În, 3 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika girtiyekî: Em dixwazin zarokên me derkevin derve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo gavên şênber bêne avêtin divê em têbikoşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê peyama 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gund li gundiyan qedexe ye lê li leşkeran serbest e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîst sal in diçe Amarayê: Ez ê ji bo aştiyê bi rê bikevim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > 10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (248)
Gotar

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (248)

Hesen QAZÎ
Hesen QAZÎ Dîroka nûkirinê: 27. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

 Çemkî Netewey Dêmokratîk û Konfêdralîzmî Dêmokratîk(6)
Qazî: Belam dekrê layenî abûrî, layenî dîplomasî û êkolojî û ewaneş bas bikey

Sîvan Se’îd: Ca layenî abûrî, qise kirdineke le ser abûrî, le modêle koneke da abûrî hemû şitêke. To bo ewey pare peyda bikey her şitêkî exlaqî heye, her şitêkî însanî heye etuwanît kem ta zor be pêy tuwana pêçî lê bideyt û biroyte pêşewe, meselen xo le zerîbe bişarîtewe yan daristan bisûtênî çîye wela etewê pare peyda key ya newit le her şwênêk bê qey naka, masî bikûjî le behra muhîm eweye to paret dest kewê em core le abûrî sermayedarî modêrnîtey kapîtalîzm refze û modêlî em abûrîyey ke eman heyane, ke em aydiyaye eyxate berdem rojev qisekirdine le ser abûrîyek le ser esasî exlaq, abûrîyek le ser esasî êkolojî. To bo ewey ke dewlemend bibî natuwanî hemû daristanekan bisûtênî hemûy bikey be bînay gewre. Ewe xozaye, ewe êkolojîye. Yanî hem êkolojî û hem abûrî lewê le hem ahengî dan be yekewe.

Qazî: Yanî le pêwendî legel meseley êkolojî da boçûnekanî Bookchin detuwanê zor yarmetîder bê lew bareyewe.

Sîvan Se’îd: Le dû şit da. Lem no pirênsîpey ke min lêre nûsîwme. Duwanyan zor we ew sîstme deçê ke le şestekanda Bookchin  rexney kirdûwe. Rexney kapîtalîzmî kirdûwe ke morralî têda nemawe leber xatirî êkonomî û xoza xerîke le naw deçê, yanî tebî’et û suruşt xerîke le naw deçê leber xatirî durustkirdin. Ew dû şite Ocalanîş qsey le ser kirdûwe.

Qazî: Ey layenî dîplomasî?

Sîvan Se’îd: Le layenî dîplomasîyewe qise kirdin le ser ewey ke dîplomasî çon bibêt ziyatir em babete dekewête ser berêweberî ke le beşî duwemî da emin demewê qisey le ser bikem ewîş konfêdrralîzmî dêmokrratîke ke berêweberî em netewe dêmokratîke dekat çon dêplomasî be şêweyek ke be naw dewlet da nerwa bête pêş. Meselen ême gurûpêkî myuzîkî zor benaw dengman heye detuwanê nwênerî Kurd bê le mehfelêkî nêw dewletî ciyawaz da bo myuzîk belam le ser esasî perçemî Iraq yan Iran ya Sûriya yan Turkiya nerwat. Eme nasnamey gelî Turke, gelî Kurde, gelî Ermenî ye, gelî Siryanî ye meselen eme cûrêke le pêwendîye dereweyiyekan le aletî kultûrî, siyasî, îctîma’î be her barêkyan da bê ke legel gelêkî tir da ew hem ahengîyane deken eme beşêke le dîplomasî bo xoy. Belam le ser morî dewletêk nîye. Eme lêrewe rexneyekim bîr dexatewe ke le naw kitêbekanî berêz Ocalan da heye modêlî netewe yekgirtûwekan. Yekêke le rexnegrînkekan ke konfêdralîzmî dêmokrratîk deygrê. Zor be rûn û aşkrayî berêz Ocalan delê netewe yekgirtûwekan heqe nawî binêyn dewlete yekgirtûwekan çunke ew nwêneraney ke be nawî wilatekanewe le New York ko debnewe yan le Geneva ko debnewe nwênerî ew gelane nîn ke le naw ew buq’e cugrafyayiyaneda dejîn belkû nwênerî ew êlîte siyasîyen ke ewanyan nardûwe bo Netewe Yekgirtûwekan. Her be numûne le şwênêkî wekû Turkiya da 49 qewmî ciyawaz heye belam nwênerî ew 49 qewme le naw Netewe Yekgirtûwekan da nîye belkû nwênerî dewletî Turk le naw Netewe Yekgirtûwekan da heye ke ewe beşêke le rexney konfêdralîzmî dêmokratîk lewe.

Qazî: Zor zor sipasit dekem be daxewe katman her ewende bû, hîway serkewtinit dexwazim

Sîvan Se’îd: Zor spas

Qazî: bîneranî xoşewîst bem şêweye degeyne kotayî bernamey emcarey rawêjîş. Takû rawêjêkî dîke lay êweman xoş.

Têbînî: Em bernameyey Rawêj êwarey Yekşeme 29-î Janvîyey 2017 be şêwey zîndû le têlêvîzyonî Stêrk bilaw kirawetewe. Dekrê vîdêoy em bernameye be rêgay em lînkey xuwarewe le hîsabî Rawêj le torî komelî  Youtube da temaşa biken
https://youtu.be/qYez-pUOANI?si=PT1U1kVAgOeySe_Z

 

Ezmûnî kar û jiyan le çîn(1)
Wtûwêj legel Dr. Sîvan Se’îd mamostay zankoy Şanşî Normal le Çîn sebaret be ezmûnî kar le wênderê. Em bernameye êwarey Yekşeme 24-î SEptemberî 2017 be şêweyekî rastewxo le têlêvîzonî Stêrkewe bilaw kirawetewe

Hesen Qazî: Bîneranî xoşewîst bexêr bênewe bo bernameyekî dîkey Rawêj. Le Rawêjî emcare da mîwandarî dekeyn le berêz Dr. Sîvan Se’îd. Diyare berêzyan bo êwe sîmayekî nasirawe çunke pêştirîş çend car le bernamey Rawêj da beşdarî kirdûwe belam taybetmendîyekî bernamey em care eweye ke êsta berêzyan çuwete wilatî Çîn ke dezanin le rêklamî bernamekeş basman kird bû, le edebîyatî Kurdîş da basî ewe kirawe ke:

Wacibe xwêndin bo dinya û dînê/ pêxember fermûy bo çûnî Çînê.
Êsta berrêzyan le zankoy şanşî le şarî syan le çîn kar deka. Lem bernameye da legell berêzyan sebaret be pêwendîye nêwneteweyiyekan le Çîn û her weha lêkolînewe le Rojhellatî Nêwerast û be giştî Rojhelatnasî û ta ew cêyey dekrê le ser şêwazî nasandinî Kurdistan lewênderê qise dekeyn. Gelêk bexêr bêy

Dr. Sîvan Se’îd: Zor spas

Qazî: Ber le hemû şitêk pêm xoş bû bizanim ke çonawçon bû lew zankoy Şanşî karit peyda kird û meylî ewet hebû ke biçye Çînê cenabit?

Sîvan Se’îd: Zor spas. Rastî meylî min bo ewey le Çîn têbgem şitêkî ta radeyekî kem mufacîy bû le ber ewey min be tema nebûm min ke le Ingiltera xebat dekem biçme ewê belam yekêk le profêsorekanman îqtîrahî ewey kird ke lewê dîpartimêntêkî taze dekrêtewe û ew beşe ziyatir bayex be Rojhelatî Nawerast dedat û çend mamostayek le zankoy xomanewe [zankoy exeter] deçne ewê le Ingilterawe eger ekrê minîş yekêkyan bim. Minîş paş ewey ke bizanim çon baş debê yan na ew biryarem da ke biçim bo ewê lanî kem bo salêk ya sê sal be pêy tuwana wekû yekêk lewaney ke lêkolerin le buwarî rojhelatî nawerast da wekû karmendêk lewê mamostayetî bikem û lêkolîneweş bikem her leser heman babet lewê.

Qazî: Êsta ême lêre nexşeyekî Çîn debînîn teqrîben ew nawçeyey ke şarî Siyanî lê helkewtûwe. Eger dekrê hêndêk şareke binasênî û zanyarî giştî le ser şareke û her weha ew zankoyaney ke lewê hen.

Sîvan Se’îd: Ew şare, ew bajêrey ke êsta ew zankoyey lêye ke min îşî lê dekem nawî ” Çiyan ” e ya Siyan” ke eger wekû cugrafya temaşay bikeyn teqrîben le nawerastî wilatekeye new’enma, nizîkey 2000 mîtrêk lew xale sûrey tirewe dûre ke ewe paytextî êstaye, paytextî êstay Çaynaye be nawî Bêjîn, ya Pêkîn. Pêştir Siyan paytext bûwe û le katî sulaley sêzdehem da ke axir daneyane û yekem sulaleye ke tuwanîwyetî hemû ew nexşeyey ême deybînîn be nawî Çayna, împratorî Çayna, hemû em nexşeyey êsta ême deybînîn be şêweyekî yekangîr bûwe bew şêweyey ke êsta pêy degutrê greater Çayna ya Çaynay mezin, ew wexte paytextekey ewê bûwe. Ew şwêne ke êsta lewêye, ew muhafezeye, provînis, ew wîlayetî pêy ewtirê wîlayetî Şanşî 8.37 mîlyon xelkî lê dejî êsta. Tenha le naw ew şare da êsta 9 mîlyon xelik heye ke şarêkî mutenewî’e, şarêkî rengawrenge tenha yek cûr qewmî lê najî, çend gurûpî êtnîkî ciyawaz ciyawazî lê dejî. Teb’en Çayna be ‘am hemûy wehaye belam ewê leber ewey ke yekêk le here şare konekanî dunya û rojêk le rojekan pêy witrawe paytextî dunya le terîxî xoyan da le ber ewey zorbey ew hatûço û çalakîye abûrî û siyasîyaney ke le dunya da rûy dawe ewê sêntirêkî bûwe. Ewey ke êsta ewaney agadarin le siyasetî Çîn û le abûrî Çîn kelîmey sîlk rodyan bîstûwe, rêgay awrîşm, cadey awrîşmîn, cadeyek nîye, cadehayî awrîşm heye ke bîdayetekey û despêkekey le şarî Çiyanewe dest pêdeka. Be hemû dunya da bilaw debêtewe û êstaş le 2015 da axir serokî Çîn ke êsta her seroke hêşta; Xi Jinping  nawyetî ew îqtîrahî ewey kirdûwe ke rodêk durust bikrê, cadeyek durust bikrê ke pêy degutrê yek kemer, yek cade we ew kemer û cadeye ke durust debê hemû dunya debestê be yekewe le buwarî êkonomîyewe debête yek qebzey gewre, pêngawî gewre le êkonomî Çîn da ewîş dîsan her le Siyanewe dest pêdeka leber ewe ewê hem girîngî tarîxî heye hem grîngî êstay heye.
Dirêjey heye…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Hesen QAZÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bêrîvan Bahçecî: Em ê felsefeya Jin Jiyan Azadî li her qadê belav bikin!
Nûçeya Pişt re Li Reqayê cenazeyê 2 şehîdên QSD’ê hatin veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Lîderê Hamasê Îsmaîl Heniyye hate kuştin

Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye li Tehranê hate kuştin.

Ji aliyê Stêrk TV

Encamnameya Konferansa Bîr û Edaletê hate eşkerekirin

Encamnameya Konferansa 'Ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet' hate eşkerekirin ku di 21-22'ê Hezîranê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em ê al û pênûsa heval Azîz li erdê nehêlin’

Navenda Ragihandinê ya Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetilkirina rojnamevan Azîz Koyluoglû yê di êrîşa…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?