ji wan têkildarî bêbaweriya ji desthilatdariyê bû. Têkildarî wê bêbaweriyê bû ku encamên pêvajoyên aştî û çareseriyê yên berê bi statuya qanûnî nehatin ewlekirin, garantî nehatin afirandin, 2013-2015 li ser desthilatdariyê hate girêdan; pêvajoyên bweriya wê jî li dora burokrasiya ewlekarî û sivîl hate girêdan û bi vî rengî bêbawerî derkete holê. Lê belê ji berê ve gel zane ku meseleya Kurd meseleyeke bingehîn a Tirkiyeyê ye û aştiya civakî jî meseleyeke veguherîna sîstemî ye.
Gel meclîsê jî hem weke qada temsîlî ya civaka Tirkiyeyê hem jî weke qada pêvajoyên qanûnî yên çareseriya meseleya Kurd dibîne. Her wiha weke qadeke ji bo çareseriyeke rasteqîn a bi berpirsyarî û erêkirina civaka siyasî ya Tiriyeyê dibîne. Gelo komîsyona meclîsê di kîjan astê de dikare bersivê bide vê yekê? Em ê vê yekê bibînin.”
HÎN JÎ HIN FIKAR HENE
Genç anî ziman ku gel bi çavekî erênî li komîsyonê dinihêre, lê belê pirsa ‘Gelo wê karibe li gorî bendewariyan kar bike’ hîn jî di hişê mirovan de ye û pirsên gel ên bi giranî tîne ziman bi vî rengî rêz kir:
“Dema ku mirov bala xwe didin qad û kolanan, rêjeya mirovên ku dixwazin meclîs bi berpirsyariyê rabe, gelekî bilind e. Ji dema ku komîsyon ava bûye û vir ve yên ku komîsyonê erênî dibînin gelekî zêde ne, lê belê mirov dikare bibêje ku hin fikarên biçûk jî hene ku dibêjin, gelo wê komîsyon karibe li gorî bendewariyan kar bike yan na.
Mînak, yek ji gotinên ku herî zêde em dibihîzin bi vî rengî ye: ‘Gelo ev komîsyon wê karibe garantiyên qanûnî yên vê pêvajoyê biafirîne? Ev komîsyon wê karibe sererastkirinên qanûnî yên ji bo vê pêvajoyê bike yan jî bide kirin? Ev komîsyon wê karibe binesaziya peymana civakî ya nû ya ji bo çareseriya meseleya Kurd girîng tê dîtin, pêk bîne yan na? Gelo ev komîsyon wê bibe weke yek ji komîsyonên ji rêzê yên li meclîsê ava bûye, wê bê kêr be? Gelo ev komîsyon wê karibe derkeve derveyî sînorên desthilatdariyê, komîsyon wê li gorî şêweyê erêkirinê yê desthilatdariyê bixebite yan na? Pirsên bi vî rengî li nava gel hene.
Navnîşana herî girîng a bersiva ji bo van pirsan an jî jiholêrakirina van fikaran, meseleya karkirnê ya komîsyona meclîsê ye. Ya rast, roja ku komîsyon li meclîsê ava bû, axaftina Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş ji aliyê gel ve girîng hate dîtin. Têrker nebe jî ji aliyê gel ve girîng hate dîtin. Ji ber ku ji dema pêvajoyê destpê kir û vir ve eger em Lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî nehesibîne, ji desthilatdariyê û siyaseta giştî ji nava organeke xwedî berpirsyariyê têkildarî aştî demokrasî û vîzyona Tirkiyeyeke nû gotinên ewçend vekirî nehatibû bihîstin. Me nîqaşa li ser vegotina hevparebûn, xwişk û biratiyê û Tirkiyeya nû nebihîstibû. Lewma axaftina ku Serokê Meclîsê di vekirina komîsyonê de kir, hêja hate dîtin.
Lê belê demeke dirêj e – bi taybetî li qada Kurdistanê û ji bo gelê Kurd dibêjim- rayeke giştî ya welê heye ku ji gotinê bêhtir li pratîkê dinihêre. Sedema vê yekê jî bêbaweriya di pêvajoyên derbasbûyî de ye; bêbaweriya ji ber têkçûna pêvajoyên cuda. Lewma gotinan bêguman girîng dibînin, hêja dibînin lê belê pratîkê dixwazin. Raya giştî dixwaze bibîne bê wê komîsyona meclîsê çi bike.”