Cadey Awrîşim, Rêgayek û Piştêndê (2)
Sîvan Se’îd:One built, one road yek kemer û yek cade belam le rastî da koy cadeyane. Mebesteke tenha ewendeye bo ewey ke Çîn bew hêze gewreyey xoyewe ke be temaye bibê be yekem hêzî dinya çi le lihazî abûrîyewe û çi le lihazî kultûrîşewe, kultûr belayanewe zor girîngitir e. Êsta nîqaşî akadêmî û nîqaşî siyasî lew wilate da be dû bar da kewtûwetewe hendêk ke zorînen pêyan waye êsta halî hazir wextêtî û pêwîste hebê belam kemayesîyek heye lew pirograme da ke duwatir basî dekem eger pêwîst bû, û beşêkî tirîş le akadêmîsyen û siyasîyekan pêyan waye ke hêşta zûwe bo ewey pêşniyarêkî weha le layen Çînewe bikrê bo hemû dinya. Leber çî, leber ewey Çîn zîrekane tuwanîwyetî dinya binasê belam Çîn neytuwanîwe xoy be dinya binasênê. Ewe nuqteyeke ke zor esasî ye bo ew mebesteş êsta Çîn xerîkî eweye ke xoy be dinya binasênê le rêy cor be corewe. Le rêy ewe ke bo numûne mîlyoneha xwêndkar be parey wilatî Çîn dêt le derewe duktura dexwênê
Qazî: Belam Çîn pêşîneyekî zor dirêjî mêjûyî heye le pêwendî legel wilatanî Rojhelatî Nawerast û le pêwendî legel dinyay îslam da, tenanet hedîsêk heye degutrê” be duway ‘îlm da bigerê, be duway zansit da bigerê tenanet le Çînîş” ewe bew manayeye ke ew demî agadarî û zanyarî hebûwe le ser Çînê‘ Bixwênin çake bo dinya û dînê/ pêxember fermûy bo çûnî Çînê“.
Sîvan Se’îd: Ca bo ziyatir terkîz kirdinî leser ew qisey cenabit, lew şarey ke yekem melbende, Şiyan, lewê mizgewtêkî zor gewre heye ke wekû hedîyeyek xelîfey ‘Ebbasî hatûwe kirdûyetewe le padaşî çakeyek da ke xelîfey musulmanan yarmetî hendêk le yaxî bûy musulmanî dawe le naw wilateke da lew kate da ke sîlsîley Han le ser kar bûn, yanî sulaley ew şaristanîyetey ke pêy ewitrê Han, hezar û çuwarsed sal lemewpêş. Rast salî 78-î koçî yanî her taze duway pêxemerî îslam û çuwar xelîfekey, wate le berayiyekanî gewrebûnewey îslam da ewe heye ke îslam geyiştûwete kenarekanî Çîn be hoy ew rêgey awrîşimewe, nek be hoy înfîtah û fethî îslamî. Ewe be hoy dagîrkarîyewe nebû belkû be hoy bazirganîyewe rûy dawe. Ke deçîte naw ew mizgewte, mizgewtêkî gewreye, lew bawere dam yekêk lew mizgewtane bê ke le dinya da numûney keme û be mê’marî Çînî durust kirawe. Hemû Quran le fatîhawe heta sûretî nas le dîwarekanî nûsrawe, helkendirawe be nehlêkî zor zor cuwan û ‘ecîb û xerîb, ye’nî wekû şaristanîyeteke tenha beder lewey be bazirganî ye, Çîn tuwanîwyetî, Çîn tuwanîwyetî le wilatanî tir têbga û ta radeyekîş raziyan bka. Bo numûne împratorîyekanî Mexul, Îslamî, heta Bêzantî berew xorawaş belam ewey ke êsta heye, êsta dewranêkî tire we ew îqtîsade zor zor hayîl û serî’e, ew zor gewre û mezine û zor serî’ û belez û bekare, efficient e be Englîzî ke êsta le Çîn da heye karêkî kirdûwe ke be hîç şêweyek hîç kesêk natuwanê nikûlî bika lewey ke Çîn îdî berew hucûm derwat, belam hucûmêkî aştîxwazaneye ta emro û zor be hesasî deyanewê tenanet le wişeyekîş ke bonî ewey lê bê ke biyanewê şer pêş bixen legel wilatanî dinya be taybetî legel Emrîka û Hîndistan, nek Emrîka û Rûsya be rastî qisey lê deken. Detuwanim lew bareyewe eger çende bilêy qise bikeyn.
Qazî: Basî ewet kird ew înîsyatîve, ew destpêşxerîye ke le salî 2015 we destî pêkirdûwe zor sêmînar û konfirans û boney le ser kirawe mebestim bû pirsyar bikem ke lew pêwendîye da ew beşane û ew dîpartimananey zankokan ke pêwendî peyda dekenewe be dinyay derewe ta çi radeyek sebaret bew destpêşxerî, înîsyatîv e hewlî zanyarî dan deden û hewil deden ke girîngî sitratêjîkî ewe bo xelkî Çîn bas biken?
Sîvan Se’îd: Wekû xelkî Çîn, leber ewey Çîn asane detuwanê înformeyşinî xoy, înformeyşinî dewlet û siyasetî dewleteke be xelkî xoy bilê le rêgey ew hemû kanale ke heyetî, asantir xelik lem pirojeye têgeyiştûwe, lewe eçê bilêm hemû xelkî Çîn ewey pêyan xoş bê yan pêyan naxoş bê ewaney ke deselatyan heye, bo numûne le heremî akadêmî yan siyaset dan wekû ‘erzim kirdî bûn be dû beşewe belam bo derewey Çîn eweye ke hêşta beşêkî zor zor kem le xelik carê her bernamekey bîstûwe û hem beşdare. Bo numûne êsta eger ême temaşay ew xerîtane bikeyn [amaje deka be xerîtekanî naw studyo] sê goşeyek heye, sê goşey Tiflîs, Trabzon meselen ew ser behrî Reşeye ke şwênêkî zor sitratêjîye be parey Çîn lewêda serî’tirîn qetar ke le Çînewe dêt be naw Uzbekistan û be naw ew wilataney Asyay Nawerast da derwa heta degate ser behrî Reş. Ewe yekêke le pirojekan ke le mangî şeşî 2017 da berdî binaxekey dandirawe. Belam hêşta pirojeke tewaw nebûwe, debê tewaw bê le dewrî 2021 da. Emane her hemûyan be şêweyekî hem pozîtîv hem nêgatîv challenge leber demî daye, alingarî leber demî daye. Alingarîyekan eweye hendêk lew wilatane natuwanin be tewawî teslîmî em siyasete haîyle abûrîye mezney dewletî Çîn bibin, le layekî dîkeşewe nawêrin ke xoy lê dûreperêz bigrin û lew hemû xêr û bêrey ke le duwayîda rû ekate ew meseleye. Teb’en Çîn zor be sexawetewe amadeye hemû ew rêgayane, ew cadaney ke heye belayewe zor girînge tewaw bibê ke cadey qîtarin, cadey trainin zor be serî’î meselen 350 kîlomîtir, 400 kîlomîtir le se’atêk da.
Qazî: Yanî ewe pêwîstî bewe deka ke şwênekan be tewawî text bikrên û yan çiya bikoldirên û rêgayan pêda têperê.
Sîvan Se’îd: Ewane zor be sur’et û zor be şêweyekî zor mezbût ewey ke îtir tewaw mehkem û rasix bêt ewan ewe deken le ser hîsabî Çîn. Le layekî dîkewe le barî kultûrî, ferhengîyewe be taybetî akadêmîsyen le Çîn birwayan waye ke hêşta dinya Çînî nenasîwe, pêwîste carê dinya Çîn binasê bo ewey ne tirsin lem pirojeye, eme salî 1945 nîye û Emrîka nîye ke bîyewê dinya dagîr kat.
Dirêjey heye…