Serokê Dewletê yê Ukranyayê Volodimir Zelensky, piştî ku şefê ewlehiya neteweyî ragihand ku di muzakereyan de pêş ketin çêbûye, diyar kir ew ji bo ji nû ve destpêkirina pevguhertina êsîran bi Rusyayê re dixebitin. Zelensky di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya dijîtal de wiha got, “Em li bende ne ku pevguhertina êsîran, ji nû ve were destpêkirin. Ji bo pêkanîna vê niha gelek civîn, muzakere û hevdîtin têne kirin.”
Rayedaran dan zanîn ku pevguhertina gengaz dikare 200 hezar Ukranyayî bigihîne malên wan. Hate destnîşankirin ku di muzakereyên ku di sala çaremîn a şer de di navbera du welatan tên kirin de, yekane pêşketina şênber hevdîtinên pevguhertina girtiyan e.

