Duşem, 16 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Civîna 6’an a koma nivîsandinê bi dawî bû: ‘Xebat dewam dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberê bajarê Rihayê yê DEM Partiyê Aslan hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma nivîsandinê ya Komîsyona Meclîsê li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pinar Sakik Tekîn: Girtiyên nexweş bi zanabûn ber bi mirinê ve tên hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Sînorkirina nafaqeyê xizaniya jinan kûr dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokeşîrên Şengalê: Her cûre leşkerîkirin û ferzkirina şer a li ser Şengalê red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranye li ser Roja Zimanê Dayikê semîner hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran kongreya xwe lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê em berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê banga ji bo ‘Murşîtpinar’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rapora TJA’yê: Êrîşên li ser Rojava mîmariya tundiyeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Çavê gelên bindest li azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan a li Bogotayê bi çalakiyên çandî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan Ragihand ku Tora Berxwedana Gerdûnî Ava Kirine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Zextên li ser rojnamevanan meha Mijdarê jî dewam kirin
Jin

Zextên li ser rojnamevanan meha Mijdarê jî dewam kirin

MKG'ê ragihand ku meha Mijdarê 38 rojnamevan hatin darizandin, cezayê girtîgehê li 7 rojnamevanan hate birîn û gef li gelek rojnamevanan hate xwarin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) “Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamevanên Jin” a meha Mijdarê eşkere kir. Di beşa nirxandinê ya raporê de hate gotin ku zextên li ser çapemeniya azad û rojnamevanên jin roj bi roj zêde dibin, rojnamevan dema ku pîşeya xwe dikin, ne tenê bi binpêkirina azadiya ramanê re rû bi rû dimînin, di heman demê de bi cudakariya zayendî, tundî û gefan re rû bi rû dimînin. Hat gotin ku ev zext hem azadiya pîşeyî ya rojnamevanan û hem jî mafê gel a xwe gihandina agahiyên rast dixe xeterê.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Binçavkirin, serdegirtina malan, gefxwarin, muameleya xerab û hewldanên sansurê yên li dijî rojnamevanan di Mijdara 2024’an de gelekî zêde bûne. Bi taybetî du serdegirtina mala nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren a li Semsûrê, lêdana polîsan a nûçegihana JINNEWS’ê Pelşîn Çetînkaya ya li Êlihê dema nûçe dişopand û li Stenbolê Hîlal Koylû bi darê zorê dest ji karê xwe berda, ev mînakên şênber ên herî berbiçav in.

Di vê pêvajoyê de Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê Roza Metîna jî di 26’ê Mijdarê de hatibû binçavkirin. Di serdegirtina malan de her wiha rojnamevan Tûgçe Yilmaz, Suzan Demîr, Havîn Derya, Berfîn Atli û Serap Guneş jî hatin binçavkirin. Ev operasyonên li dijî rojnamevanan ne tenê xebatên wan ên pîşeyî dike hedef, di heman demê de êrişek li dijî têkoşîna jinên rojnamevan a ji bo hebûna jiyana civakî ye.”

Di berdewama raporê de wiha hate gotin: “Hedefgirtina rojnamevanan êrişeke zayendî ye û armanc jî ew e ku jinan ji jiyana civakî dûr bixin. Tundiya fîzîkî û psîkolojîk, gef û zextên darazê yên ku li ser rojnamevanan tên kirin, bi cudakariya zayendî re jî her ku diçe kûrtir dibe. Ev hawirdora zextê ya li dijî çapemeniya azad armanc dike ku dengê rojnamevanan bibire û rê nede ku heqîqet di civakê de were ragihandin.  Pêwîst e demildest ev binpêkirin bên rawestandin, rojnamevan karibin bi ewlekarî pîşeya xwe bikin û ji bo wekheviya zayendî pêk were gav bên avêtin. Divê kiryarên şîdeta fîzîkî û psîkolojîk ên li hemberî rojnamevanan bên darizandin û hemû pêkanînên ku azadiya çapemeniyê asteng dikin bên rawestandin.

Weke Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê em careke din tekez dikin ku em ê li kêleka rojnamevanên li dijî zextan li ber xwe didin bibin. Dengê rojnamevanan nayê qutkirin; ronahiya rastiyê tu carî nayê tarî kirin. Em bang li raya giştî dikin ku piştgiriyê bidin rojnamevanên jin û Çapemeniya Azad a Kurd.”

Di raporê de binpêkirinên li dijî rojnamevanan wiha hatin rêzkirin:

“* Rojnamevanên êriş li wan hatine kirin: 3

* Rojnamevanên bi ser mala wan de hat girtin: 8

* Rojnamevanên hatin binçavkirin: 9

* Rojnamevanên mûameleya ne baş li wan hat kirin: 4

* Rojnamevanên gef li wan hat xwarin: 5

* Rojnamevanên şopandina wan a nûçeyan hat astengkirin: 3

* Rojnamevanên der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin: 7

* Rojnamevanên der barê wan de doz hat vekirin: 7

* Rojnamevanên darizandina wan dewam dikin:  Di 14 dosyeyan de 38 rojnamevan hatin darizandin

* Hejmara rojnamevanên girtî (Ji 4’ê Çileya 2023’yan heta niha): 5

* Malperên hatine girtin: 1

* Nûçeyên hatine astengkirin: 6

* Naverokên Medyaya Dîjîtal ên hatine astengkirin: 3

* Lutfiye Burcu Kara – Rojnameya Yekitiya Têkoşînê

* Elîf Ersoy – Berpirsiyara Karên Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê

* Hatîce Duman – Midûra Karên Nivîsan û Xwediyê Rojnameya Atilimê

* Selamet Turan – Rojnamevan

* Ozden Kinik – Xebatkara TRT’ê

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Gurcistanê protestoyên alîgirên YE’yê dewam dikin
Nûçeya Pişt re TEV-DEM’ê banga hevgirtin û berxwedanê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di Tîrmehê de ceza li 4 rojnamevanên jin hate birîn

Di rapora Tîrmehê ya MKG'ê de hate ragihandin ku ceza li 4 rojnamevanên jin hatiye…

Ji aliyê Stêrk TV

Nûnertiya Kongra Star û PYD’ê piştgirî dan kampanyaya ‘Sûriyeya Demokratîk’

Nûnertiya Kongra Star û Meclisa Jinan ya PYD’ê ya Silêmaniyê piştgiriya xwe ji bo kampanyaya…

Ji aliyê Stêrk TV

TJK-E: Em banga xwedîderketinê li berxwedana Rojava dikin

TJK-E ji bo çalakiyên 25 û 26’ê Çileyê ku wê bên lidar xistin banga tevlîbûn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Çarenûsa 25 jinên li Îranê hatibûn binçavkirin ne diyar e 

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rapora TJA’yê: Êrîşên li ser Rojava mîmariya tundiyeke plankirî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê banga ji bo ‘Murşîtpinar’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Êzidî: Çavê gelên bindest li azadiya Rêber Apo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?